• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Mikaîl Aslan li Amedê konserek bi coş li dar xist

Amed / AW

1 HEZÎRAN 2026 - 22:41
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Hunermend Mikaîl Aslan bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê li qada Şêx Seîd a navçeya Sûrê konserek li dar xist.

Bi hevkariya Şaredariya Sûrê û Sanatça Organîzasyonê hunermend Mîkaîl Aslan li qada Şêx Seîd a navçeya Sûr a Amedê konserek li dar xist. Bi hezaran kesên ku herikîn qada konserê, bi coş û kelecaneke mezin govend gerandin. Di konserê de kêliyên rengîn û bîranînên xweş derketin pêş. Di konserê de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” hate berzkirin.

‘Bi pêşengiya Birêz Ocalan vîna aştiyê tê mezinkirin’

Di destpêka konserê Hevşaredara Sûrê Gulan Onkol axivî û ev tişt gotin :“Ev qad raboriya me ye, ev qad soza me ye, ev qad rêberê me ye. Di şexsê yên ku li ber xwe didin û şer dikin de, bi mîrateya berxwedanê ya ku wan li pey xwe hiştiye re, weke çûkê sîmir ji nav xweliyên xwe ji nû ve çêbûn û em li vir in. Ev mîrateya berxwedanê ji zindanan heta rêyên sirgûnê, bû stran û welatê çiyan derbas kir. Ji ber wê yekê, stranên ku wê îro li vir olan bidin ne tenê bîrek in; melodiyek in, şahidiyek in. Û her yek ji me olanên vê dîrokê ne. Îro bi pêşengiya Birêz Ocalan re, vîna aştiyê, wekheviyê û jiyana hevpar bi têkoşînê tê mezinkirin. Em dizanin ku di dilê bi milyonan mirovî de heman hêvî heye. Em bawer dikin ku wê rojekê li ser sûran dê gelê xwe silav bike.”

‘Me tu carî serî netewand’

Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan jî bal kişand ser çanda Kurdî û wiha got: “Ev gel di dîrokê de ji bo zimanê xwe, ji bo çand û hunerê xwe, ji bo strana xwe têkoşiyane û me tu carî serî netewand.”

‘Pêvajoya aştî û civaka demokratîk qadeke nû ya têkoşînê vekir’

Dûre parlementera DEM Partiyê ya Amedê Halîde Turkoglu axivî û got: “Ev axa qedîm, bîra tekoşîna me ya sed salî ji me re dibêje ku; heke zimanê van kûçe û qadan heba, ew tiştên ku hatine serê me dê nîşani herkesî daba. Ji ber wê yekê gelê Kurd layîqî her tiştî ye. Gelê Kurd hêjayî aştiya herî bi rûmet e. Bedelên ku dane û nirxên ku heta îro anîne êdî dibêjin ku; Kurd hene. Bi banga 27ê Sibatê ya ku Birêz Ocalan dabû destpêkirin re, pêvajoya aştî û civaka demokratîk qadeke nû ya têkoşînê ji me re vekir. Got ku aştî ne tenê bêdengbûna çekan e. Meseleya herî bingehîn a vî welatî, meseleya demokrasiyê ye. Li vê erdnîgariyê êdî dema qezenckirina Kurdan e. Li vê erdnîgariyê êdî dema qezenckirina jinan e. Li vê erdnîgariyê êdî dema qezenckirina ciwanan e û dema qezenckirina gelan e.”

Piştî axaftinan hunermend Mikaîl Aslan derket ser dikê û stranên ji hev xweştir strî. Bi hezaran welatiyên li qadê li ber stranên Mikaîl Aslan kêfxweş bûn û konser bi coş bi dawî bû.

Etîket: Amedkonsermikail aslanSanatçaSaredariya Sure
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

Li Amedê qeza: Jinek mir kesek jî birîndar bû

19 TEBAX 2026
Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

Li Amedê rêzeçalakiyên ‘Pêngava Rabin’ berdewam dike

17 TEBAX 2026
Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

Ciwanên welatparêz ên Amedê li Sûr û Peyasê 15ê Tebaxê bi coş pîroz kirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne