Welatiyên Wanî ku erişên di demên dawiyê de yên li ser dibistanan diqewimin nirxandin, diyar kirin ku hemû berpirsiyarî ya dewletê ye û gotin: “Perwerdehiya herî girîng exlaq e.”
Di demên dawî de zêdebûna erişên çekdarî û tundî yên li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê yên di dibistanan de, di nava xwendekar, mamoste û malbatan de metirsiyek kûr û mezin ava kir. Bi taybetî bûyerên trajîk ên ku di sala 2026an de li bajarên cuda qewimîn, ewlehî û pîvana perwerdehiya dibistanan anî rojeva sereke. Piştî êrişên li ser dibistanên “Dibistana Navîn Ayser Çalik” ya li Mereş û “Lîseya Anadolu ya Pîşeyî û Teknîkî ya Ahmet Koyuncu” ya li navçeya Sêwregê ya Rihayê û herî dawî “Lîseya Anadolu ya Pîşeyî û Teknîkî ya Încî Uzmez” ya li navçeya Turgutluyê ya Manîsayê welatî û dê û bav ketin nava fikarin mezin.
Welatiyên li Wanê jî derheqê van bûyerên metirsîdar de nêrînên xwe anîn ziman û bal kişandin ser kêmasiyên ewlehiyê yên li derdor û nava dibistanan.
‘Pêşiya xwendinê hewceyî bi perwerdehiya exlaqê heye’
Welatî Hakan Avci bal kişand ser êrişên li ser dibistanan û da zanîn ku divê li tu dera cihanê zarok neyên kuştin. Hakan Avci diyar kir ku li kolanan, tax û bajaran gelek zarok ketine nav madeyên hişbir, tiryakê û wiha pê de çû: “Gel êdî li taxan nobet digire ji bo parastina zarokan û tespîta firoşkarên hişbirê. Pêşiya xwendinê divê em exlaq nîşanî zarokan bidin. Îro kes nikare bi zarokê xwe re biaxive. Zarokê îro êriş li dibistanê kirî 15 salî bû. Divê dewlet li dibistanan pêşiyê dersa exlaq bide. Mamoste divê li ser exlaq bisekinin. Di destê zarokên 14 salî de kêr heye. Îro zarok li Manîsayê hatin kuştin, sala din li Meraşê û dibe ku sibê li Wanê werin kuştin. Dewlet neparêze wê kî wan zarokan biparêze. Divê pêşiyê her kes zarokên xwe ji madeyên hişbir biparêze. Zarok li her derê ketine di nav qirêjiyê, hewceye her kes ji zarokên xwe haydar bibe û hişyar bike. Divê li dibistanan jî nobedar hebin û ji aliyê dewletê ve jî divê bergiriyên ewlehiyê werin girtin.”
‘Em naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanan’
Menîce Kiliç anî ziman ku divê dewlet ewlehiyê zêde bike û wiha got: “Di wan salên çûyî mamosteyeke jin hate kuştin, xwendekar hatin kuştin û em tirsiyan me nexwest zarokên xwe bişînin dibistanê. Daxwaza min, ewlekirina dibistanan da ku em bikarin zarokên xwe bişînin dibistanan.”
‘Ev bar li ser milên dewletê ye’
Yaşar Ozdemîr anî ziman ku ev bûyereke xemgîniyeke mezin e, her tim li ser vê mijarê tê axaftin lê çareseriyek pêk nayê. Yaşar Ozdemîr da zanîn ku heke li her dibistanê hêzên ewlehiyê yên taybet bi cih bikin wê pêşiya van bûyeran were girtin û wiha pê de çû: “Tenê bi gotinan nabe. Dijwar e, em naxwazin zarokên xwe bişînin dibistanê, baweriya me nemaye. Dewlet divê çareser bike, ev bar li ser milên dewletê ye. Yên ku dewletê îsal ji bo ewlehiyê girtine kar, ne hêzên ewlehiyê ne, ew li baxçeyan peywirdar in, bi wan çareser nabe.”
‘Divê dewlet pêşiya van ciwanan bisekine’
Sînan Hançeroglu jî anî ziman ku li ser medyaya civakî bigirin heta rêzefîlman û televîzyonan zarok weşanên xirab temaşe dikin. Sînan Hançeroglu diyar kir ku li ser vê yekê rêxistin dibin û axaftina xwe domand: “Divê ev weşanên mafyatîk werin sekinandin. Zarok çav didin wan weşanên xirab. Dewlet bixwaze dikare gelek tiştan bike, lê nake. Ez bawerim dewlet bi zanebûn pêşiya van ciwanan nasekine, ji ber ku bêkarbûna ciwanan li ber çavan radibe. Dewlet dikare hêzên ewlehiyê yên taybet deyne li ber dibistanan û bi kamerayên ewlehiyê dibistanan biparêze.”

















