Riha – Rojnamevan û Hevberdevka kampanyaya ‘Kobanê Nasname ye’ Rebîa Êto der barê polîtîkayên Hikûmeta Demkî ya Şamê de li ser guhertina navê Kobanê û pêvajoya entegrasyonê axivî û destnîşan kir ku hewldanên ji bo guhertina navê Kobanê berdewamiya hişmendiya rejîma Baasê ye û diyar kir ku kampanya “Kobanê Nasname Ye” heta ku encam bigire dê berdewam bike.
Dîroka Kobanê, ji ber cihê wê yê jeopolîtîk ê li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê, xwedî raboriyeke pir taybet e. Ev dîrok ji avabûneke nûjen a sedsala 20an dest pê dike û heta berxwedaneke ku dengê xwe gihandiye tevahiya cîhanê dirêj dibe. Avabûna bajêr di sedsala 20an de weke jîngeh û zozanên deşta Pirsûsê dihat nasîn. Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û hilweşîna Împaratoriya Osmanî di navbera Fransa û Tirkiyeyê de Peymana Enqereyê (1921) hat îmzekirin. Rêya hesin ku derbas dibû, bû sînorê fermî. Ji ber vê yekê Deşta Pirsûsê û gelek eşirên herêmê, wekî eşîra Berazan, bûn du parçe. Beşek li aliyê Bakur man, beşek li aliyê Rojava man. Bakur di bin serweriya Tirkiyeyê û Rojava jî di bin serweriya Fransayê de ma. Kobanê di bin bandora Fransa de ma. Kobanê hêdî hêdî veguherî navendeke rûniştinê û bajêrî. Bi taybetî piştî serhildanên Kurdan ên li Bakur, wekî serhildana Şêx Seîd û Agiriyê, gelek malbat, rewşenbîr û welatparêzên Kurd wekî encamên cemiyeta Xoybûnê, penaberî Kobanê bûn. Kobanê bû navendeke girîng a çand û nasnameya Kurdî.
Kobanê li cîhanê deng veda
Piştî hatina Rejîma Baasê (1963), polîtîkayên çewisandinê li ser Kurdan zêde bûn. Di çarçoveya projeya “Kembera Erebî” de, navê Kobanê di qeydên dewletê de hat guhertin û kirin “Eyn El Ereb (Kaniya Ereb).” Rêveberiya Şamê xwest nasnameya bajar a Kurdî tune bike û Erebkirinê ferz bike, lê gelê Kobanê çand û zimanê xwe parast. Di dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê de, Kobanê bû yekemîn bajarê ku ji bin kontrola rejîma Baasê hat derxistin. Di 19ê Tîrmeha 2012an de gelê Kobanê bajarê xwe parast û ev roj wekî destpêka “Şoreşa Rojava” ket dîrokê. Paşê Kobanê bû yek ji sê kantonên sereke yên Rêveberiya Xweser a Rojava.
Di Îlona 2014an de çeteyên DAIŞê bi çekên giran êrişî Kobanê kir û dest bi dorpêçkirina bajêr kir. Li dijî vê hovîtiyê, şervanên YGP û YPJê kolan bi kolan berxwedaneke bêhempa nîşan dan û bajarê xwe parastin. Ev şer bû rojeva sereke ya cîhanê. DAIŞê jî dixwest Kobanê bike bin kontrola xwe û navê wê bike “Eyn el Îslam”, di 26ê Çileya 2015an de, piştî berxwedana bêhempa ya 134 rojan, Kobanê bi temamî hat rizgarkirin. Ev serkeftin bû destpêka hilweşîna DAIŞê ya di asta navneteweyî de.
Li dijî Erebkirinê çalakiya nasnameyê
Niha jî hikûmeta Demkî ya Şamê wek berdewamiya hişmendiya rejîma Baasê dixwaze navê Kobanê weke “Eyn El Ereb” ragihîne. Ev polîtîka “Kemera Erebî” bû sedem ku gelê Kobanê her tim li hemberî hişmendiya Baasê di nav hişyariyeke mezin de be, îro jî tê dîtîn ku Hikûmeta Demkî ya Şamê pankartên “Eyn el Ereb” dadiliqîne û dixwaze vê polîtîkayê berdewam bike. Gelê herêmê vê yekê rasterast weke berdewamiya polîtîkaya “Kembera Erebî û hişmendiya înkarê” dibîne û bi rojane di çarçoveya kampanya “Kobanê Nasname Ye” çalakiyan li dar dixe û li ser piyan e. Gelê Kobanê dibêje Kobanê îro di hişê cîhanê de ne tenê navek e, sembola nasname û berxwedanê ye.
Hevberdevka kampanyaya “Kobanê Nasname Ye” û rojnameger Rebîa Êto derbarê polîtîkayên li ser Kobanê ji Ajansa Welat re axivî.
‘Pêvajoya entegrasyonê hêdî tê birêvebirin’
Rebîa Êto bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê ya li Sûriyeyê ku bi giştî tê birêvebirin û û destnîşan kir ku ev mesele pir hatiye dirêjkirin û diviyabû demeke zûtir bihata çareserkirin. Êto anî ziman ku dema ew li nêrînên rayedarên Rêveberiya Xweser a Rojava digirin, dibînin ku meseleya entegrasyonê pir giran bi rê ve diçe û wiha got: “Belê, belkî li hin cihan û hin sazî hatibin entegrekirin, lê xala herî sereke û asê mayî entegrekirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ye. Hikûmeta Şamê ya Veguhez bi tu awayî artêşa jinan qebûl nake û dibêje ‘li gel me artêşeke jinan tune ye’. Sîstema ku ji aliyê Hikûmeta Şamê ya Veguhez ve tê meşandin, ev çend sal in li beramberî hebûna jinan û wekheviya zayendî ye. Her wiha mijara dîlgirtiyên QSDê jî giran dimeşe. Hemû kesî dît û dizane ku YPJê di Şoreşa Rojava de pêşengtî kir û bû rastiyeke şoreşê. Ji ber vê yekê, YPJ zû bi zû dev ji vê artêşa xwe bernade. Mirov dikare li ser entegrasyonê vê yekê bêje ku pir giran tê meşandin.”
‘Hişmendiya rejîma Baasê ya hilweşiyayî hê jî têk neçûye’
Rebîa Êto destnîşan kir ku tevî meşandina giran a entegrasyonê, Hikûmeta Şamê ya Veguhez bi polîtîkayên înkar û bişaftinê dixwaze navên bajaran biguherîne û wiha pê de çû: “Hikûmeta Şamê ya Veguhez dibêje qey di qeydên rejîma Baasê de navê Kobanê ‘Eyn el Ereb’ bûye û vê yekê wekî hincet nîşan dide. Lê gelê Kobanê ne zarok e ku polîtîkayên wan ên bişaftinê fêhm neke. Bi rastî jî mirov dikare bêje ev kiryarên wan didin nîşandan ku li beramberî navê Kobanê hê jî kînek û xofeke mezin heye. Hê jî hişmendiya rejîma Baasê ya ku Sûriye hilweşand, têk neçûye. Heman hişmendî bi van kiryaran berdewam dike. Guhertina navên bajarên me ne mafekî hiqûqî ye, ne jî mafekî exlaqî ye. Em vê erdnîgariyê zêdetir bi têkoşîn û berxwedana Kobanê ya li dijî têkçûna nasnameyê nas dikin û dibînin. Beriya vê têkoşînê jî li Kobanê li ber wan polîtîkayan berxwedan hebû. Di dema rejîma Baasê de, dema ku ‘Kembera Erebî’ çêkiribûn, xwestin navê Kobanê biguherînin û bikin ‘Eyn el Îslam’, lê Kobanê nav û mezinahiya xwe parast.”
Kampanya ‘Kobanê Nasname Ye’ berdewam dike
Rebîa Êto diyar kir ku li dijî hewldana guhertina navê Kobanê, bi serkêşiya komek rojnamevan û çalakvanên Kobanê kampanyaya bi navê “Kobanê Nasname Ye” dane destpêkirin û ev yek anî ziman: “Me çima navê vê kampanyayê kir ‘Kobanê Nasname Ye’? Ji ber ku Kobanê nasname û hebûna me diyar dike. Heke em bikaribin hebûna xwe bidin nasîn, divê em parastina navê xwe bikin. Em kesên ku kampanya daye destpêkirin û hemû gelê Kobanê dibêjin ku navê Kobanê Kobanê ye, ne Eyn el Ereb e. Cîhan bi temamî bi navê Kobanê vî bajarî nas dike; ji ber ku rabirdû, dîrok û çandeke wî heye. Ji ber vê yekê, dema dest bi vê kampanyayê hat kirin, tevahî gelê Kurd ji bo kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’ rabû ser pêyan, deng da dengê gelê Kobanê û piştgirî da.”
‘Armanca me belgeyên fermî ne’
Rebîa Êto bi lêv kir ku Hikûmeta Şamê ya Veguhez li dijî kampanyaya wan li gelek cihan pankartên bi nivîsa “Hûn bi xêr hatin Eyn el Erebê” daliqandine û wiha got: “Hikûmeta Şamê ya Veguhez dema dît ev kampanyaya me bûye rojev û bertekên gel mezin bûn, vê carê rabû pankartên ‘Hûn bi xêr hatin bajarê Kobanê’ daliqandin. Bi vî awayî xwestin vê hemleya ku me daye destpêkirin pûç bikin da ku êdî gel bibêje ‘temam em gihîştin encamê’. Lê tişta ku em dixwazin ne ew e. Armanca me ew e ku di belgeyên fermî de navê Kobanê derbas bibe. Wekî mînak; heke parêzgeha Helebê ji bo Şaredariya Kobanê belgeyeke fermî bişîne, bila nebêje ‘ji bo şaredariya Eynil Erebê’, bila bêjin ‘Şaredariya Kobanê’. Em dixwazin ev yek di hiqûqê de derbasdar bibe û ji bo me tişta sereke ev e. Ji bo vê jî kampanyaya me hêj berdewam dike û dê berdewam bike. Li dijî van polîtîkayan em ê çalakiyên curbecur li dar bixin.”
‘Gelê Kobanê li ser pêyan e’
Rêbîa Êto diyar kir ku gelê Kobanê li dijî van polîtîkayan bi hêrs e û li ser pêyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di çalakiyên ku li Kobanê hatin lidarxistin de gelê Kobanê li hemberî vê polîtîkayê helwesta xwe diyar kir. Ji 7 salî heta 70 salî gelê Kobanê tevlî van çalakiyan dibe. Bi yek helwestî gotin: ‘Em ranawestin û em ê her li ser piyan bin.’ Ji bo ku em bigihîjin encamê, bi her awayî be bila bibe, em nahêlin navê Kobanê bê guhertin û em ê her tiştî bikin. Gelê Kobanê dibêje heke em bêdeng bimînin, dê dewlet bi rehetî navê gelek cihên Kurdistanê biguherîne. Ji ber vê yekê em bêdeng namînin; navê Kobanê dê her bibe Kobanê û mezinahiya xwe biparêze. Çawa ku bi berxwedan û têkoşîna xwe di cîhanê de deng veda, dê dîsa wisa tevbigere. Ez dixwazim bêjim ku hemû cîhan deyndarê Kobanê ye; ji ber ku Kobanê li dijî hovîtiya DAIŞê cîhan ji xetereyeke mezin xilas kir. Ji ber vê yekê, divê hemû kes piştgiriyê bide kampanyaya me.”













