• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TUHAD-FED: Dest ji astengkirina berdana girtiyan berdin

Enqere / AW

5 COTMEH 2026 - 15:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
TUHAD-FEDê li ber Girtîgeha Jinan a Sîncanê li dijî astengkirina berdana girtiyên jin daxuyanî da û di daxuyaniyê de bang li rêveber û berpirsan kir ku dawî li sepanên astengkirina berdana girtiyan bînin.

Federasyona Komeleyên Piştgirî û Piştevaniya Bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUHAD-FED), li dijî sepanên Lijneya Çavderî û Rêveberiyê ya Girtîgehan ku berdana girtiyên jin asteng dike, li ber Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê daxuyanî da. Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Endam û nûnerên partî û saziyên demokratîk û gelek kes tev li bûn. Girsê li ber girtîgehê pankarta ku li ser, “Em li dijî astengkirina berdana girtiyên siyasî di nobedê de ne” dinivisî rakirin û dirûşmên, “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê nûnera Enqereyê ya TUHAD-FEDê Sîhan Kaya ve hat xwendin.

Sîhan Kaya bi lêv kir ku Lijneya Rêveberiya Çavderiyê ya Girtîgehan di sala 2021an vir ve bi hincetên cuda cuda berdana girtiyên jin asteng dike û got ku berdana 8 jinên girtî hê jî li girtîgeha Sîncanê tê astengkirin. Sîhan Kaya destnîşan kir ku di nav de girtiyên 30 salî hene berdana girtiyên astengdar û nexweş jî tê astengkirin û got: “Poşmantî li ser girtiyan tê ferzkirin û berdana wan tê astengkirin. Girtiyên ku bi salane di girtîgehan de ne û ‘Cezayê’ wan qediyaye jî bi hincetên keyfî berdana wan tê astengkirin. Di serdemeke ku em qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin de sepanên Lijneya Rêveberiyê û Çavderiyê ya Girtîgehan nakokiyan derdixe.”

‘Heta girtiyên jin bên berdan çalakiya me dê bidomê’

Sîhan Kaya bi lêv kir ku heta girtiyên jin bên berdan ew dê çalakiya xwe bidomînin û daxwazên xwe wiha rêz kir:
“*Desteya Rêveberiyê û Çavderiyê ya Girtîgehan nikare li şuna dadgehan bigire.

*Desteyek nikare cezayê ku mahkemê daye bi awayekî fîîlî dirêj bike.

*Azadiya miroveke/î bi hincetan nayê astengkirin.

*Fikir û nasnameya girtiyên siyasî nikare li pêşiya berdana wan bibe asteng.

*Divê dev ji sepanên ku berdana girtiyên siyasî yên jin her tim asteng dike, bê berdan.

*Divê jinên girtî ku bi salan e di girtîgehê de ne û dema berdana wan hatiye demildest bigigijin azadiyê.

*Di serî de Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê û li hemû girtîgehan divê biryarên Lijneya Rêveberî û Çavderiyê ya Girtîgehan dide li gor hiqûqê bikarê bê venêrînkirin.

*Divê derbarê berpirsên desteyên ku peywîra xwe xirab bi kar tînin de lêpirsîn bê destpêkirin.

*Divê girtîgeh nebin qadên tolhildana li dijî girtiyên siyasî.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Heval Bozdag jî bal kişand ser rapora komîsyona li meclise ku tekildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatibû amadekirin û xwest xala 7an a raporê ya derbarê maf û azadiyan de bi cih were û got ku ji ber astengkirina berdana girtiyên siyasî baweriya civakê ya pêvajoyê lewaz dibe.

Etîket: AstengkirinGirtîgeha Jinangirtiyên jinOHDSincanTUHAD-FED
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

OHD: Bila qirêjkirina ax, av û jîngehê ya li Gabarê were lêkolînkirin

OHD: Bila qirêjkirina ax, av û jîngehê ya li Gabarê were lêkolînkirin

19 MIJDAR 2026
Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

Li Girtîgeha Osmaniyeyê jin rastî lêgerîna tazî û muameleya xirab tên

19 MIJDAR 2026
Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

Serhat Eren: Ji bo me ezmûna ji dilbûnê girtîgeh û girtiyên nexweş in

19 MIJDAR 2026
‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

‘Birêz Ocalan pirsgirêka Kurd ji sêdarê anî zemîna hiqûqê’

15 MIJDAR 2026
Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

Panela aştî, edalet, azadî û civaka demokratîk dest pê kir

15 MIJDAR 2026
Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

Erhan Çîftçîler: Divê beriya her tiştî ziman û hişmendî bê guhertin

8 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne