Zarokên gundê Arzoxliyê yên ku di çarçoveya Atolyeya Muzîkê ya Gerok a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de 4 hefteyan perwerdeya muzîkê, rîtmê û sehneyê girtin, tiştên fêr bûne bi konsereke rengîn nîşan dan.
Konservatuvara Bajêr a Aram Tîgran ku di bin banê Serokatiya Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de xebatên xwe dike, bernameya Atolyeya Muzîkê ya Gerok a ku ji bo xwe gihandina zarokan a xebatên çand û hunerê zêde bibe hate destpêkirin berdewam dike. Yek ji qadên xebatê yên herî berfireh ên bernameyê ku xebatên çand û hunerê tenê bi navenda bajêr re sînordar nahêle û dibe gundan, gundê Arzoxliyê yê bi ser navçeya navçeya Surê bû. Zarokên ku bi hefteyane di bin çavdêriya perwerdekaran de xebatên bingehîn ên rîtm û notayê kirin, enstruman nas kirin, stran jiber kirin û li ser performansa sehneyê perwerde girtin, tiştên fêr bûne bi konsereke li gundê xwe pêşkêş kirin.
Di konsera ku li gundê Arzoxliyê hat lidarxistin de, zarokên ku di Atolyeya Muzîkê ya Gerok de bi darikên rîtmê, boriyên rengîn, darbukayan û materyalên cuda yên muzîkê perwerde girtibûn derketin ser dikê. Konsera ku zarokan tê de repertuvara di dema atolyeyê de bi hev re amade kiribûn gotin, bi beşdariya şêniyên gund û malbatan bû cihê dîmenên rengîn.
Zarokên ku bi yek dengî stran gotin, rîtmên ku fêr bûbûn li ser dikê pêşkêşkirin û encamên xebatên xwe yên ku hefteyane didomînin bi temaşevanan re parve kirin. Beşdarên ku performansa ritmê û stranên ku zarokan gotin ecibandin li çepikan dan. Konser li gund veguherî festîvala çand û hunerê. Di konserê de her wiha perwerdekarên Atolyeya Muzîkê ya Gerok jî stran gotin.
Zarokan bi konsera li Arzoxliyê re ne tenê stran û rîtmên fêr bûbûn nîşan dan, di heman demê de tecrubeya ku di dema atolyeyê de qezenc kirine, çanda hilberîna bi hev re û jêhatibûna xwe ya hunerî jî bi malbatên xwe û şêniyên gund re parve kirin.
Zarok tev li xebatên cur bi cur bûn
Xebatên di çarçoveya Atolyeya Muzîkê ya Gerok de hatine kirin tenê bi perwerdeya muzîkê re sînordar neman. Zarokan dema ku bi darikên rîtmê û materyalên muzîkê yên rengîn deng û tempo keşf kirin, beşdarî lîstikên bi muzîkê re hatine kirin, lîstikên kolanan ên kevneşopî û çalakiya sporê jî bûn.
Zarokên ku bi rêya muzîk, rîtm, tevger û rengan derfeta xweîfadekirinê dîtin, hem jêhatîbûna xwe ya hunerî pêş xistin hem jî tecrubeya parve kirin, piştevaniyê û bi hev re hilberînê pêk anîn.
Ji welatiyan daxwaza berdewamiya çalakiyan
Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş jî beşdarî çalakiya li gund bû. Welatiyên gund ên tev li bernmayeê bûn kêfxweşiya xwe ya ji konsera zarokan û xebatên Atolyeya Muzîkê ya Gerok anîn ziman.
Welatiyên ku bal kişandin ser girîngiya xebatên piştgiriya beşdariya zarokan a hilberîna hunerî, diyar kirin ku veguhastina xebatên çand û hunerê ya ji bo gundan tevkariyeke girîng dide pêşketina zarokan. Welatiyan daxwaz kir ku çalakiyên bi vî rengî zêdetir bibin û ev li gundên cuda jî werin lidarxistin.
Bername dê li gundên Qozan û Qerebaşê bi dawî bibe
Bernameya li gundê Arzoxliyê bi konsera zarokan qediya. Li Gundê Zorava jî zarok dê îro konserê li dar bixin. Atolyeya Muzîkê ya Gerok dê di 4ê Tebaxê de li gundê Qozanê û di 5ê Tebaxê de jî li gundê Qerebaşê yên navçeya Surê bi zarokan re bicive.




















