Îran ragihand ku wan êrişî biryargehên partiyên Kurd yên li Hewlêrê kiriye.
Li gorî ajansa fermî ya Îranê ya Tasmînê Îranê duh bi şev bi balefirên biçek û bêmirov êrişî biryargehên partiyên Kurd yên li Hewlerê ya Herêma Federe ya Kurdistanê kiriye. Di êrişê de nehat zanîn bê ka êriş li dijî biryargeha kîjan partiyê pêk hatiye.
Partiyên Kurd jî heya niha derbarê êrişê û encamên wê de tu daxuyanî parve nekirin.













