• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    ‘Rawestandina înfazan û xetereya li ser girtiyên nexweş dewam dikin’

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Li kana komirê teqîn: 3 karker mirin

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Salvegera erdheja Wanê: Hê jî tedbîrên pêwîst tune ne

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Pirtûka ‘Manîfestoya Civaka Demokratîk” li Girtîgeha Sêwregê hate qedexekirin

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

    Li Rojhilatê Kurdistanê lehî: 3 kesan jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şoreşa Rojava li Kobanê hate pîrozkirin

Navenda Nûçeyan / AW

19 TÎRMEH 2026 - 23:50
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi beşdariya bi hezaran kesî, 14emîn salvegera Şoreşa Rojava li Stadyuma Şehîd Bawer Agir bi şahiyekê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de rola pêşeng a Kobanê û girîngiya parastina destkeftiyan hat teqezkirin.

Di rojeke weke îro de, beriya 14 salan li bajarê Kobanê çirûska Şoreşa Rojavayê Kurdistanê geş bû; şoreşa ku di dîroka gelê Kurd de bi dehan destkeftiyên girîng mîsoger kirin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî, şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û gaziyên şer ji bo vê rojê pîroz bikin di şahiyê de amade bûn.

Şahî li Stadyuma Şehîd Bawer Agir ya bajarê Kobanê hat lidarxistin. Beşdaran alên şoreşê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û piştre gelek axaftin û peyamên girîng hatin pêşkêşkirin.

Hevserokê Encûmena Cibicîkar yê Rêveberiya Xweser li Kobanê Ferhan Hec Îsa di axaftina xwe de tekez kir ku wê Kobanê rola xwe ya pêşeng û stratejîk biparêze û ji bo vê jî tê bikoşe.

Fermandara YPJ’ê Dilbirîn Kobanê jî bal kişand ser salvegera şoreşê û wiha got: “Me bi têkoşîn û serhildanê karibû nasnameya xwe weke jin û weke gelê Kurd misoger bikin ku ev yek ji bajarê Kobanê destpêkir. Hebûna me weke gelê Kurd li Kobanê destpêkir, ji ber vê yekê jî niha Kobanê di heman astê de rola xwe dilîze.”

Dilbirîn Kobanê pîrozbahî diyarî giyanê têkoşerên şoreşê kir û wiha berdavam kir: “Gelê me bi dehan û bi sedan zarokên xwe fedaî vê axê kirin. Bi taybetî gelê Kobanê dîrok bi xwîna zarokên xwe nivîsand. Ji bo vê jî bila tu alî propagandaya xwe li ser ked û xwîna vî gelî neke. Em li vir ruhê tevahî cangoriyên azadiyê zindî dikin, ji ber vê jî di vê şahiyê de em sozên xwe nû dikin. Lewma em vê şahiyê diyarî giyanê tevahî şehîdên ku canê xwe fedaî vê şoreşê kirine dikin.”

Di şahiyê de bênavber dirûşmeyên “Berxwedan jiyane”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Piştre li gorî bernameyê, şahî bi pêşkêşkirina berhemên komên hunerî yên Kobanê; Koma Botan, Koma Şehîd Esmer û komên govendê dewam kir. Di heman demê de ji herêma Cizîrê hunermend Baran Dilbihar û ji derveyî Rojavayê Kurdistanê hunermend Berbang Hilat derketin ser dikê.

Şahî bi gerandina xelekên govendê, bi dirûşme û tilîliyên jinan bi dawî bû.

Etîket: KobanêpîrozşahîŞoreşa Rojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026
Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

Di salvegera pêngava 15ê Tebaxê de li Îzmîrê şahî

14 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne