Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan tev li kongreya partiya xwe ya Amedê bû û got ku piştî sed salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd ji ser sifreyê aniye ser maseyê.
DEM Partiyê 3yemîn Kongreya Xwe ya Asayî ya Amedê bi tevilbûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, hevberdevkên Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sagyîgît û Mehmet Kamaç, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî yên sivîl û hezaran welatiyan li ÇandAmedê hat lidarxist. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta ‘Ji bo komara demokratîk civakek azad û rêxistinkirî’ li eywana kongre lê hat pêkanîn hatin daliqandin û girseya tev li kongreyê bûye bê navber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ berz kirin. Kongre bi hilbijartana dîwanê destpê kir. Piştî hilbijartina dîwanê ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê rêz hat girtin.
‘Gelê me li bendê ye ku Ocalan serbest were berdan’
Li ser navê dîwanê Rifat Ronî got ku di têkoşîna wan a aştî û demokrasiyê de heya niha gelek berdêlên giran hatine dayîn û ew bejna xwe li ber cangoriyên azadiyê ditewînin. Firat Ronî diyar kir ku ew di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hemû girtiyên azadiyê silav dikin û wiha axivî: “Ev dikarin vê ya pir hêsanî bêjin ku hêviya gelê Kurd ew e ku Ocalan demek zû de serbest were berdan û bi awayek azak pêşengtiya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bike.”
Piştî Rifat Ronî, Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Saadet Arcagok got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêvajoyek daye destpêkirin û ew jî weke dayikên aştiyê heya dawiyê piştgiriyê didin vê pêvajoyê û da zanîn ku ew dixwazin hevalên wan ên ketine rêveberiya nû berpirsyariya xwe baş bizanin û li gor ruhê pêvajoyê tevbigerin.
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Çaglar Demîrel jî got ku divê ji îro pêde ew layîqî şehîdan bin û li gor vê yekê xebatên civaka demokratîk werin meşandin.
‘Pêwistiya vê pêvajoyê bi ciwanan heye’

Piştre Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got ku ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve gelê Kurd vîna xwe nîşan daye û ev tişt anî ziman: “Pêwistiya vê pêvajoyê bi ciwanan heye. Gelê Amedê bajarek dilê hemû Kurdan e û îro pêvajoyek hebe ev yek bi keda mezin a gelê me pêk hatiye. Ez Dîcleyê, Sûrê û Bîra Amedê silav dikim. Her wiha hemû rêvevalên îro ne li vir bi dil û can silav dikim. Îro ger em li vir bin û bi awayek azad biaxivin ev bi saya şehîdên me ye û ez wan bi minet bi bîr tînim. Ez hevalên ku bi salan e li zindanan û her tim li ber xwe didin silav dikim. Silava herî mezin jî ji bo mîmarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk Birêz Ocalan dişînim. Bawer bikin dibe ku îro qîmetê vê pêvajoyê gelek kes fam nekin lê di pêşerojê de ev qedrê vê pêvajoyê wê baş were famkirin. Îro nasname, ziman, çand û mafên gelê Kurd li ser maseyî tên axaftin. Gelek hêvî li ser pêvajoyê hene lê pêvajoyê hêja jî ji ketina meriyetê derbas nekiriye. Heya niha me li ser ziman, çand, nasname û aboriya gelê Kurd neaxaftiye. Dema gavên qanûnî hatin avêtin wê deme em ê ji bo mafên gelê Kurd biaxivin. Mezîna vê pêvajoyê di destê gelê me de ye, em weke siyasetmedarên Kurd bikevin nava şaşitiyê jî mezîna vê pêvajoyê di destê we de ye û hûn çawa bixwazin ev pêvajo wê wiha berdewam bike.”
Geşedanên li Rojhilata Navîn

Tuncer Bakirhan di berdawama axaftina xwe de bal kişand ser gengeşiyên li Rojahilata navîn û axaftina xwe wiha domand: “Îro li tevahiya cîhanê edalet nemaye û ji ber ku demokrasî serwer nabe şer kêm nabe. Her wiha hêzên navneteweyî yên hegemonîk destên xwe yên qirêj ji vir dernaxin. Divê êdî em vê yekê biguherin û Birêz Ocalan hewl dide vê yekê pêk bîne. Birêz Ocalan dibêje werin em bi xwe vê pirsgirêkê çareser bikin. Hemû welatên Rojhilata Navîn di heman rewşê de ne û Birêz Ocalan dibêje van dewlatan berê xwe bidin demokrasiyê. Heya di Rojhilata Navîn de mafên gelên bidest neyên dayîn ev pirsgirêk wê berdewam bikin. Dibêjin ku kesî ne li ser maseyê be li ser sifreyê ye. Piştî sed salan Kurd êdî li ser maseyê ne û ev yek bi Rêbertiya Birêz Ocalan pêk hatiye. Em jî dixwazin weke gelên din jiyanekî jiyan bikin. Em jî dixwazin weke Ereb, Tirk û Farisan jiyan bikin lê heya îro li hember vê yekê derdikevin. Birêz Ocalan çawa ji bo Rojhilata Navîn çareseriyekî pêşniyar dike wisa ji bo Kurdan jî pêşniyara çareseriyê dike. Beriya gelek salan pêşniyar kir ku Pêşmerge bibe yek û îro ev yek pêk hatiye. Ev gav gelekî pîroz be. Lê tişta ku kêmanî jî heye. Divê êdî li Başûr hikûmet were avakirin û ji bo pêşeroja gel xebat werin kirin. Em ji vir bang li Îranê dikin ku dev ji êrîşêm xwe yên li ser bajarên Kurdan rawestîne. Her wiha em van êrîşan şermezar dikin. Em bang li Îranê dikin ku dev ji darvekirinê berde û ji bo çareseriya pirsgirêkê bi gel re rûne ser maseyê.”
Bal kişand ser rewşa Rojhavayê Kurdistanê û Sûriyeyê

Tuncer Bakirhan derbarê axaftinên Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê yên li civîna Neteweyên Yekbûyî de got ku divê ew gotin ne li ser gotinê bimînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo gelê me yê Rojava bigehêje mafên xwe yên zagonî rêyek hatiye vakirin û destxistina van mafan bi berxwedana me pêkan e. Beriya çend rojan Serokê Hikûmeya Demkî yê Sûriyeyê li civîna Neteweya Yekbûyî axaft û got ku ew dê mafên gelê Kurd têxin makezagonê. Em van mafan tenê bi gotinê qebûl nakin û divê demildest ev yek werin pêkanîn.”
‘Divê êdî Ocalan karibe bi awayekî azad tevbigere’
Tuncer Bakirhan herî dawî got ku divê Birêz Ocalan êdî bikaribe bi awayek azad tevbigere û wiha dawî li axaftina xwe: “Di hevdîtina bi Birêz Ocalan a 13yê Îlonê de Birêz Ocalan got divê rê li ber komîsyonan were vekirin. Divê demildest deriyên Îmraliyê werin vekirin û qanûna derketî bikeve meriyetê. Divê her kes bikaribe biçe gel Ocalan û Ocalan bikarebie bi awayek azad pêşengtiya pêvajoyê bike. Êdî girtiyên me divê werin berdan û ev pêvajo serbikeve.”
Piştî axaftina Tuncer Bakirhan raporên rêveberiya berê yên aborî û rêxistinî hatin xwendin û dengdanê. Piştî dengdayîna raporan rêveberiya nû hate hilbijartin. Piştî hilbijartina rêveberiya nû kongre bi dawî bû.
Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê weke Fatîme Îzol Levent û Yûnûs Mûratakan hatin aşkerekirin.























