Îsraîl ku hindî diçe bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê kûr dike, bi awayek pratîk herêmeke mezin a Sûriyeyê kontrol dike. Li gorî pisporan ji ber ku Şam nikare li hemberî Îsraîlê dengê xwe derbixe, gelê başûrê Sûriyeyê jî êdî bi neçarî pêkanînên Îsraîlê normal dibîne.
Li herêma başûrê Sûriyeyê tevger û mudaxeleya leşkerî ya artêşa Îsraîlê di asteke bilind de berdewam dike. Li gorî çavkaniyên herêmî Îsraîl bi awayeke rûtîn li herêmê dewriye digere, kontrola rêyan dike û kontrola xwe ya li ser herêmê her roj zêdetir dike. Hate ragihandin ku herî dawî hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ku ji 4 wesayîtên zirxî pêk dihat, derbasî gundê El-Refîd ê li gundewarê başûrê Quneytrayê bû û di ser gelek malan de girt.
Mudaxele û serdegirtina malan li El-Refîdê
Agahiyên ji herêmê hatine wergirtin nîşan didin ku hêzên Îsraîlê piştî ku ketine nav gundê El-Refîdê, dest bi lêgerîn û tespîtkirina gelek malan kirine. Hate ragihandin ku şeva pêncşemê jî di encama serdegirtineke din a li heman gundî de du welatî hatibûn binçavkirin û biribûn Golanê. Hate zanîn ku piştî lêpirsînê her du kes serbest hatin berdan.
Raporên SOHRê: Îsraîl başûrê Sûriyeyê kontrol dike
Li gorî daneyên ji aliyê Mala Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ve hatine piştrastkirin, mudaxele û êrişên leşkerî yên Îsraîlê li ser herêmên Quneytra û Deraayê rojane zêde dibin. Tê diyarkirin ku artêşa Îsraîlê ji destpêka meha Îlonê ve herî kêm di ser 10 bajarok û gundên girêdayî herêma Quneytra û gundewarên Şamê girt.
Îsraîl topbaranê pêk tîne
Çavkaniyên herêmî destnîşan dikin ku Îsraîl ligel operasyonên serdagirtinan, di heman demê de dema dixwaze herêman topbaran dike. Hate zanîn ku tenê di 24 saetên dawî de 4 êrişên cuda yên topbaranê li herêmên cuda pêk hatin.
Bîlançoya sala 2026an a li Başûrê Sûriyeyê
SOHRê ragihand ku ji destpêka sala 2026an heta niha artêşa Îsraîlê bi dehan caran kete nav axa Sûriyeyê û her wiha di vê demê de 72 caran êrişên hewayî û bejahî pêk anîn. Di encama van êrişan de nêzî 13 baregeh, embarên çekan û wesayîtên leşkerî hatine wêrankirin û herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Gel êdî hînî hebûna Îsraîlê bû
Çavkaniyên herêmê destnîşan dikin ku mûdaxaleyên Îsraîlê êdî li herêmê asayî bûne. Çavkanî destnîşan dikin ku her çiqas gel kontrolkirina Îsraîlê nerazî bin jî êdî hînî rastiya Îsraîlê jî bûne.
Şam nikare dengê xwe derbixe
Pisporên ewlehiyê dibêjin ku bandora Îsraîlê li başûrê Sûriyeyê êdî rastiyeke û Hikûmeta Demkî ya Şamê jî nikare li hemberî vê yekê dengê xwe derbixe. Pispor destnîşan dikin ku ev yek jî dibe sedem ku gelê herêmê jî hebûna Îsraîlê normal û asayî bibîne.













