Êlih – Dayîkên Aştiyê yên Êlihê ku bal kişandin ser şewitandina çekan a PKKê, diyar kirin ku şewitandina çekan ji bo aştiyeke mayînde bû û wiha gotin: “Divê dewlet jî li gorî van gavên ku tevgerê avêtine, gavan biavêje û qanûnên nû çêbike. Em dixwazin Serokê me li derve be û hemû cîhan lê guhdarî bike.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibata 2025an de bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin sal û nîv li pey xwe hişt. Piştî ev bang hate kirin PKKê di 1ê Adara 2025an de bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku agirbest îlan kiriye. Dû re di 5-7ê Gulana 2025an de PKKê Kongreya xwe ya 12emîn li dar xist û pişt re di 12ê Gulanê de biryara xwefesixkirinê girt. Dû re jî di 9ê Tîrmeha 2025an de, piştî 26 salan dîmenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate weşandin. Pişt re Tevgera Azadiyê ya Kurd di 11ê Tîrmehê de bi merasîmekî lişikefta Casenayê ya girêdayî bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe bi 30 endamên xwe çekên xwe şewitandine. Ji gelek aliyên Kurdistanê, Tirkiyeyê û gelek deverên cuda, siyasetmedar, rojnameger, akademîsyen, Dayîkên Aştiyê û gelek kes tev li merasîmê bûn. Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurd di 26ê Cotmeha 2025an de jî gelek hêzên xwe yên ku li Bakûr û Tirkiyeyê diman vekişandin. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek gav avêtin jî ji xeynî avakirina Komîsyona Meclisê dewletê tu gavên şênber neavêtin. Dayîkên Aştiyê yên Êlihê derbarê salvegera şewitandina çekan de ji ajansa me re axivîn.
‘Tevgera me gav avêtin divê dewlet jî gavan biavêje’
Meyaser Akdag ku merasîma şewitandina çekan bi bîr xist, anî ziman ku di pêvajoya heyî de tu gaveke şênber nehatiye avêtin û wiha got: “Bila pêşiya vê pêvajoyê vebikin û gavekê biavêjin. Tevgera me gelek gav avêtine, divê dewlet jî gavan biavêje. Çawa ku kezeba dayîkên Tirk şewitiye ya me jî şewitî ye. Bes e bila êdî xwîn neyê rijandin û zarokên tu kesî nemirin. Heta em sax bin û dilopeke xwînê di laşê me de hebe, em ê li pey Serokatiya xwe û têkoşîna wî bin. Em deh zarokên xwe jî bidin em ê dîsa li pey têkoşîna xwe û serokatiya xwe bin. Heta niha yek girtiyê me nehatiye berdan, 30 sal cezayê li wan hatiye birîn diqede, dîsa bi mehan an jî 2-3 salan didin paş.”
‘Bila dewlet êdî gavan biavêje’
Sûltan Azboy diyar kir ku zêdetirî 50 sal in têkoşîneke ku bênavber didome heye û wiha got: “Tevgerê bi şewitandina çekan a li ber çavên raya giştî ya cîhanê cardin got em aştiyê dixwazin. 50 sal in çek bikar tînin, serokatî bangek kir û got; ‘em ê êdî têkoşîna xwe bi siyasetê bikin.’ Bi rastî jî kêfa me hemûyan hat, em dixwazin bi siyasetê di nava civakê de karê û xebat bêne kirin. Lê heta niha dewleta Tirk gav neavêtiye. Kesên girtî dema ku cezayê wan diqede poşmaniyê li wan ferz dikin. Em li Kurdistanê ne, lê mixabin Kurdistana me tune ye. Em li Tirkiyeyê dijîn tu mafekî me tune ye. Hê jî li gelek bajaran zarokên me nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Bi tenê baweriya me bi Serokatiya me, bi gerîlayên me û bi hepsiyên me heye. Em li du gotina ku Serokatiya me bêje ne. Em dibêjin bila êdî dewlet jî gavan biavêje, 50 hezar mirov hatine kuştin.”
‘Heta ku em sax bin em ê têbikoşin’
Nûrhan Seçkîn jî bi lêv kir ku tişta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibêje ji bo wan tişta herî esas e û got: “Avakirina PKKê dihate wateya ku Kurd nû ji dayîka xwe bûn. Çek girtin ji bo serkeftina Kurdan û ji bo azadiya gelê Kurd bû. Navê Kurdan bi saya wan çekan heta vê rojê hatiye. Di dinyayê de ji ruh şîrîntir tiştek tune ye, me can, mal û ruhê xwe li ser vê dozê da. Xaniyên me hatin şewitandin û tişta ku dewletê dixwestin dikirin. Ger ku ne ji vê çekê bûna dê Kurdan qir bikirina. Rûmet û hebûna wan çekan ji bo Kurdan gelek e. Tiştan ku Serokatî bêje ew ji bo me biqîmet e. Di encama vê têkoşînê de Serokatî hebûnek ava kir. Dema ku Serokatî ji PKKê re got, xwe fesih bikin, tişta di dinyayê de herî zor ew bû. Her çekek ji bo me weke mirovekî bi nirx bû. Ew çek ji zarokên me re bibû weke heval. Bi salan bû ku zarokên me diparast. Piştî ku Serok wisa got, em dibêjin, bila çareseriyek û aştiyek birûmet çêbibe. Wexta du sal biqede hê jî dewletê baweriyekê nedaye me. Em doza zimanê xwe, hebûna xwe dikin û dibêjin em jî weke herkesê bijîn. Me nedixwest çek bên şewitandin, me digot, heta mafekî me nedin me û hebûna me qebûl nekin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Dîsa heta ku em sax bin em ê têkoşîna xwe bikin.”
‘Em bi Serok, tevgera û gelê xwe bawer in’
Herî dawî Mûhsîne Bariş destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayînde pêk bê, divê çek bên şewitandin û ev yek anî ziman: “Ji ber ku tiştekî gelek girîng bû ku Serokatî jî daxwazeke wisa li tevgerê kir. Em bi serokê xwe, bi tevgera xwe û bi gelê xwe bawer in. Em dixwazin ev pêvajo bê çareserkirin. Lê heta niha dewleta Tirk hê jî tu gavek neavêtiye. Kongre çêbû, çek hatin şewitandin û PKKê xwe fesix kir, dîsa jî hin tişt nehatin guhertin. Ev gavên ku hatine avêtin bêyî qanûnan çênabin. Divê dewlet jî li gorî van gavên tevgerê gav biavêje û qanûnên nû çêbike. Ev tişt di sala 2013an de jî hatibû destpêkirin, lê divê hin tişt li ser maseyê bên çareserkirin. Em dixwazin Serokê me li derve be û hemû cîhan lê guhdarî bike. Em jî weke dayîkên aştiyê dixwazin bi Serokatî re hevdîtinan bikin.”












