• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

4 HEZÎRAN 2026 - 15:50
Kategorî: ROJANE
A A
Şaxên SESê yên Amed û Wanê bertek nîşanî bertîlên ku di dema tespîtkirina rayeya sendîkayê de li nexweşxaneyan hatine kirin da û bang kir ku derbarê berpirsiyaran de lêpirsîn bê destpêkirin.

Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) ya Amedê, derbarê sepanên “biqisûr” û neqanûnî yên di pêvajoya tespîtkirina rayeyê ya sendîkayê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê pêk hatine li ber Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de dirûşma “Bêdeng nebe, heke tu bêdeng bî dê dora te jî bê” hat berzkirin û pankarta “Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê sendîkaya bi raye û bibandor SES e” hat vekirin.

Sekretera Şaxê SESa Amedê Îlknûr Ayîk diyar kir ku tevî hemû hişyariyên wan jî nelirêtî berdewam dikin û wiha got: “Di pêvajoya tespîtkirina rayeya sendîkayê ya sala 2026an de, rêveberên Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê û Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr ku divê azadiya rêxistinbûna sendîkayî biparêzin û vîna xebatkeran bi temamî nîşan bidin, li hemberî îdiayên nelirêtî û sextekariyê yên ku me gelek caran ji wan re ragihandine, bêdeng mane. Hemû hevdîtin, serlêdanên nivîskî û îtîrazên me yên der barê nelirêtiyyên ku me belge kirine ku ji aliyê Saglik-Senê ve hatine kirin, bêencam hatine hiştin. Me ji 8ê Gulana 2026an vir ve bi serlêdanên nivîskî ji Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr daxwaz kir ku Nexweşxaneya Dewletê ya Dagkapiyê (Nexweşxaneya Leşkerî ya Kevin) û Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl wekî cîhên kar ên cuda werin nirxandin û karên tespîtkirina rayeyê ji hev cuda werin kirin. Lê belê tevî ku demeke dirêj di ser re derbas bûye jî Midûriyeta Tenduristiyê hewcehî pê nedîtiye ku bersivê bide vê daxwaza me.”

‘Divê rewşa heyî bê lêkolînkirin’

Îlknûr Ayîk anî ziman ku rayedarên cemaweriyê berpirsiyariya xwe ya bêalîbûnê bi cih neanîne û da zanîn ku li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê li ser bingeha formên endamtiyê yên ku neketine pergala qeyda belgeyan, 46 kes wekî endamên Saglik-Senê hatine nîşandan. Îlknûr Ayîk di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e endamtiyên ku qeyda wan ne li gorî ûsûlê ne, neyên qebûlkirin. Hat dîtin ku di hin karên îstîfa û endamtiyên nû de yên ku di 14ê Nîsana 2026an de hatine kirin, şertên demê yên di qanûnê de hatine diyarkirin nehatine şopandin, tevî vê yekê 13 kes wekî endamên Saglik-Senê hatine qeydkirin. Divê ev rewş bi awayekî hûrgulî were lêkolînkirin.”

Îlknur Ayîk bang kir ku der barê berpirsiyaran de lêpirsînên îdarî û edlî yên pêwîst werin destpêkirin û karên tespîtkirina rayeyê li gorî qanûnê ji nû ve were nirxandin.

WAN

Li Wanê jî Şaxa SESê ya Wanê û sendîkayên din ên tenduristiyê li ber Nexweşxaneya Dûrsûn Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) ya Wanê daxuyaniyeke hevpar dan. Sendîkayan bi daxuyaniyê bal kişandin ser binpêkirina mafan, kedxwarî û kêmasiya personelên li nexweşxaneyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Em heqê keda xwe dixwazin” hat vekirin û dovîzên ku li ser “Em ne rûgirtinê, çareseriyê dixwazin” û “Rêz ji kedê re, nirx ji tenduristiyê re” nivîsandî bûn, hatin hildan. Digel nûnerên sendikayan, gelek xebatkarên tenduristiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê li ser navê sendikayên tenduristiyê ji aliyê Bilal Dalga ve hate xwendin.

Rêveberiyê soz daye, lê bi cîh neaniye

Bîlal Dalga bal kişand ser armanca çalakiya xwe û diyar kir ku ji ber ku pirsgirêkên ku ew ev demeke dirêj e tînin ziman nayên çareserkirin û keda xebatkeran tê bêrûmet kirin ew vê çalakiyê dikin. Bîlal Dalga anî ziman wan beriya niha di hin xalan de bi gel rêveberiya nexweşxaneyê re lihevhatinek kiribû û got: “Beriya niha em di amadekariya çalakiyekê de bûn daku balê bikşînin ser pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê. Lê belê di vê pêvajoyê de rêveberiya nexweşxaneyê daxwaza hevdîtineke bi me re kir; di hevdîtinan de, bi taybetî di warê baştirkirina daxwazên teşwîqê (teşvik ödemeleri) û çareserkirina mexdûriyeta xebatkeran de soz hatin dayîn. Li ser encama van hevdîtinan, bi ramana ku vîneke çareseriyê çêbûye, me çalakiya ku me plan kiribû paş xist. Her çend piştî hevdîtinan di daxwazên teşwîqê de hinek baştirkirin hatibe kirin jî, di demeke kurt de paşvekişandina vê sepanê, di nava xebatkeran de bêhêvîbûneke mezin ava kir.”

Daxwazên xwe rêz kirin

Bîlal Dalga da zanîn ku ew heta mafên xwe bi dest nexin dê dest ji têkoşîna xwe bernedin û ji bo vê rewşa neheq bang li rayedaran kir. Bîlal Dalga daxwazên sendikayên tenduristiyê wiha rêz kirin: “* Divê sozên ku dane kedkarên tenduristiyê bên bicahkirin.

* Divê Rektorî, li hemberî pirsgirêkên di nav nexweşxaneyê de bi awayekî çareserîxwaz nêzîk bibe.
* Divê erkên îdarî yên rêveberiya nexweşxaneyê bên xurtkirin û pêvajoyên biryargirtinê bên lezkirin.
* Divê daxwazên teşwîqê bigihîjin asta nexweşxaneyên zanîngehê yên hevwate (emsal).
* Divê baştirkirinên hatine kirin mayînde bibin.
* Divê heqê nobetan bê derengxistin û bê razandin.
* Divê kêmasiya personelan bi lezgînî bê çareserkirin.
* Divê dawî li peywîrdarkirina bi bertîlê bê anîn.”

Daxuyanî bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: Şaxa SESê ya AmedêŞaxa SESê ya WanêSES
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

Nobeta edaletê ya kedkarên ji kar hatine dûrxistin didome

12 HEZÎRAN 2026
Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

Şeş hevalên dozê piştî 30 salên zindanê li derve gihîştin hev

9 HEZÎRAN 2026
Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

Saziyên hiqûq û tenduristiyê: Divê tecrîd demildest bê bi dawîkirin

11 NÎSAN 2026
‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

‘Nexweş dixwazin bi Kurdî xizmetê werbigirin’

1 NÎSAN 2026

SESa Amedê: Heya pirsgirêk çareser dibin dê çalakî bidomin

12 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne