Donald Trump ê ku heta çend roj berê jî gefa tunekirina li binesaziya Îranê dixwar, daxuyaniyeke nû da û ragihand ku Amerîka amade ye ji bo peymaneke nû dest bi danûstandinan bike.
Şerê Îranê nîşan da ku siyaseta Amerîkayê di nav xwe de çiqas nakok e. Di navenda vê krîzê de Serokê Amerîkayê Donald Trump heye, ku peyam û biryarên wî yên derbarê şer de her roj diguherin.
Di destpêkê de Trump bi zimanekî pir tund digot, “em ê Îranê bi temamî têk bibin û divê ew bê şert û merc radest bibin.” Lê bi derbasbûna demê re, wî dev ji van gotinên xwe berda. Baş e, sedema van guhertinan çi ye? Çima Washingtonê dev ji plana xwe ya yekemîn berda û çima niha nikare vê krîzê safî bike?
Trump û daxuyaniyên wî yê binakok
Di rojên ewil ên şer de plana Trump diyar bû. Wê bi hêzeke mezin li Îranê bixista. Lê paşê helwesta wî bû sê parçe û ev yek bû sedema tevliheviyê. Di axaftinên xwe de tim digot, “Em ê li bîrên neftê û navendên ceyranê yên Îranê bixin û wan wêran bikin.” Carna jî bi awayekî balkêş digot, “Şer qediya ye, me ew têk birin û armanca me bi cih hat.” Di meha Tîrmeh û Tebaxê de jî carek daxuyanî da û got; “Em nêzîkî lihevkirinê ne, deriyê dîplomasiyê vekirî ye,” û hin êrişên balafiran dan rawestandin. Ev daxuyaniyên ku hevdu nagirin, nîşan didin ku Amerîka ne li gorî planeke demdirêj, lê li gorî bûyerên rojane tevdigere.
Çima Trump biryarên xwe diguherîne?
Ev guhertin ne tenê ji ber karektera Trump in, li pişt vê yekê sedemên siyasî, aborî û leşkerî hene. Trump dixwest xwe wekî serokekî ku nayê zanîn wê sibe çi bike nîşan bide, da ku dijberê wî bitirse û paşde gav biavêje. Lê di şerekî ewqas mezin de ev yek nebû. Gotinên wî yên tevlihev, tenê baweriya bi hevdîtinan kêm kir. Hevalbendên Amerîkayê û fermandarên leşkerî jî nizanin armanca dawî ya Trump çi ye.
Tirsa xirabbûna aboriyê
Girtina Tengava Hurmuzê û şer, bandoreke mezin li ser bazirganiya cîhanê kir. Bihayê neftê bilind bû. Trump wekî serokekî ku xwe dispêre aboriyê, naxwaze aboriya Amerîkayê xirab bibe. Ew baş dizane ku şerekî dirêj wê bihayê tiştan li Amerîkayê biha bike û dengên wî kêm bike.
Di nav rêveberiya Amerîkayê de yekdengî tune ye. Beşek jî di nav de fermandar hene û dibêjin, “divê em zexta leşkerî heta dawiyê bidomînin.” Lê beşa din kesên ku li ser aborî û dîplomasiyê dixebitin jî hişyariyê didin û dibêjin, “Eger em têkevin şerekî dirêj, em ê nikaribin jê derkevin û ev yek wê zerareke mezin bide me.” Ev her du nêrînên cuda, dibin sedem ku peyamên Trump jî rojane biguherin.
Bawerî nema ye
Trump di destpêkê de difikirî ku bi çend êrişên mezin wê zû encamê bigire û Îranê teslîm bigire. Lê ev plan pûç derket û niha nikare mijarê safî bike. Şerê li qadê careke din nîşan da ku tenê bi bombekirina ji hewayê armancên siyasî pêk nayên. Eger nexşerêyeke siyasî tune be, her serkeftineke leşkerî demkurt dimîne. Amerîka dest bi şer kir, lê nizanîbû wê çawa biqedîne. Gava ku Îranê qebûl nekir ku radest bibe, plana Trump a destpêkê têk çû. Ji ber ku stratejiyeke wan a bidawîkirina şer tune ye, niha asê mane.
Bi kurtasî, zîgzagên Trump nîşaneya bêçareserî û asêbûna Amerîkayê ye. Washington ji aliyekî ve naxwaze wekî dewleteke lawaz bê dîtin ku paşve gav avêtiye, lê ji aliyê din ve jî naxwaze bikeve nav şerekî ku dê bi salan bidome û aboriya wê xirab bike. Heta ku Amerîka biryar nede ka bi rastî armanca wê çi ye û planeke zelal nexwe holê, ev tevlihevî û guhertina peyaman wê berdewam bike.












