• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Zelenskiy: Li Libyayê 2 keştiyên Rus bûn hedefa me

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Erebistana Siûdî êrişî Yemenê kir: 10 kesan jiyana xwe ji dest da

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Serokkomarê Iraqê: Em li dijî parçekirina Herêma Kurdistanê ne

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Zeydan: Ji bo bandora erdhejê bê kêmkirin divê xebateke hevpar bê kirin

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    Malbatên girtiyên nexweş dê bi dorê berê xwe bidin Enqereyê

    ROJEVA 23yê MIJDARA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê her tim çalak be’

Wan / AW

23 MIJDAR 2026 - 09:15
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Midûra Polîtîkayên Jinan a GABBê Nejla Gursoy diyar kir ku ew xebatên xwe yên 25ê Mijdarê bi dirûşmeya “Bi hêza xwe û vîna azad ve niha dema jinan e” dane detpêkirin û wiha got: “Divê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan tê kirin, bi rojekî ve neyê sînordarkirin û her dem xurttir bibe.”

25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî rojeke piştgiriyê ya gerdûnî ye ku di sala 1999an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatiye ragihandin. Armanca vê ew e ku bala civakê bikişîne ser her cure tundiya li jinan tê kirin û hişmendiyeke civakî biafirîne. Dîroka vê rojê xwe dispêre 25ê Mijdara 1960an ku dema li Komara Domînîkê sê xwişkên bi navê Patria, Minerva û Maria Teresa Mirabal (ku wekî Perperok/Las Mariposas dihatin naskirin) ji ber têkoşîna xwe ya li dijî rejîma dîktator Rafael Trujillo bi awayekî hovane hatin qetilkirin. 25ê Mijdarê di sala 1981ê de di kongreya jinên Amerîkaya Latîn û Karayîban de wekî roja bîranînê hat qebûlkirin û di 17ê Kanûna 1999an de bi biryara NYyê statuya roja navneteweyî ya fermî bi dest xist. Rêxistên jinan ên Kurd û yên Tirkiyeyê jî di vê rojê de bi bername û çalakiyan bal dikişînin ser têkoşîna hevpar a li dijî tundiya li ser jinan.

Midûra Polîtîkayên Jinan a Yekîtiya Şaredariyên Herêma Başûrê Rojhilata Anatoliyayê (GABB) Nejla Gursoy li ser xebatên xwe yên bi hêzkirina têkoşîna jinan û li ser xebatên xwe yên 25ê Mijdarê ji ajansa me re axivî.

‘Divê her roj em li dijî tundiyê rabin’

Nejla Gursoy destnîşan kir ku ew di warê têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de xwedî tecrubeyeke xurt in û dixwazin vê tecrubeyê bigihînin hemû rêveberiyên xwecihî. Nejla Gursoy diyar kir ku 25ê Mijdarê her çiqas ji bo têgihiştina li dijî tundiya li ser jinan girîng be jî divê bi têne vê rojê ve neyê sînordarkirin û wiha axivî: “Hefteya peşiya me wekî hûn jî dizanin roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan e. Em vê yekê naxwazin bi têne rojêkî ve sînordar bikin. Divê di heman demê de li dijî tundiya li ser jinan xetekî têkoşîne bê damezrandin. Em vê yekê pir girîng dibînin. Rêveberiyên xwecihî û şaredarî jî ji bo 25ê Mijdarê amadekariyên xwe didomînin. Îsal jî bi dirûşma ‘Bi hêza xwe û vîna azad ve niha dema jinan e’ starta xebatên 25ê Mijdarê hate dayîn. Ji bo 25ê Mijdarê em di taxan de bi jinan re tên cem hev, bi konferans, şano û sinemayê dixwazin têgiştinekê ava bikin. Em weke gerînendeya polîtikayên jinan a GABBê bi hişmendiya li dijî tundiya li ser jinan alikarî didin şaredariyan. Perwerdehiyên têgihiştinê amade dikin û ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan qadên xwe û protokolan avadikin. Ji bo xizaniya kur a aboriya jinan ji holê rabe xebatên koperatîfan ava dikin. Dîsa di vî warî de perwerdehiyan didin jinan. Wekî din ji bo di van xebatan de bihêztir bibin hewl didin ku polîtîkayên cuda biafirînin.”

‘Aştî qada xwe îfadekirina jinan firehtir dike’

Nejla Gursoy anî ziman ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan xurttir bibe û divê qada aştiyê jî firehtir bibe. Nejla Gursoy di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku di dahatuya xwe û bi îroniya xwe ve hêza jinan hêzeke çalak û xurt e û wiha got: “Aştî herî zêde ji bo jinan pedîviyek e. Ji ber ku şer bandora herî mezin li ser jinan dike. Dema em aştiyê diaxivîn em vê yekê dizanîn ku ev derfeteke mezin e, jiyana jinan baştir dike û qadên nû yên xwe îfadekirinê vêdike. Herî dawî li Amedê konferensek hat li darxistin ku polîtîkayên wekhevîxwaziya jinan dê çawa pêk were hat niqaşkirin. Ev polîtîka dê çawa bibe civakî û dê xwe çawa bigihîne jinan. Ji ber vê yekê ye ku divê qada aştiyê hebe. Tundî di her qada jiyanê de heye, tundiya dijital bigire heta tundiya zayendî her cur tundî pêk tê. Her roj tundî xwe rêxistin dike û belav dibe. Di rewşên wiha de hêza jinan a rêxistinkirî jî pir girîng e û ji bo avakirina aşiyê jî wisa ye. Em hewl didin ku piştgirî û rêxistinbûyîna xwe bihêztir bikin. Dema ku em bi ber bi 25ê Mijdarê ve diçîn bang dikin ku hêza jinan û rêxistinbûna jinan xurttir bikin. Têkoşîna jinan ji paşeroja xwe û heta îro hêzêke sereke û çalak e. Em vê bi bîr dixin ku di nav vê têkoşîne de tu jin tenê nîn in. Em di vê baweriyê de ne ku sibêrojeke bi tevlîbûna jinan dê bê avakirin.”

Etîket: 25ê MijdarêNejla Gursoytêkoşîna li dijî tundiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê  Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

23 MIJDAR 2026
Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakiya jinan

Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakiya jinan

21 MIJDAR 2026
‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

20 MIJDAR 2026
‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

19 MIJDAR 2026
Otomatik taslak

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

18 MIJDAR 2026
Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

14 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne