* Welatiyên Nisêbînê derbarê bîranîn û têkoşîna şehîdên têkoşîna azadiyê de hest û nêrînên xwe anîn ziman û diyar kirin ku heta îro bi saya Tevgera Azadiyê, xwîna şehîdan û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebûna gelê Kurd hatiye parastin.
* Endamê MÎA-FEDê Muhmamed Emîn Ay da zanîn ku Tevgera Azadiyê ji Filistînê bigire heya Sûriyeyê, Iraqê, Îranê, heya Tirkiye û Kurdistanê li her derê ji bo nirxên mirovahiyê têkoşiyan e û wiha axivî: “Şoreşger û têkoşerên tevgera azadiyê li Lûbnanê, li dijî êrişên Îsraîlê yên li ser Filistînê têkoşiyan û şehîd ketine. Gorên van şehîdan îro li çiyayên Lûbnanê ne. Ji ber wê têkoşîna tevgera azadiyê, têkoşîneke gerdûnî ye.”
* Rêveberê Şaxa ÎHDa Stenbolê Hasan Yavîç diyar kir ku divê dewlet bersiva gotin û êrişên nijadperest bide û wiha got: “Kesên êrişkar wêrekiya xwe ji bêdarizandinê digirin. Dema ku bûyerek neyînî û gotinên nijadperest çêdibin, divê tevahiya civakê bertek nîşan bide. Ji ber ku xwedîderketin hewce ye. Divê êdî zimanê aştiyê were bikaranîn.”
* Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih, Colemêrgê dê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam bikin. (12:00)
* Bi pêşengiya MEBYA-DERê li navçeyên Bahçelîevler û Kuçukçekmeceyê ji bo endamên Tevgera Azadiya Kurdistanê ku li cih û deverên cuda jiyana xwe ji dest dane dê bernameya bîranînê bê lidarxistin. (12:00-17:00)
* Li Nisêbînê bîranîna ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê di roja sêyemîn de didome û dê îro bi xwendina mewlûdê û bernameya bîranînê bi dawî bibe. (12:00-18:00)
* Înîsiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ji bo ku li dijî kuştina gumanbar a jinan û tundiya mêrên bi unîformayî têkoşînê nîqaş bike, dê li Çand Amedê forumekê li dar bixe û paşê jî daxuyanî bide çapemeniyê. (13:00-16:00)
* Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 625emîn de çalakiya ji bo girtiyên nexweş li Cadeya Sakaryayê ya Enqereyê berdewam bike. (13:30)
Kirmanckî
* Cinîyê Sewregijê ke wisar ra bîyo Sewrege ra malê xo girewto ameyê koyanê Dêrsimî, derheqê cuya xo de, weşî û zehmetanê ke ancenê ser ma rê qisey kerd: “Nê koyî seba heywananê ma rindê la seba cuya ma û domananê ma binê zehmetîyan ancenîme.”










