Hêzên rejîma Îranê gundewarên bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bombebaran dike. Bombebaran zirareke mezin da zevî û baxçeyên gundiyan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin hêzên rejîma Îranê îro derdora 07:00 û vir ve derdora gundên Henarşîxan û Gagal ên Merîwanê bi çekên giran û topan tê bombekirin.
Hat zanîn ku ji ber êrişan xwezaya û baxçeyên gundiyan zirareke mezin dît. Hate ragihandin ku êriş û bombabarama rejîma Îranê li herêmê didome.













