Dayikên Aştiyê ku ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên şênber ji bo pêvajoyê li Enqereyê nobetê digirin diyar kirin ku ew tevî êşên kişandine jî aştiyê dixwazin û ji desthilatê xwestin gavên şênber biavêje.
Meclisa Dayikên Aştiyê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û avêtina gavên berbiçav a ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji 24 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe dan Enqereyê. Dayikên Aştiyê ku li Parka Meclisê hatin gel hev li wir daxuyaniyek dan û ji desthilatê xwestin gavên pêwîst biavêje û daxwazên xwe anîn ziman. Piştî daxuyaniyê dayik derbasî Parka Kurtuluşê bûn û li vir kon vegirtin û dest bi nobedê kir. Dayikên Aştiyê ku li vir heta şeveqê di kon de nobetê girtin bi stran û bi berzkirina dirûşmeyan daxwazên xwe anîn ziman.
Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ji ajansa me re axivîn û dayikan diyar kir ku tevî êşên wan kişandiye jî berê xwe dane Enqereyê û daxwaza aştiyê dikin û gotin ji bo dilê tu dayikan neşewite hatine Enqereyê û bang li dayikên leşker û polîsan kirin ku ew jî piştgiriya aştiyê bikin. Her wiha dayikan destnîşan kir ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û bang li rayedaran kirin ku gavên berbiçav biavêjin.












