• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Omer Ocalan: Aştî jî çareserî jî ji girtîgehan derbas dibe

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Betalkirina dîplomaya Îmamoglû teqez bû

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Çalakiya nobedê di roja 3yan de ye: Ger pêvajo hebe çima girtiyên nexweş nayên berdan?

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê biçe Îmraliyê

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê karkerekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

Murat Temel / AW

19 MIJDAR 2026 - 09:29
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Wan – Aktivîsta TJAyê Medîne Ete derbarê xebatên 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî nirxandin kir û wiha got: “Li dijî polîtîkayên şerê taybet, bêcezatiyê û tundiyê em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurttir bikin.”

Li tevahiya Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî de çalakî û bernameyên jinan bênavber didomin. Li aliyekî polîtîkayên şerê taybet, tundiya dîjîtal û aborî ya li ser jinan zêde dibin, li aliyê din jî kiryarên qetilkirina jinan û destavêtina li ser zarokan bêceza dimînin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî li dijî van polîtîkayan li hemû navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi atolye û civînan rêxistinkirina jinan didomînin.

Aktivîsta TJAyê Medîne Ete derbarê xebatên 25ê Mijdarê, polîtîkayên şerê taybet û bêcezatiyê de ji ajansa me re axivî.

Medîne Efe

‘Em derhiqûqiyê qebûl nekin’ 

Medîne Ete destnîşan kir ku li her derê Kurdistanê, li dijî zarok û jinan tundî û gelek lîstikên qirêj tên kirin û di warê psîkolojîk, dîjîtal, zayendî û aborî de êrişên giran li ser jinan berdewam dikin. Medîne Ete diyar kir ku bi taybetî jî li ser medyaya dîjîtal êriş zêde bûne û wiha got: “Li Rojhilatê Kurdistanê me dît ku gelek tiştên nebaş li ser bedena jinan tên kirin. Lewma me xwest em starta 25ê Mijdarê li ser deriyê sînor bidin da ku bala her kesî bikişîne û em bibêjin em wekî tevgera jinan vê yekê qebûl nakin û helwesta xwe nîşan didin. Divê em ne tenê roja 25ê Mijdarê li dijî tundiyê rabin, divê em her roj li dijî tundiyê têkoşîneke zêde bikin. Bi rastî di nav civakê de polîtîkayên şerê taybet gelekî tên birêvebirin û belavî ser hemû civakê dikin. Em wekî aktivîstên TJAyê, di warê psîkolojîk, sosyolojîk û her warî de qad bi qad, kolan bi kolan em ê xwe bi rêxistin bikin. Sazî û dezgehên me yên jinan jî divê li dijî vê derhiqûqiyê derkevin, divê em wekî jinan rêxistina xwe xurt bikin û her kesî hişyar bikin.”

‘Mesele ne aborî ye, mesele hişmendî ye’

Medîne Ete bal kişand ser hişmendiya li dijî jinan û wiha axivî: “Gelek jin di warê fîzîkî, psîkolojîk û her warî de bi tundiyê re rû bi rû dimînin û em jî bi van rewşan re rû bi rû dimînin. Belê, îro em diçin kîjan kolanê, di warê hişmendiyê de zexteke pir giran li ser jinan heye. Em ê li kolanan jî têkiliyan xurt bikin, vê tundî û vê hişmendiyê ji holê rakin û têkoşînê belav bikin. Sazî û dezgehên me yên jinan jî divê bi vî awayî hemû bi hev re li dijî vê tundiyê derkevin û xwe bi rêxistin bikin. Bê rêxistinbûnê tu tişt çênabe. Dema rêxistin were xurtkirin, tundî jî û şerê taybet jî ji holê radibin. Bi salan e bedena jinan di warê aborî de tê bikaranîn. Mesele ne aborî ye, mesele hişmendî ye. Jinan wekî amûr û mal dibînin, qîmeta jinan tenê bi pereyan tê pîvan. Em wekî TJAyê vê yekê qet û qet qebûl nakin, em ê helwesta xwe nîşan didin.”

‘Em ê kom û meclisên xwe yên jinan damezirînin’

Medîne Ete da zanîn ku ew ne tenê bi awayê atolyeyan, ew ê civînên jinan jî li dar bixin û bi hev re xurt bibin. Medîne Ete diyar kir ku divê jin di vê têkoşînê de destê xwe bidin hev û wiha pê de çû: “Li ser vê bingehê em ê xwe ji nû ve ava bikin û em ê kom û meclisên xwe yên jinan damezirînin. Di vê pêvajoyê de divê li hemberî şerê taybet polîtîka, helwest û têkoşîna me hebe û ev yek bi taybetî li ser ziman jî xwe nîşan bide. Ev mesele ne tenê bi 25ê Mijdarê ve girêdayî ye, lê naveroka 25ê Mijdarê ji bo me gelekî girîng e.”

‘Em ê li dijî destdirêjiya li ser zarokan bêdeng nemînin’

Medîne Ete bal kişand ser polîtîkayên qetilkirina jin û zarokan û diyar kir ku kujerên weke yên Rojîn Kabaiş û Îpek Er li kolanan bêceza digerin. Medîne Ete destnîşan kir ku ew ê li dijî vê bêcezatiyê bisekinin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li dadgehan dikim ku kujerên jinan bi awayekî herî giran ceza bikin. Beriya hefteyekê li Geverê jî zarokeke 13 salî ji aliyê hişmendiya mêrê desthilatdar ve rastî destdirêjiyê hat; me wekî Tevgera Jinan helwest nîşan da, lê divê ne tenê jin, her kes di warê wijdanî de li hemberî tacîz û destdirêjiya li ser zarokan bêdeng nemîne û heta dawiyê lê xwedî derkeve.”

Etîket: 25ê Mijdarê25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser JinanTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin azadiya xwe bi felsefeya Jin Jiyan azadiyê ve girê didin’

18 MIJDAR 2026
Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

Bêrîvan Kûtlû li ser gora xwe hate bibîranîn

17 MIJDAR 2026
Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

Jinan li Sêrtê starda çalakiyên 25ê Mijdarê da

14 MIJDAR 2026
Li Licê civîna 25ê Mijdarê: Gotina me neqediya, em ê tundiyê rawestînin

Li Licê civîna 25ê Mijdarê: Gotina me neqediya, em ê tundiyê rawestînin

13 MIJDAR 2026
‘Li cihê ku jin ne azad be li wir aştî pêk nayê’

‘Li cihê ku jin ne azad be li wir aştî pêk nayê’

13 MIJDAR 2026
Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

Şaredariyên DEM Partiyê yên Amedê starta xebatên xwe yên 25ê Mijdarê dan

12 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • 89 sal derbas bû, çima cihê gora Seyîd Riza nayê eşkerekirin?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li dijî bişaftina netew-dewletê modela çareseriyê: Entegrasyon

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Tayîp Temel: Di demek nêz de rojnameger dê bikarin bi Rêber Ocalan re hevdîtinê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne