Artêşa Pasdarên Îranê bi daxuyaniyek ragihand, li Tengava Hurmizê dema du keştiyên nefthilgir xwestin derbas bibin, li mayînên deryayî qelibîn û agir bi keştiyan ket.
Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyek de ragihand, şeva borî keştiyeke neftê dema hewl da di başûrê Tengava Hurmizê re di rêyek hatî qedexekirin re derbas bibe, li mayîneke deryayê ket û agir pê ket.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin keştiyek din jî ya neftê dema hewl dida di aliyê rojhilatê Tengava Hurmizê re derbas bibe, agir pêket û rawestiya.
Hat gotin ku piştre dema keştiyek kişandinê ji bo alîkarî û vemirandinê nêzî wê keştiyê bû, ew jî agir pêket.
Di heman daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hêzên wan li Tengava Hurmizê du dronên ji cureyê Lucasê bê bandor kir.













