Enqere – Li gorî lêkolînên hatine kirin her sal di nav axaftina rojane de 338 peyv winda dibin. Sedema sereke her çiqas dîjîtalbûna têkiliyan be jî lê di nav mirovan de tenêbûn û îzalasyon jî zêde dibe û ev dibe sedema jibîrkirina peyvan. Ev rewş bi piranî jî ji bo zimanê ku bi bişaftinê re rû bi rû mane, xetereyek derdixe holê.
Li gorî zanîngeha Unîversîty of Arîzona û Unîversîty of Mîssourî–Kansas Cîty lêkolînên hatine kirin, hatiye diyarkirin ku her sal di nav axaftina rojane de 338 pev kêm dibin. Ev lêknolîn bi rêya 2 hezar û 200 kesan bi tomarkirina axaftinên wan ên rojane ve hatiye kirin. Li gorî daneyan di sala 2019an de li ber sala 2005an ji sedî 28 peyv kêmtir hatine bikaranîn. Sedema vê yekê ne tenê bikaranîna amûrên dijîtal in. Teknolojî her çiqas sedema sereke bê jî tenêbûn û îzolasyona mirovan her ku diçe zêde dibe. Tevlibûna mirovan a çalakiyên civakî jî kêm dibin. Li gorî pisporan danûstandina li ser medyaya dîjîtal jî ji bo domandina têkiliyên civakî têr nake.

Kêmaxaftina rû bi rû ji bo têkiliyên civakî jî xetere ye
Derûnnasê veguherînê Robîn Dunbar dibejê ku “Axaftin tenê ji bo parvekirinên agahiyan nîn e; çirok, henek û sohbet ji bo avakirina hestên aîdiyetê tişten girîng in. Lêkolînên hatine kirin jî vê yekê rave dikin ku ji bo jiyaneke baş û bextewar divê têkiliyên hevrêtiyê û dostane hebin. Ev têkiliyên dostane jî girêdayê axaftinên dilsoz in. Pispor ji bo jêhatîbûna civakbûnê pêşniyar dikin ku qenciyên civakî weke axaftina rû bi rû bikar bînin. Mirov çiqas van qenciyên xwe bikar bîne ewqas di vî alî de jêhatî dibe. Kêm axaftin jî ji bo van qenciyan dibe xetereyek. Zimanên bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû ne ango di xeterê de ne herî zêde ji vê rewşê bandor dibin.”
Sedema herî bi bandor dîjîtîlabûn e
Li gorî xebata hatiye kirin sedema vê yeke ya herî girîng dîjîtalbûna têkiliyan e. Mirov bi saya amûrên dîjîtal bêaxaftin jî dikarin bi hev re têkilî deynin. Gelemperî jî ev têkilî nivîskî çêdibin. Ev jî li gorî rû bi rû axaftinê, ji bo hest û hevdû fêmkirinê kêm dimîne. Ew rewş bi piranî jî di nav ciwanan de derdikeve pêş. Ciwanên ku temenê wan ji 25 saliyê kêmtire axaftinên rojane kêmtir peyv bikar tînin. Ev guherîn bi giştî bandorê li ser civakê dike. Lêkolîner balê dikişînin ser kêmbûna axaftina rû bi rû û dibejîn ku ew yek ji bo têkiliyên civakî bandorên neyînî dike. Rêbazên dîjîtal her çiqas ji bo têkiliyan hêsaniyek çekiribe jî bi xwe re di nav civakê de bêdengbûyinekê jî tîne. Lêkolîner destnîşan dikin ku amûrên dîjîtal ji bo têkiliyan hêsaniyek be jî lê divê girîngiya rû bi rû axaftinê ya ji bo têkiliyên civakî bê dîtin.
Rewşa zimanê Kurdî
Ji aliyê din ve yek jî tişta tê meraqkirin zimanên bi polîtîkayên bişaftinê yên serdestan re rû bi rû ne, çawa bandorê li ser wan kiriye. Kurdî jî yek jî ji van zimanan e ku bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû ye. Kurdî her çiqas ji ber têkoşîn û berxwedanê hebûna xwe parastibe jî lê hê nebûye zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê. Hem nebûna perwerdehiya fermî hem jî rewşa heyî ya di nav civakê de wek kêmbûna axaftinê û bandora teknolojiyê li ser Kurdiyê ya di axaftina rojane de xetereyên ber bi çav derdixe holê.
Di Kurdî de peyvên nivşên berê ku bikar dianîn weke berê nayên bikaranîn. Gelek peyvên derbarê sawalkarî, çandînî û xwazayî de hema bêje nayên bikaranîn. Bi mirina nifşên berê re ev peyv roj bi roj winda dibin. Wekî din peyvên ji bo serdema nû dikevin nav axaftina rojane, bi piranî ji zimanên serdestan tên girtin. Daneyek tune ye ku mirov bikaribe bêje salane ewqas peyv di axaftina Kurdî de winda dibin.
Tomarkirina peyvên winda dibin
Tişteka ku hêviyê dide jî ew e ku her çiqas di nav axaftina rojane de peyv winda bibin jî ew peyv dikevin bin qeydan. Tenê lêkolînera ziman Zara Cemal Xilo li gundan 9 hezar û 500 peyvên bi windabûnê re rû bi rû mane, tomar kiriye û nivîsandiye. Ji bilî vê jî Enstûtuya Kurdî ya Parîsê ji bo peyvên ku bi windabûne re rû bi rû ne bi qasî 80 hezar peyv tomar kiriye. Hem bandora teknolojiyê ya li ser ziman û têkiliyan û hem jî jî politikayên bişaftine bi hev re dibin yek û xetereya li ser zimanên wek zimanê Kurdî û zimanên din zêde dikin û ev yek dike ku ev ziman bêstatu werin hiştin.














