Konseya Rêveber a KNK’ê ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê da û wiha got: “Em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo Mehdî Zana peyama sersaxiyê weşand.
Daxuyaniya KNKê bi vî rengî ye:
“Xebera xembar û dilsoj a wefata siyasetmedar, nivîskar û serokê berê yê Şaredariya Amedê Birêz Mehdî Zana, gihişte me û em bi vê yekê gelek xemgîn in. Birêz Mehdî Zana, li bakurê Kurdistanê li Amedê û li seranserê Kurdistanê, di nava xebat û siyaseta welatparêzî de bû. Di nava partî û siyaseta Kurdistanî de xwedî cihekî diyar bû. Di salên 1977 – 1980an de serokatiya Şaredariya Amedê kir. Ji ber xebat û helwesta xwe ya welatparêziyê, di dema Darbeya Leşkerî ya 12yê Îlonê de, ji rejîma faşîst re bû hedef, ji serokatiya Şaredariya Amedê hate dûrxistin û girtin û bi îşkenceyên giran re rûbirû ma. Demeke dirêj di zindanên Amed, Aydin, Afyon û Eskîşehîrê de ma. Wî bi giştî 16 salên jiyana xwe di zindanan de derbas kirin.
Piştî ji zindanê derket, ji ber êrîş û zextên dewleta Tirk, bi awayekî mecbûrî derket Ewropayê. Li Ewropayê jî xebatên xwe yên li hember dagirkeran berdewam kir û cihê xwe di nava xebatên azadiya gelê Kurdistanê de girt. Birêz Mehdî Zana, di xebata yekîtiya neteweyî de jî xwedî cihekî diyar bû. Wî sînorên destçêkirî nas nekir, piştgirî da şoreşa Rojhilat, Başûr û Rojava jî.
Em ji ber wefata Birêz Mehdî Zana gelek xemgîn in, xemgîniya malbatê û dostên wî parve dikin. Bi vê munasebetê em sersaxiyê didin hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê.
Kekê Mehdî, bila çavên te di şûn de nemîne, em ê li ser şopa te bimeşin, em ê axîn û wesiyetên te pêk bînin.”













