• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
23 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’

    ‘Mirin û şewitandina înfazan a li girtîgehan provokasyon e’

    Dayikên Aştiyê li ber deriyê AKPê banga berdana girtiyên nexweş kirin  HATE NÛKIRIN

    Dayikên Aştiyê li ber deriyê AKPê banga berdana girtiyên nexweş kirin HATE NÛKIRIN

    Malbatên girtiyên nexweş: Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne dadgeh in

    Malbatên girtiyên nexweş: Lijneyên Îdare û Çavdêriyê ne dadgeh in

    Ji bo hestiyên ku li şikeftek Farqînê hatin dîtin serî dozgeriyê dan

    Ji bo hestiyên ku li şikeftek Farqînê hatin dîtin serî dozgeriyê dan

    ÎHD: Li Bakurê Kurdistanê di salekê de herî kêm 57 zarokan jiyana xwe ji dest da

    ÎHD: Li Bakurê Kurdistanê di salekê de herî kêm 57 zarokan jiyana xwe ji dest da

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

    Li Farqînê şikeftek tijî hestî hate dîtin: Gelo ev hovîtiya JÎTEMê û Hîzbullahê ye?

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji ÎDAYDERê panela ‘Di Quranê de cihê jinan’

Stenbol / AW

23 MIJDAR 2026 - 16:13
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
ÎDAYDERê panelek bi navê “Di Quranê de cihê jinan” li dar xist. Di panelê de hate diyarkirin ku tundî ne tenê fizîkî ye, şopandina têlefonê û astengkirina hevdîtina bi malbata xwe re jî tundî ye û û ev yek hate gotin: “Tundiya psîkolojîk jî heye û êdî nayê dîtin. Hişmendiya qirêj a ku dixwaze jinan tune bike û bindest bike, derbarê jinan de gotinan dibêje. Mêr dixwaze serdest be, ev hemû tişt jê tên. Dema em rastiyê nezanin, kes dikare serdestiyê li me bike.”

Komeleya Alîkariyê ya Alimên Olî ya Stenbolê (ÎDAYDER) panelek bi sernavê “Di Quranê de cihê jinan” li dar xist. Panel li avahiya ÎDAYDERê ya li navçeya Bahçelîevlerê ya Stenbolê pêk hat. Endam û rêveberên ÎDAYDERê, Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, Dayikên Aştiyê û gelek jin tev li panelê bûn.

Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Înal û aktivîsta mafên jinan Nûrten Ertûgrûl weke axêver beşdarî panelê bû.

Panel bi xwendina fatîhayê ji bo şehîdan dest pê kir.

‘Divê em li dijî tundiyê helwestekê bigirin’

Hevseroka ÎDAYDERê Adalet Unlu beşdaran silav kir û axaftinek xurt kir. Unlu bi bîr xist ku ew bi boneya 25ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, hatine cem hev û got: “Tundî ne tenê tundiya fizîkî ye, tunehesibandina jinê jî tundiyekî ye. Ol mafê kontrolkirina mirovekî din nade. Divê tundî bi hinceta olî jî pêk neyê. Têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê peywira jinan e. Gelek peywir dikeve ser milê erkdarên olî. Divê em li dijî tundiyê helwestekê bigirin. Divê em li gel jinan bin. Werin li dijî tundiyê bêdeng nemînin.”

‘Tundî ne takekesî ye, tundî civakî ye’

Ewilî Nûrten Ertûgrûl axivî. Ertûgrûl diyar kir ku xebatek wiha ya di 25ê Mijdarê de pir girîng e û wiha got: “Divê em berî her tiştî behsa sedemên tundiyê bikin. Ji ber ku gelek caran tundî li hin herêman wekî çand tê dîtin, carna jî tundî di nav malan de dimîne û nayê dîtin. Jin li malên xwe di nav tirsê de dijîn. Bi hezaran kes wisa dijîn, gelo em dikarin ji vê re bibêjin malbat? Ji ber ku malbat cihê şanaziyê û dilxweşiyê ye. Tundî ne tenê fizîkî ye. Carna şopandina têlefonê û astengkirina hevdîtina bi malbata xwe re jî tundî ye. Tundiya psîkolojîk jî heye û êdî nayê dîtin, ji ber ku tê normalîzekirin. Eger zarokek kûr di nav tundiyê de mezin bibe, tundiyê wekî mafê xwe dibîne. Di hişê zarokan de tundî û hezkirin tevlihev dibin. Dema em bibin şahidê tundiyê an jî bibihîzin, divê em nebêjin ‘tiştekî nabe.’ Ji ber ku ev gotin dibe sedema domandina tundiyê. Guh bidin dengê jinên ku rastî tundiyê tên. Tundî ne takekesî ye, tundî civakî ye. Îro pêvajoyek heye. Heke di nav gel de aştî tê gotin, divê piştgirî jî hebe. Kîjan maseyê jin hebin, aştî zêdetir pêkan dibe. Rola jinan pir girîng e. Heke jin hebin, aştî dê pêk were. Di pêvajoya sala 2015an de jin bêdeng bûn û pêvajo xera bû. Divê em di pêvajoya niha de bêdeng nemînin.”

‘Mêr dixwaze serdest be’

Hevseroka Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê Perva Înal jî diyar kir ku divê herkes bizane ku hin hadîs çawa hatine mealkirin û wiha got: “Di hadîsekê de tê gotin: ‘Çi mêr çi jin be, kî tiştekî baş bike, em ê jiyanekî baş bidin wî.’ Di navbera jin û mêran de cudahî tune ye. Di sûreya Ehzabê ya 35emîn de tê gotin ‘mêr û jinên misilman ên ku berxwe didin, xwe diparêzin hwd.’ Ev bi vî rengî berdewam dike. Diyar e ku di navbera jin û mêran de tu cudahî tune ye. Jin ji parsûya mêran nehatiye afirandin. Bi salan tiştên cuda ji me re hatine gotin. Çi kirin? Jin kirin perçeyekî mêran. Hişmendiya qirêj a ku dixwaze jinê tune bike û bindest bike, derbarê jinan de gotinan dibêje. Mêr dixwaze serdest be, ev hemû tişt jê tên. Dema em rastiyê nezanin, kes dikare serdestiyê li me bike. Divê em mafê xwe bizanin ku serdestî ji holê rabe. Ji ber ku Xwedê jî dibêje: hûn wekhev in. Dema ku me banga hin jinan kir ji me re gotin ’em tu carî tenê derneketin, nizanin werin.’ Divê em jî bibêjin ‘çima bendê ne ku yek kes mafê me bide û me biparêze.’ Divê em dev ji hişmendiya maxdûritiyê berdin.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: 25ê MijdarêFederasyona Lêkolînên Îslamî ya MezopotamyayêÎdayder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Peyas û Sûrê xebatên 25ê Mijdarê

Li Peyas û Sûrê xebatên 25ê Mijdarê

23 MIJDAR 2026
Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê  Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

Dosye-1: 25ê Mijdarê rastiya qadê, hiqûq û rêxistinbûnê
Li qadê heqîqeta jinan û berpirsyariya çapemeniyê

23 MIJDAR 2026
‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê her tim çalak be’

‘Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan divê her tim çalak be’

23 MIJDAR 2026
Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakiya jinan

Li Qendîlê li dijî tundiyê çalakiya jinan

21 MIJDAR 2026
‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

‘Dewlet bi polîtîkaya bêcezahiştinê mêran diparêze’

20 MIJDAR 2026
‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

‘Em ê kolan bi kolan rêxistinbûna xwe xurt bikin’

19 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Birîna ku di wijdana civakê de nehatiye jibîrkirin: Ugur Kaymaz

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Franziska Stier: Abdullah Ocalan ne azadiya xwe perspektîfa civakî li pêş dixe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne