Enqere – Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî û Serokê Meclise Numan Kurtulmuş tekildarî qanûna çarçoveyî bi Walî, Fermandarên Cendermeyan û Midûrên Emniyetê yên 81 bajaran re bi rêya vîdeo konferansê, li dar xistin.
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî û Serokê Meclise Numan Kurtulmuş tekildarî Qanûna Çarçoveyî a bi navê ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ bi Walî, Fermandarên Cendermeyan û Midûrên Emniyetê yên 81 bajaran bi rêya video konferansê civiyan. Di civînê de plansaziya ketina meriyetê ya qanûna çarçoveyî û xebatên saziyên dewletê hatin nirxandin.













