Endamê MÎA-FEDê Muhammed Emîn Ay da zanîn ku Tevgera Azadiyê ji Filistînê bigire heya Sûriyeyê, Iraqê, Îranê, heya Tirkiye û Kurdistanê li her derê ji bo nirxên mirovahiyê têkoşiyan e û wiha axivî: “Şoreşger û têkoşerên tevgera azadiyê li Lûbnanê, li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê têkoşiyan û şehîd ketine. Gorên van şehîdan îro li çiyayên Lûbnanê ne. Ji ber wê têkoşîna tevgera azadiyê, têkoşîneke gerdûnî ye.”
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di rojên dawî de cihê xwe ji bîranînên şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê re hiştiye. Di nav van rojan de bi sed hezaran kes serdana bîranînan dikin û xwedî li cangoriyên xwe derdikevin. Bîranînên ku tên danîn bi pêşengiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) tên kirin. Bîranînên şehîdên azadiyê pêşî li Amedê dest pê kir û niha li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê didomin.
Endam û rêvebirê Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) Muhammed Emîn Ay têkildarî bîranînên li Bakurê Kurdistanê tên danîn, di ola Îslamê de şehîd û nêzikatiya şehadetan û nêzikatiyên dewlet, desthilat û hêzên ewlehiyê yên li hember şînan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Xwedîderketina li mîrateyan şehîdan
Muhammed Emîn Ay da zanîn ku deverên ku şer hebin bêguman li wan deran mirin, şehadet,êş û xemgînî derdikevin holê û wiha got: “Lê cudahiyeke van biranîn û şehadetan hebû. Zêdetir hemû mirovên ku serdana bîranînê dikirin an jî ji dûr ve dibihîstin hemû hestiyar dibûn. Demeke ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk heye, ew malbatên ku bîranîna cangoriyên xwe pêk tînin, hêvî û bendewariya wan hebû ku wê aştî çêbibe. Ew ê ewladên wan dê vegerin û pêşwazî bikin. Ew qas şehadet xemgîniya wê jî zêdetir bû. Lê dema mirov lê dinêre, bi rastî jî yek armanca têkoşîna tevgera azadiyê hebû, ew jî aştî bû. Ango yekane armanca ev têkoşîn, şoreş û şerê çekdarî pêkanîna aştiyek bi rûmet bû. Dema mirov ji aliyek din ve jî dinêre mirov pir serbilind e jî. Çima? Ew armanca ku ev keç û xortên Kurdan ji bo vê têkoşiyan, îro ji bo wê armancê pêvajoyek heye ku daxwaza aştî û civaka demokratîk tê kirin. Divê her mirovek, her Kurdek, her aştîxwazek, demokratek, bawermendek, ronakbîrek, li vê mirateyê xwedî derkeve.”
‘Hêvî û bawerî di asta herî jor de bû’
Muhammed Emîn Ay anî ziman ku ew dema tev li bîranînan bûye gelek bi bandor bûye û wiha nirxand: “Ez bi xwe jî tev li bîranînan bûm. Tişta ku bala min kişand, ewqas dayik hebûn lê yek dayikeke hêvî şikestî min nedît. Hêvî û bawerî di asta herî jor de bû. Tenê yek daxwaza wan hebû. An ku li milekî şîna ewladên xwe dikirin, lê li milê din jî pir bi serbilind bûn, pir bi hêvî bûn. Her tim daxwaz û hêviyên wan aştiyek bi rumet û ev yek dianîn ziman. Ew jî ji bo me tiştekî pir girîng bû.”
‘Şehîd ew e ku li hember zext û zordariyê têkoşiyaye ye’
Di dewama axaftina xwe de Muhammed Emîn Ay li ser peyva şehîd an jî pênaseya şehadetê di ola Îslamê çi ye rawestiya û wiha pê de çû: “Pênaseyên cuda hene di ola Îslamê de. Em bêjin pênaseyek jî her çi kesê li hember êrîşeke zordest an ku ew êriş li mal, can an jî li axa wî/wê be ew dikare xwe biparêze û mafê wî heye. Dema Kurdek digot ‘Erê, ez heme’, ‘Xwedê min wekî Kurd afirandiye’ ev yek dibû sedema girtin, zordestî, zext û kuştinan. Di cihên din de jî dibû sedema hîn zêdetir li ber xwe dayînê. Ji ber vê yekê li hemberî vê, emrekî Xwedê heye. Dibêje şehîd ew kes e ku heger li hember can, mal, çand û ziman, bawerî û axa wî/wê hebe, ji bo van li ber xwe bide û were kuştin, şehîd e. Dibêje ku di jiyana xwe de neheqî û zordestî li kuderê be, şahidî kiribe, dijberî wê neheqiyê, zordestiyê têkoşiyaye, ew şehîd e.”
‘Tevgera Azadiyê ji bo nirxên mirovahiyê têkoşiyan’
Muhammed Emîn Ay bi lêv kir ku şehîdbûnê dema di pênasekirina ola Îslamê de dixwîne, hemû şehîdên têkoşîna tevgera azadiyê, şehîdên Kurdistanê dikeve bîra wî û ev tişt vegot: “Tevgera Azadiyê ji Filistînê bigire heya Sûriyeyê, Iraqê, Îranê, heya Tirkiye û Kurdistanê li her derê ji bo nirxên mirovahiyê têkoşiyan. Negotin ev neheqî li Kurdan dibe, ji me re ne lazim e. Negotin ev êrîş tenê li ser Kurdan e. Gotin li deverên ku destê me bigihêjê, li wê derê êrîşek, zordestî hebe, li hember kê dibe bila bibe, em ê li hember derkevin.Wek mînakekî dikarim bejim, li Lûbnanê, hember êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê, şoreşgerên Kurd, têkoşerên tevgera azadiyê ji bo gelê Filistînê tekoşiyan û şehîd ketin. Gorên wan şehîdan îro li çiyayên Lûbnanê ne. Ji ber wê têkoşîna tevgera azadiyê, têkoşîneke gerdûnî bû. Em bêjin wek tevgerek û felsefeyek gerdûnî destpê kirin û heya îro jî wisa ye.”
Di ola Îslamê de nêzîkatiya li hember şînan
Her wiha Muhammed Emîn Ay diyar kir ku Hz.Muhammed dibêje heger li malekê mirî hebe divê mirov dema şînê wan bi tenê nehelin û hêzên ewlehiyê jî dema şînan de li gor ruhê olî tevbigerin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hz Muhhamed dibêje sê rojên ewil êş û xemgîniya dayik, bav, xwîşk û birayên miriyan, di asta herî jor de ye. Heger bi tenê bimînin, wê êşa wan, xemgîniya wan zêdetir bibe. Dema ku hûn sê rojan li kêleka wan bin, wan tesellî bikin, ew ê ji we hêz bigirin û tenê nemînin. Niha hêzên ewlehiyê jî çi li Tirkiyeyê, çi li kîjan devera cîhanê yên baweriya wan ola Îslamê hene dibe bila bibe divê li gorî fermanên Xwedê yên di ola Îslamê û pratîka Pêxember eleyhîsselatûwesselam ê ku di dema jiyanê de tevbigerin. Gerek malbat, hezkirî, hevalên wan cangoriyan, bi dilekî aram, bê fikir û bê zordestî şîn û bîranîna xwe bikin. An ku sûcekî, gunehekî mezin e ku tu rabî li hember şînê, li hember miriyan, Hele ku ew lehengên wê civakê bin, nirxên wê civakê bin, gunehekî mezin sûcê mirovahiyê ye.”












