• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Di meha 135an a Komkujiya Pirsûsê de banga edaletê

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Li Wanê heqê rê bû 40 lîre!

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Berdana Sermîn Demîrdag 3 sal û 9 meh in tê astengkirin

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Tuncer Bakirhan: Ji bo gavavêtinên şênber hûn li benda çi ne?

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Sendîka û komeleyên rojnamegeran dê li dijî sansurê dakevin qadan

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

    Li dijî Şaredariya Mîlasê operasyon

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Nobeda Jinan: Divê jin dema sax bin werin parastin

Amed / AW

20 COTMEH 2026 - 13:56
Kategorî: JIN, MANŞET
A A

Tora Têkoşîna Tundiyê ya Amedê li dijî zêdebûna tundî û bûyerên kuştinê yên jinan nobeda “Jin, Edalet û Bîrê da destpêkirin û got: “Em daxwaz dikin ku jin dema sax bin werin parastin û mirinên gumanbar bi berfirehî werin lêkolînkirin.” 

Tora Têkoşîna Tundiyê ya Amedê, li dijî zêdebûna qetilkirina jinan li pêşiya Edliyeya Amedê “Nobeda Jin, Edalet û Bîrê” dabû destpêkirin di hefteya 3yemîn de didome. Hevşaredarên Navçeyên Amedê, rêveberên partiyên siyasî, komeleyên jinan, nûnerên saziyên sivîl û gelek jin tev li nobedê bûn. Nobed dê 10 hefteyan bidome. Di nobedê de pankarta “Jin Nobeda Edelet û Bîrê Digrin” hate vekirin. Jinan di nobedê de bênavber dirûşmên “Jin Jiyan Azadî”, “Kuştina Jinan Polîtîk e” û “Bijî Têkoşîna Jinan” berz kirin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Desteya Rêveberiyê ya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.

Berfîn Elçî diyar kir ku armancgirtina sîstematîk û berdewam a jiyana jinan, “qirkeriya jinê” ye û got: “Ev qirkerî; li dijî rastî û hebûna jinan e ku xwedî nirxên dîrokî û civakî ne. Ev kuştin ne serbixwe ne; encama pergala zilamsalariyê û polîtîkayên bêcezahiştinê ye.”

‘Dema delîl neyên civandin kuştin wek xwekuştin tê qebûlkirin’

Berfîn Elçî destnîşan kir ku bîr di heman demê de rêyek ji bo parastina mafê jiyanê ye. Jinên ku li dijî newekheviya zayendî ya civakî û hemû saziyên ku tundiya mêr xwedî diparêzin têdikoşin. Elçî anî ziman ku edaleta ew daxwaz dikin, ne tenê bi biryara piştî mirinê re sînordar e, berfirehtir e. Berfîl Elçî axaftina xwe wiha domand: “Em daxwaz dikin ku jin dema sax bin werin parastin, serlêdanên li dijî tundiyê ji aliyê saziyên têkildar ên dewletê re werin nirxandin, mirinên gumanbar bi hemû aliyan ve bi bandor werin lêkolînkirin û erkên parastinê werin cihanîn. Mirina gumanbar a jinan, ne navê şêwaza mirinê ye. Meqamên neçar in lêkolînê bikin û gumanan ji holê rakin. Dema mirinek bêyî ku hemû delîl werin civandin, wekî întîhar an jî qeza bête qebûlkirin, guman ji holê narabe; rastî di tariyê de dimîne û berpirsiyar bêceza dimînin. Em ji bo ku rastî di tariyê de nemîne û tu kes neyê jibîrkirin li vir in.”

Bandora bêcezahiştinê ya li ser jiyana Jinan

Berfîn Elçî bal anî ziman ku tevî lêgerîna edaletê ya Fatmanur Çelîkê faîlê ku bi sûcdariya îstismarê dihat darizandin, beraat kiriye û di doza êrişa zayendî ya li Sêweregê de sê bersûc hatine tehliyekirin. Berfîn Elçî diyar kir ku ev yek bandora polîtîkaya bêcezahiştinê ya li ser jiyana jinan, careke din derxistiye holê û got: “Li beramberî êrişeke zayendî ji jinê re pirsîna ‘çima te xwe nekuştiye’, nîşan dide ku jiyana jinê tê darazandin. Parastina mafê jiyanê yê jinan, çiqas bi astengkirina tundiyê pêkan be, ewqas jî li hember tundiyê pêkanîna edaletê pêkan e.”

Etîket: binpêkirinmafmafê jiyanêNobeda Jinanparastinzilamsalarî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026

Nobeda Jin, Edalet û Bîrê: Wekhevî, azadî û ewlehî hat xwestin

6 COTMEH 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026
Jinên parêzer: Em dixwazin keda jinan a nava malê bê naskirin

Jinên parêzer: Em dixwazin keda jinan a nava malê bê naskirin

18 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

3 TÎRMEH 2026
Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

1 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Qeyimê Wanê 19 milkên şaredariyê daye ber firotinê!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat binçavkirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Aboriya gundewaran kêm dibe: Kapîtalîzm dixwaze çandiniyê bike sektoreke bazirganiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne