Stenbol – Di çarçoveya lêpirsîna Dozgeriya Komarê ya Stenbolê de li dijî Şarederiya Esenyurtê operasyon pêk hat û 17 kes bi îdiayên “bertil girtin û danê ” û “gendeliya di îhaleyê de” hatin binçavkirin.
Operasyonên Dozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî şaredariyan didomin. Li dijî Şaredariya Esenyurtê bi îdiaya “bertîlê”, “bertîldan” û “gendeliya di îhaleyê de” operasyoneke nû hate pêkanîn. Li gorî agahiyan dozgeriyê derbarê 19 kesan de biryara binçavkirinê daye. Hat zanîn ku polîsên li ser malan de girtiye 17 kes hatiye binçav kirine. Lêgerîna 2 kesan jî didome.













