Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku dê asta bersivdayîna li dijî DYAyê derxin asteke jortir û li Tengava Hurmizê qadake ji bo ketin û derketinê qedexe îlan bikin. Rayedarên DYAyê jî angaştin ku dê li dijî êrişên Îranê dudil nebin û bersivên giran bidin. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû jî daxuyand ku dawiya rejîma Îranê nêzîk bûye û ji bo vê armanca xwe pêk bînin bi biryar in.
Şer û rageşiya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Rejîma Îranê de li Kendava Basrayê û Tengava Hurmizê digehîje asteke krîtîk. Rêveberên her du welatan bi daxuyaniyên tund gefên dualî didomînin. Serokê Meclisa Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, bal kişand ser êrişên DYAyê yên li ser keştiyên wan û wiha got: “Pêwîst e Amerîka fêm bike ku dema bersivdana hevsengî bi dawî bûye. Her cure destwerdan an gefa li ser ewlehî û berjewendiyên Îranê wê bi bersiveke lezgîn, girantir û êşdartir re rû bi rû bimîne.” Her wiha fermandarê berê yê Pasdaran Muhsin Rizayî diyar kir ku ew dê li dora Tengava Hurmizê herêma qedexekirî îlan bikin. Rejîma Îranê ji bo kontrolkirina bazara hundirîn bihayê benzînê ji sedî 100 zêde kir.
CENTCOM: Em ê di tunekirina fîloya Îranê de dudil nebin
Fermandariya Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku ew li Tengava Hurmizê destwerdan û dorpêça li ser keştiyên petrolê yên Îranê berdewam dikin. Rayedarên CENTCOMê gef li Pasdaran xwarin û balkişandin ser van xalan: “Heke hûn guleyan li keştiyên me reşînin, hûn ê bedeleke aborî ya sê qatî bidin. Em ê di tunekirina fîloya petrolê ya Îranê de dudil nebin.” Serokdewletê DYAyê Turmp jî di daxuyaniyek çapemeniyê de angaşt ku ew di şer de serketine û Îran ji ber pêdankirinên wan ên aborî di qeyraneke gelek kûr de ye. Trump derbirî ku dê pêdankirin berdewam bikin.
Netanyahu: Dawiya rejîmê nêzîk e
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di civîna kabîneyê de daxuyaniyek belav kir û bal kişand ser aloziyê. Netanyahu anî ziman ku wan bi hevahengiya DYAyê re kapasîteya balîstîk û nukleerî ya Îranê lawaz kirine û wiha axivî: “Dawiya rejîma Îranê nêzîk e. Îsraîl biryardar e ku erka xwe ya ji bo rûxandina vê rejîmê pêk bîne. Rejîma Îranê lawaz bûye û li ber têkçûnê ye. Heke ew şaşitiyekê bikin û êrişî Îsraîlê bikin, wê derbeyeke wiha bixwin ku nikarin xeyal bikin.” Netanyahû daxuyand ku ji ber ku Îran bersiva Îsraîlê dizane newêre êrîşî wan bike.
Rêjeya nefta derbasdibe ji sedî 33 ket
Astengkirina rêya deryayî û nakokiyên leşkerî rasterast bandorê li ser bazara enerjiyê û trafîka bazirganiyê dikin. Hejmara keştiyên bazirganiyê yên ku rojên asayî di tengavê re derbas dibûn ji 15an daket 10an. Di dawiya hefteyê de tenê di navbera 2 heta 6 keştî bi ewlehî derbas bûn. Zêdebûna xetereyê veguhestina rêjeya petrolê ji sedî 33 kêm kir.
Bihayê neftê firiya
Ji ber metirsiya astengkirina xeta neftê ya cîhanî, bazarên aboriyê jî bandorek gelek neyînî dîtin. Petrolê Brent di nava hefteyekê de ji sedî 7,8 biha bû û îro gihîşte 96,80 dolaran. Petrolê WTI (DYA) jî ji sedî 10 zêde bû û derket 92,14 dolaran. Pisporên enerjiyê diyar dikin ku astengiyên li Tengava Hurmizê dê heta çarêka dawî ya sala 2026an bidomin û vegara deryavaniyê ya rewşa asayî tenê di çarêka 1ê an jî 2yemîn a sala 2027an de gengaz e.













