• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Dîlokê cezayê 9 kesan hat erêkirin: Baweriya bi aştiyê bi darazê nayê qelskirin

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sêrtê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê mewlûd hat dayîn

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Li Sûrê firoşkarên seyar peyarêyan asteng dikin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Hemû wesayît û milkên Şaredariya Colemêrgê hatine desteserkirin

    Erdogan û Bahçelî do bêrê têhet

    Erdogan û Bahçelî civiyan

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

    DEM Partî: Di vê budçeyê de aştî û edalet tune ye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Veysî Aktaş: Pêvajo bi saya şehîdan hat vê astê

Wan / AW

26 TEBAX 2026 - 15:55
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Endamê sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş ku di bîranîna şehîdên Wanê de axivî, bal kişand ser têkoşîna şehîdan û wiha got: “Mirin qedera vê erdnîgariyê nîne û Serokatî ev qeder ji holê rakir. Pêvajo heyî bi saya şehîdan hat vê astê.”

Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ji Wanê ku ev 3 roj bûn ji bo wan li navçeya Artemêtan ji bo wan şîn hatibû danîn, bi bernameyekê hatin bibîranîn. Bername bi tevlibûna hezaran welatiyan pêk hat û di bernameyê de dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata û endamê sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş jî tev li bernameya bîranînê bûn.

Bi hezaran welatiyan bi hev re ji bo şehîdan deqeyek rêz girtin.

Dû re hevseroka MEBYA-DERê Yusuf Dundar axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Yusuf Dundar da zanîn ku xwedîderketina şehîdan xwedîderketina doza wan e û wiha got: “Gelê Serhedê şehîdên xwe hembêz kirin û em minetarê gelê xwe ne. Şehîd pêşeroj û paşeroja me ne û divê em jî wisa nêz bibin. Em hêvî dikin ku êdî gelê me şînan negire û vê êşê nekişîne.”

Piştî axaftina Yusuf Dundar sînevîzyona ku li ser jiyana şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hatiye amadekirin, hat nîşandan.

‘Yên li ber celadên me sekinîn şehîd bûn’

Aktîvîsta TJAyê Ayla Akat Ata di bîranînê de axivî û malbatên şehîdan silav kir. Ayla Akat Ata anî ziman ku gotin têra vê êşê nake û wiha got: “Em îro bi sedhezaran in û bi awayekî azad dibêjin em Kurd in. Niha gavek hatiye avêtin û bila bê zanîn ku ev gav bi çi zor û zehmetiyan hatiye avêtin. Ji bîr nekin ên ku li ber celadên me sekinîn, berxwedan û têkoşîna şehîdan bû. Bi ronahiya Rêber Apo di rêya heqîqetê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hat destpêkirin. Em ê her tim şehîdên xwe bi bîr bînin û xwedî li mîrateya wan derbikevin.”

‘Divê sekna şehîdan mînak bê girtin’

Endamê sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş jî di bîranînê de axivî û malbatên şehîdan û gel silav kir. Veysî Aktaş da zanîn ku divê şehîd neyên jibîrkirin û li pey rêya wan bin û ev tişt anî ziman: “Hina têkoşîn di nîviyê de ye, divê heta dawiyê em têkoşîna wan bidomînin. Divê sekna şehîdan mînak bê girtin. Mirin qedera vê erdnîgariyê nîne û Serokatî ev qeder ji holê rakir. Êdî em ketine pêvajoyeke nû û ev yek bi saya van şehîdan pêk hat. Digotin ‘Em dê heta sala 2023yan vî şerî bi dawî bikin’, lewma êrişên xwe zêde kirin, lê hevalan ev armanca wan têk bir. Lewma pêvajo bi saya hevalan hat vê astê. Heke ev pêvajo serbikeve, dê azadî aştî pêk bê. Heta dê azadiya Serokatî jî pêk bê.”

‘Em ê gelê xwe û Serokê xwe azad bikin’

Veysî Aktaş diyar kir ku ew şehîdên xwe ji bîr nakin û ev tişt vegot: “Civaka demokratîk armanca me ye, me bedelên pir mezin û pir giran dan. Lê çiqas bedelên giran hatibin dayîn jî wê têkoşîna me bigihêje armanca xwe. Di nava dewletê de hinek kes hene ku naxwazin ev pêvajo bigihêje armaca xwe. Çawa di nava dewletê de kesên wisa hebin, di nava kurdan de jî hene. Me şer dikir digotin ‘aştî’, em aştiyê dikin dibêjin ‘şer’. Ew mirovên dewletê ne û eleqeya wan bi Kurditiyê re nîne. Armanca me azadiya vî gelî ye û divê tu armancên me yên cuda jî nebin. Wê bi têkoşîna me mafên kurdan bikevin di nava qanûna de. Ev civak tevî şer û şehîdan jî aştiyê dixwaze. Em dê ji niha û pê ve têkoşîna siyasî bimeşînin. Azadiya gelê me bi azadiya Serok re girêdayî ye. Em dê siberojê de em gelê xwe hem jî Serok azad bikin.”

Piştî axaftinan bîranîn û şîna şehîdan bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

Etîket: şehîdên Serhedêşehîdên WanêVeysî Aktaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

Veysî Aktaş: Divê statuya hiqûqî û siyasî ya Abdullah Ocalan bi hiqûqê bê misogerkirin

23 ÎLON 2026
Jinên Wanî: Şehîd ji bo maf û azadiya gelê xwe têkoşiyan

Jinên Wanî: Şehîd ji bo maf û azadiya gelê xwe têkoşiyan

12 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

Abdullah Ocalan: Divê guherînên hiqûqî neyê derengxistin

5 ÎLON 2026
Ji bo şehîdên Wanê mewlûd hat dayîn

Ji bo şehîdên Wanê mewlûd hat dayîn

26 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026
Dayikên Wanî: Em bi şehîdên xwe serbilind in

Dayikên Wanî: Em bi şehîdên xwe serbilind in

25 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne