• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Endamên MÎA-FEDê: Îslam li dijî talana xwezayê ye

Daristan Pala / AW

8 HEZÎRAN 2026 - 10:33
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Mûş – Endamên MÎA-FEDê Mihemed Zakir û Fîgen Keleş ku serdana konên berxwedanê yên li dijî JESê li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê hatine vedan kirin, diyar kirin ku ola Îslamê li dijî talankirina xwezayê ye û ew dê ji bo parastina xwezayê piştgiriya xwe bidomînin.

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê berxwedana gel a li dijî Santrala Enerjiyê ya Jeotermal (JES) didome. Berxwedana ku di 24ê Nîsana 2026an de bi mitîngê derbasî qonaxeke nû bû û di 2yê Gulana 2026an de veguherî nobeta konan, di roja xwe ya 37an de li gundê Xwarikê bi biryardarî berdewam dike. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek komele, dezgeh, sazî, şexsiyet û hwd. piştgiriyê didin berxwedana gelê Gimgimê û ziyareta wan dikin.

Endamên Federasyona Komeleyên Lêkolînên Îslamî yên Mezopotamyayê (MÎA-FED) Mihemed Zakir û Fîgen Keleş ku serdana konên gel kirin, behsa giringiya xwezayê di ola Îslamê de kirin.

‘Ev yek li gorî ola Îslamê heram e’

Mihemed Zakir bal kişand ser nêzîkatiya ola Îslamê ya li ser parastina xwezayê û got: “Çawa ku Xwedayê Teala Qurana Pîroz hildaye bin parastina Xwe, gerdûna ku afirandiye jî wisa dixwaze di cihê xwe de, bi reng û nîzamê wê bibîne û divê mirov wê gerdûnê xirab nekin. Îro dema em dinêrin, tê xwestin ku ev gerdûn bi destê dagirkeran were xirabkirin. Dema em ji çavê olê li vê xirabkirinê binerin, ev yek li gorî ola Îslamê heram e, çimkî ola Îslamê destûrê nade tiştekî wisa. Di ola Îslamê de hebûna daran, hebûna mûriyan û hebûna hemû zindiyan pîroz e. Ku ev zindî bi rehetî di nav dar û beran de bigerin, ev daxwaza Xwedayê Teala ye ji mirovan. Lewra Xwedayê Teala qedexe dike ku mirov mûriyekê biêşîne an jî çiqekî ji darekê bişkîne; ev yek li gorî dînê me ne rast e”

‘Parastina xwezayê li ser hemû mirovan ferz e’

Bi domdarî Mihemed Zakir diyar kir ku di vê çarçoveyê de îbadeta hecê mînakeke pir girîng e û got: “Heciyên ku diçin Mekkeyê, anku male Xwedê, ji pelê darê bigire heta li ser rêçûna xwe,li her tiştî baldar in. Di dema îhramê de nikarin pelê darekê jî biqetînin. Ev yek mînak e ji bo me ku em girîngiyê bidin parastina dar, rewar û sirûştê ku Xwedayê Teala afirandiye û em xwedî li wan derkevin. Di warê parastina xweza û gerdûnê de, li ser hemû mirovan ferz e ku bibin alîkarê hevdu.”

‘Em nehêlin ku xwezaya me bi destê dagirkeran xirab bibe’ 

Mihemed Zakir anî ziman ku Îslamê li hemberî van şîrketên ku xwezayê talan dikin, şertên girîng danîne û wiha pê de çû: “ Îslamê li hemberî van şîrketên ku xwezayê talan dikin, şertên girîng danîne. Divê ji bo van karan fetwaya meclîsa îslamî (alimên dînî) hebe. Heger fetwayeke wisa nehatibe girtin û li wir karên ku zirarê didin xwezayê bên kirin, ev yek li gorî Quranê heram e. Gerek mirovên me, xelkê me û gelê me vê rastiyê baş bizanibe. Ji ber vê yekê, ez ji gelê me daxwaz dikim ku li vî welatê xweş û pîroz xwedî derkevin û nehêlin ku bi destê dagirkeran xirab bibe.”

‘Em ê li ser esasên Îslamê, çand û sirûşta xwe biparêzin’

Fîgen Keleş jî diyar kir ku ew jî îro ji bo vî xelkî li wir in û ji bo jiyaneke paqij, ji bo ekolojiyê, ji bo xelk û miletê xwe hatine nobedariyê û got : “Em jî îro ji bo vî xelkî li vir in û dibêjin, Ji bo jiyaneke paqij, ji bo ekolojiyê, ji bo xelk û miletê me, em hatine nobedariyê. Em li ser rêbaza Îslamê dimeşin û bi wijdana xwe, çend roj hewce bike, em ê ew qas tevlî bibin, piştgiriya hevalên xwe bikin û alîkariya wan bikin. Em ê li ser esasên Îslamê, çand û sirûşta xwe biparêzin.”

Etîket: Daristan PalaGimgimMÎA-FEDSantralên Enerjiya Jeotermal (JES)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Yek armanca têkoşîna tevgera azadiyê hebû ew jî aştî bû’

‘Yek armanca têkoşîna tevgera azadiyê hebû ew jî aştî bû’

29 TEBAX 2026
Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

Li Gimgimê ji bo 3 şehîdan şîn hatin danîn

25 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026
Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

14 TÎRMEH 2026
Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

Bi keda xwe bajêr veguherîndine baxçeyên berhemdar

9 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne