Riha – Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku koçberên ku piştî 8 salan bi şahî berê xwe dan Efrînê, li wir bi fîdyexwestin, asîmîlasyon û talanê re rû bi rû dimînin û wiha got: “Xwediyên malan di çadiran de ne, çete û Erebên hawîrdorê jî di malên wan de ne.”
Di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Şamê de piştî êrişan di 29ê Çileyê de peymanek hat îmzekirin. Yek ji xalên girîng ên peymanê rewşa koçberên Efrîn û Serêkaniyê bû. Li gorî peymanê divê Tirkiye i Efrîn û Serêkaniyê vekişe û koçberên Efrîn û Serêkaniyê vegerin cih û warên xwe. Heya niha tenê 8 komên koçberan vegeriyan e Efrînê lê hê jî vegereke ji bo Serêkaniyê çênebûye. Kurdên ku vedigerin ser cîh û warên xwe jî bi astengî, fidyexwestin û polîtîkayên giran ên asîmîlasyonê re rû bi rû dimînin.
Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo derbarê astengiyên li pêşberî vegera koçberan de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.
Piştî 6 salan vegera ber bi Efrînê ve
Îbrahîm Şêxo da zanîn ku ji meha Adarê û vir ve, vegera koçberan a ji bo Efrînê dest pê kiriye û wiha got: “Ji meha Adarê heta niha 8 komê koçberan vegeriyane Efrînê. Heta niha derdora 8 hezar û 720 malbat, ango nêzî 50 hezar welatiyên Efrînê, piştî 6 salan ji koçberiya bi zorê, vegeriyane ser cih û warên xwe. Welatî bi kêfxweşiyeke mezin çûn gundên xwe, nav mal û darên xwe yên zeytûnan. Lê li wir bi astengiyên pir giran re rû bi rû man.”
‘Ji bo malên koçberan pere tê xwestin’
Îbrahîm Şêxo bal kişand ser talan û dagirkirina mal û milkên Kurdan ji aliyê grûbên çekdar û Erebên ku ji deverên din ên Sûriyeyê li wir hatine bicihkirin û ev yek anî ziman: “Grûbên çekdar û kesên Ereb heta niha ji malên xelkê me derneketine. Ji ber vê yekê, xelkê me yê vedigere neçar dimîne li cem nasên xwe, di çadiran de an jî di nava qampan de bimîne. Mal û milkên wan radestî wan nakin. Xwediyên malan di çadiran de ne, çete û Erebên hawîrdorê jî di malên wan de ne. Di ser de jî dema ku Kurd malên xwe dixwazin, çete û Erebên hawîrdor ji bo derketinê pereyên giran a ku digihîje hezaran dolaran ji wan dixwazin. Ji bo ku ji malan derkevin, ji xelkê me daxwaza fidyeyê ya ji 3 hezar dolarî heta 15 hezar dolarî dikin. Ev polîtîkayeke bi zanebûn e da ku xelkê me aciz bibe û careke din ji wir bar bike.”
Polîtîkaya pera û talankirinê
Îbrahîm Şêxo bal kişand ser rola hikûmeta Demkî ya Şamê ango rêveberiya herêmî ya li Efrînê û diyar kir ku hikûmet û rêveberiya Efrînê ya Şamê tu gavên pratîkî neavêtine û tenê ji bo ragihandinê daxuyaniyan didin û got: “Ji bo mal û milkên koçberên vedigerin di pratîkê de tiştek nîn e. Rêveberî daxuyaniyan dide ku ew malên xelkê radest dikin, lê ji sed malî, malek jî jî radest nekirine û nakin. Hêza erebên hawîrdor û grûbên çekdar ji Tirkiyeyê tê, ji ber wê jî rêveberiya Efrînê tedbîran nagigre û mal û milkên koçberan radest nake. Ji xwediyên malan kaxezên qanûnî û rasteqîn dixwazin, lê ji bo talankirina çeteyan tu qanûn tune ye. Em dibînin ku xwediyê malekê li gundê Bafilorê ji ber ku nikaribû hezar û 700 dolar bide, çeteyan mala wî rûxandin û bi erdê re kirin yek.”
‘Li Efrînê derfetên jiyanê û kar nîn in’
Îbrahîm Şêxo li ser rewşa Kurdên ku li herêmê mane û yên nû vegeriyane jî ev yek anî ziman: “Hêviya xelkê me ew bû ku vegerin li ser cih û warê xwe û di nava aramiyê de bijîn. Lê îro li wir derfetên kar nîn in, mirov nikarin debara xwe bikin. Rêveberiya bajêr ne di destê Kurdan de ye, di destê Erebên ku ji Dêrezor û Hesekê anîne de ye. Tenê li navenda Efrînê derdora 5 hezar malbatên Ereb hatine bicihkirin. Ziman, çand û cil û bergên wan serdest in û Kurdên me li wir di nava tecrîd û zehmetiyeke mezin de dijîn.”
‘Tirkiye di talan û wêrankirinê de bi rola sereke radibe’
Îbrahîm Şêxo destnîşan kir ku di warê talan û wêrankirinê de dewleta Tirk bi rolek sereke radibe û wiha got: “Grûbên çekdar ên bi ser dewleta Tirk li wir in. Herî dawî, roja Yekşema borî, dewleta Tirk ji gundê Basilê yê Efrînê leşkerên xwe vekşand. Lê dema vekişiyan jî cih û malên tê de mabûn hemû talan û wêran kiribûn. Dema koçberên ku vegeriyan çûn wan cihên leşkerên Tirkyeyê jê vekşiyane dîtîn, bi talan û wêrankirinê re rû bi rû man û mal û cihên wan temamî hatibûn xirakirin. Li gelek cihan jî gund û dîsa kargeh hatin talankirin û şewitandin. Dewleta Tirk û grûbên çekdar bi hev re vê polîtîkayê bi rê ve dibin da ku Kurd feqîr û bêçare bimînin.”
‘Saziyên navneteweyî ji bo berjewendiyê xwe bêdeng in’
Îbrahîm Şêxo bi lêv kir ku nêzîkatiya Neteweyê Yekbûyî li ser vê mijarê li gorî berjewendiyên aborî û siyasî ye, ne li ser mafên mirovan e û wiha pê de çû: “Wekî ku serokê Amerîkayê Donald Trump berê gotibû, ew Sûriyeyê wekî welatekî dewlemend ê di bin desthilatdariya xwe de dibînin. Beriya çend mehan, komîteyeke navneteweyî serdana Efrînê kir û raporek amade kir. Lê di raporê de pirsgirêka sereke nehatin çareserkirin û tenê wekî daxwazekê ji rêveberiyê xwestin ku malan radest bikin. Lê tenê li rêveberiya Efrînê guhdarî kirin. Lê li şêniyên Efrînê yên ku malên wan hatine talankirin û kesên mafên mirovan diparêzin nehate guhdarîkirin. Me dixwest bi çavên Efrîniyan mêze bikirina û wisa rapor amadekirina, ne bi çavê rêveberiya Şamê. Lê em dibînin ku hatin û rapor jî tenê ji bo ragihandinê ye, li di pratîkê de tu encam nîn e.”
Banga li gel û rêxistinên navneteweyî
Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de banga hevgirtinê kir û wiha bi dawî li axaftina xwe anî: “Ez bang li xelkê me yê Efrînê dikim ku em bibin yek deng û yek dest. Heke em bêdeng bimînin, dê dagirkerî û asîmîlasyon mayînde bibe. Divê ev rêveberî were guhertin û Efrîn di bin kontrola Kurdan de be. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku zextê li ser Tirkiyeyê bikin da ku leşker û çeteyên xwe vekişîne û rê bide ku xelkê me bi aramî vegere ser xaka xwe.”













