• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên parêzer: Em dixwazin keda jinan a nava malê bê naskirin

Amed / AW

18 TÎRMEH 2026 - 16:25
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Mafên Jinan a Baroya Amedê di rûniştina duyemîn de komxebata bi sernavê ‘Mafê Nafakayê, Sepandin, Polîtîka û Kuştina Jinan’ li dar xist. Parêzer Hatîce Demîr destnîşan kir ku ew ne tenê nafakayê dixwazin, ew dixwazin keda jinan a di nava malê de jî nayê xuyakirin, were naskirin. 

Bi pêşengiya Meclîsa Mafên Jinan a Baroya Amedê, bi navê ‘Mafê Nafakayê, Sepandin, Polîtîka û Kuştina Jinan’ li Navenda Çanda Amedê ya Amedê komxebatek hat lidarxistin. Komeleyên Jinan, endam û rêvberên Baroya Amedê yên jin, parêzerên ji baroyên heremê tev li komxebatê bûn. Rûniştina yekemîn a komxebatê ji çapemeniyê re girtî hate meşandin.

Rûniştina duyemîn ji çapemeniyê re vekirî hat meşandin. Di rûniştina duyemîn de li ser mijara ‘Geşedana Dîrokî ya Nîqaşên Nafakayê: Hiqûq, Siyaset û Zayenda Civakî’ Endama Baroya Amedê Parêzer Asli Pasînlî, li ser mijara ‘Nafaqe, Hejariya Jinan û Pratîka Darazê: Encamên Lêkolîna KHMa Baroya Amedê û Encamên Hiqûqî’ endama Baroya Amedê Parêzer Hatîce Demîr û li ser mijara ‘Nirxandina Daneyên Nefeqeyê, Pratîkên Nafakayê yên Navneteweyî û Perspektîfa Dewleta Civakî’ Endama Baroya Amedê Parêzer Cansel Talay axivî.

‘Dibêjin tu nexebite, li zarokan binêre’

Asli Pasînlî diyar kir ku li Tirkiyeyê di Qanûna Hemdemî de îfadeya ‘bêdem’ bingeha xwe ji sala 1988an digire, di sala 2002yan de jî hêj xurttir bû û wiha got: “Di Peymana Stenbolê ya sala 2011an de rasterast bertekek derbarê nafakayê de nîn e. Lê belê di sala 2011an de, derbarê nafakayê de bûyereke ku em jê re dibêjin şikestina herî mezin qewimî; li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyeyê ya Kestelê, ji bo betalkirina nafakaya bêdem serlêdanek ji Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) re hate kirin. Di sala 2016an de rewşa awarte hate îlankirin û tevî tayînkirina qeyûman tiştê yekem ku hate kirin çi bû? Girtina saziyên jinan bû. Dema em hatin salên 2018-2019an, anku rapora Komîsyona Hevberdanê hate amadekirin, vê carê medya ket dewrê. Nimûneyên pir îstîsnaî ne lê wekî ku ‘Rojekê zewicî ma, emrekî nafaka girt’ di vê pêvajoyê de bi zimanekî medyayê yê wisa hate hûnandin ku van nimûneyên yekane ji bo hemû jinan wekî rastiyekê bide nîşandan. Medyayê, ji bo ku meseleya nafakayê veguherîne pirsgirêkeke civakî, kete nav hewldaneke mezin. Dema em hatin sala 2021an, Peymana Stenbolê bi biryarnameya Serokkomar ve hat betalkirin. Tam di wan salan de, di sala 2021an de, serdema ku di çarçoveya qanûna tedbîrên tesarûfê de vekirina kreşan ji bo saziyên cemaweriyê hate qedexekirin, ket dewrê. Di piraniya zewacan de bi giştî tê gotin ‘Tu nexebite, li zarokan binihêre, nîzama malê çêbike’ tê gotin. Lê belê gava dor tê ser meseleya hevberdanê, ji nişkê ve aliyê beramber dibe xwedî gotinên wekheviyê.”

‘Mafê nafakayê bi têkoşînê hatiye bidestxistin’

Hatîce Demîr destnîşan kir ku nîqaşên nafakayê bêtir li ser mexdûriyeta mêran bên avakirin jî, bi rastî ez pêwîst dibînin ku nafakaya hejariyê di eksena hejariya jinan, keda navmalê, şîdeta li ser jinê û wekheviya zayenda civakî de bête dîtin û nîqaşkirin û ev tişt gotin: “Xala destpêkê ya nafakaya hejariyê eşkere ye, xala 175an a Qanûna Medenî ya Tirk e. Di qanûnê de hatiye sazkirin ku aliyê ku ji ber berdanê dikeve hejariyê, bi şertê ku qusûra wê girantir nebe, dikare ji bo debara xwe bi rêjeya hêza aborî ya aliyê din nafakayê bixwaze. Ev meseleya nafakayê çima bêtir tiştekî wiha ye ku ji aliyê jinan ve tê xwestin û girtin? Ji ber ku ev rewş bi rastî ji hejariya jinan, keda lênihêrîna nav malê û keda bêberamber nayê cudakirin û domandin. Di sala 2016an de bi rapora ku jê re digotin ‘Komîsyona Berdanê’ ket rojevê; xala wê ya destpêkê wiha bû ku ‘Nafakaya hejariyê êdî veguheriye cezayekî bêrêje û divê sînorekî demê jê re bê danîn’. Gotina ‘di zewacên demkurt de nifaqeya heta mirinê tê dayîn’ hate pêşxistin, lê belê tu ji van îdîayan ne îdîayên wiha bûn ku bi daneyên zanistî bên piştgirîkirin. Mafê nafakayê mafekî ku bi têkoşînên jinan ên dûr û dirêj hatiye qezenckirin û hewldanên ji bo vekişîna ji vê mafî bi rastî hem li dijî prensîba wekheviyê, hem li dijî Destûra Bingehîn û hem jî li dijî peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye aliyekî wan e. Parçeyekî bihêzbûna aborî ya jinan jî bêguman mafê nafakayê ye.”

‘Sînorê birçîbûnê gihiştiye 35 hezar lîreyan’

Cansel Talay da zanîn ku li Tirkiyeyê daneyên nafaka yê yên di navbera salên 2021 û 2026an tên lêkolînkirin û got ku di şert û mercên aborî yên îro de ku sînorê birçîbûnê gihiştiye 35 hezar lîreyan û sînorê xizaniyê jî gihîştiye 116 hezar lîreyan, nafakaya xizaniyê ya ku dadgeh herî zêde biryarê li ser didin tenê li dora 5 hezar TLyî ye û derbarê mijarê de wiha got: “Tevî ku mûçeya herî kêm li hemberî enflasyonê bi lez bilind dibe jî, rêjeyê nafakayê wekî xwe dimîne û ev yek di rûyê aborî de di zirara jinan kûr dike. Bi vî rengî, nafakayên ku bi navînî tên girêdan, îro tenê ji sedî 14 sînorê birçîbûnê û tenê ji sedî 4 sînorê xizaniyê dabîn dikin. Her çend di teoriyê de rêjeya nafakayên ‘bêdem’ sedî 80 xuya bike jî, bi bandora polîtîkayên salên dawî re di pratîkê de jixwe ev qad teng bûye.”

‘Modelên cîhanê yên serkeftî hene ’

Di dawiya axaftina xwe de Cansel Talay diyar kir ku her çend standina nafakayê û revandina mal û milk li seranserê cîhanê pirsgirêkek be jî, modelên dewletam yên aramiya xwe ve serkeftî ne hene û wiha derbirî: “Wekî mînak, Swêd nafakayên zarokan û ya hevjînan ji hev cuda dike û jinê bi pêvajoyên îcrayê re mijûl nake; dema ku nafaka neyê dayîn, dewlet bi garantorî dikeve dewerê, û paşê heman qerê xwe ji mêrê deyndar distîne. Her wiha piştgiriya kreş û xaniyê jî dide jinê. Ingilîstan ji bo ku rê li ber veşartina dahatê û revandina mal û milkê mêran bigire, bi ‘Sîstema Şopandina Dîjîtal’ ku ji qeydên bankayê heta hobiyên kesane dişopîne, rêjeya rastî ya nafakayê tespît dike. Hiqûqa Çînê jî, keda xanî û ya xwedîkirina zarok a jinê ya ku di nava zewacê de nayê dîtin dihesibîne û dihêle ku dadger di dema hevberdanê de bixweber ‘tazmînata keda xwedîkirinê’ bide girêdan. Bi heman rengî, Misir jî bi rêya fona malbatê ya ku di bin banê Nasser Social Bankê de ava kiriye, ji bo nafakayên ku nayên standin garantoriya dewletê bi kar tîne. Ev hemû mînakên navneteweyî bi eşkereyî nîşan didin ku di çareserkirina krîza nafakayê de, li şûna mekanîzmayên teqdirê yên ku jinê bi tenê dihêlin, pêdivî bi garantoriya çalak a dewleta a aramiyê û formulên şopandina dîjîtal a berbiçav heye.”

Komxebat bi nîqaşan bi dawî bû.

Etîket: Asli PasînlîbinpêkirinCansel TalayHatîce Demîrkeda nava malêMafê Nafakayênedîtin
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

‘Siyaseta valakirina gundan ji bo bişaftinê bû’

16 HEZÎRAN 2026
Li dijî îşkenceya polîsan meşiyan: Divê bersûc bên cezakirin

Li dijî îşkenceya polîsan meşiyan: Divê bersûc bên cezakirin

23 NÎSAN 2026
DEM Partiya Colemêrgê: Ev ne pirsgirêka rê ye lê binpêkirina mafê jiyanê ye

DEM Partiya Colemêrgê: Ev ne pirsgirêka rê ye lê binpêkirina mafê jiyanê ye

22 NÎSAN 2026
Îsraîl bi êrîşên li ser Libnanê agirbestê binpê dike

Îsraîl bi êrîşên li ser Libnanê agirbestê binpê dike

9 NÎSAN 2026
Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

Mirina girtî Rojhat Babat di rojeva Meclisê de ye

2 NÎSAN 2026
ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne