Di çarçoveya zext û êrîşên dezgehên ewlehiyê yên rejîma Îranê yên li ser bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê de, pêleke nû ya binçavkirin, tundî û serdegirtina malan hatiye destpêkirin. Tê gotin 14 kes hatine binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, li ser zêdebûna kiryarên bêdengkirinê yên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Rojhilatê Kurdistanê raporek weşand.
Li gorî raporê, li bajarê Urmiyeyê hejmara kesên ku roja çarşemê hatine binçavkirin gihîşt 5 kesan û navên wan wiha ne: “Mecîd Îbtîhaj, Wahid Şe’banî, Bêhdar Esedî, Saleh Der’ebûbeçîçek û Ferheng Dehqan.”
Her wiha li bajarên Şino û Mehabadê jî 7 welatî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin binçavkirin û birin cihekî nehatî zanîn. Li navçeya Şinoyê 6 welatiyên bi navên Ehmed Hacîpûr, Ebdulbasit Bapîrî, Soran Bayîzîdî, Rehîm Erşedî, Reza Reşîdniya û Fexredîn Îbrahîmî (kurê girtiyê siyasî yê hatî sêdaredan Mihedîn Îbrahîmî) hatin binçavkirin. Li bajarê Mehabadê jî çalakvanê medenî Hîwa Ebdulahî hat binçavkirin.
Li navçeya Kamyaranê jî roja pêncşemê, hêzên Îstixbaratê (Îtîlaat) bi wesayîtên sivîl bi ser dikanên du esnafan de girtin ku navên wan Muhsîn Esedî (35 salî û bavê du zarokan) û Yasir Husênî ne. Ew her du bi tundî hatin binçavkirin û tê gotin ku binçavkirina wan bi greva giştî ya salvegera qetilkirina Jîna Emînî re têkildar e.
Li navçeya Pîranşarê jî kalekî bi navê Mam Ezîz Qadirî (xelkê Paswê) ji aliyê Îtîlaata Supayê Pasdaran ve hat bangkirin û lêpirsîn li ser hat kirin; di heman demê de hêzên ewlehiyê bi ser mala wî de girtin û zirar dan kelûpelên malê.
Li gel van êriş û binçavkirinan, li navçeya Bane kolberê 20 salî yê xelkê Seqizê yê bi navê Arwîn Ezîzî, li ser sînorê Hengejal a Baneyê bi guleyên rasterast ên hêzên çekdar ên rejîma Îranê ji zikê xwe bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê.
Tevî hewldan û şopandina malbatan jî, heta niha navendên ewlehî û dadweriyê bersiva wan nedane.












