• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

Navenda Nûçeyan

13 ÎLON 2026 - 09:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Konseya Rêvebir ya KNKê têkildarî rûdanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê bang li hemû aliyan kir ku rê nedin provakasyonan û wiha got: “Divê hemû alî aram bin, xwe kontrol bikin, aştiya civakî biparêzin û berjewendiya giştî li ser hemû hesabên din bidin pêş. Li şûna kaosê, her kes ji bo vekirina kanalek diyalogê hewl bide.”

Konseya Rêvebir ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî rûdanên herî dawî yên li Rojavayê Kurdistanê ku piştî qetilkirina şehîd Sîpan Hiznî derketin, daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî KNKê ya ji bo rûdanên li Rojavayê Kurdistanê bi vî rengî ye:

“Bi sedema qetilkirina leşkerê Lîwaya Hesekê Rojavayê Kurdistanê Sîpan Hiznî û belavkirina dîmenên qetilkirina bi şêwazekî hovane ji aliyê kujeran ve li ser torên medya dijîtal, bû sedema şok û hêrsên fireh di nav gelê me de. Li çend bajar û navçeyên Rojavaya Kurdistanê xwepêşandanên gelêrî hatin lidarxistin. Beşdarên van xwepêşandanan bûyera hovane şermezar kirin û daxwaza dadmendiyê û hesabpirsîna ji kesên berpirsiyar kirin.

Ya ku li bajarê Kobanê di çarçoveya vê bûyerê de qewimî û di encamê de hêzên ser bi Şamê û komên bi ser Tirkî ve hejmarek ji xwepêşanderan şopandin û girtin û hewldan ku wan bibin Girtîgeha Helebê. Paşê jî bûyerên li Girtîgeha Kobanê û derdora wê ku di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din birîndar bûn. Di nav wan de hin kesên rewşa wan giran hene û pêşketineke pir metirsîdar e.

Ev rewş pêdivî bi rawestaneke lezgîn û berpirsiyariyeke cidî û her wiha daxwaza lêkolînek zelal, serbixwe û bêalî heye, da ku rastiya bûyeran bête eşkerekirin, berpirsiyarên bûyerê bên diyarkirin û her kesê ku tê piştrastkirin ku beşdarî vê bûyerê bûne, ji wan kesan hesab bête pirsîn.

Em ji hemû ji birîndaran re saxlemî û başbûna bilez dixwazin; ji bo şehîdan rehmetê, ji malbatan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Di heman demê de, em bang li gelê xwe dikin ku xwe kontrol bikin û di asta herî bilind de hişyarî û bi berpirsiyari tevbigerin, mal û milkên giştî û taybet biparêzin û rê nedin ku hêrs bibe sedema kaos û wêrankirinê yan jî pevçûnên navxweyî. Xwepêşandan û derbirîna nerazîbûnê mafekî rewa ye, lê kaos çareserî nîn e. Parastina mirovan û mal û milkên wan berpirsiyariyeke hevpar e.

Her wiha, em bang li hemû aliyên hikûmetî û ewlehiyê yên têkildar dikin ku berpirsiyariyên xwe bi tevahî hilgirin, ji provakasyonê û bikaranîna hêzê dûr bisekinin, bi gelê herêmê re bi ruhê berpirsiyariyê û rêzgirtinê re mijûl bibin û kanalên cidî yên diyalogê vekin, da ku sedemên tengezariyê bên çareserkirin û ji bilindkirina tengezariyê û ferzkirina rewşa heyî dûr bê.

Em bang li rûspî, kesayetiyên civakî, partiyên Kurdî û berpirsiyarên herêmê dikin ku rola xwe ya rastîn bilîzin, ji bo aramkirin, rêberîkirin û kontrolkirina tengezariyê û ji bo parastina aştiya civakî beşdar bibin.

Em niha di qonaxeke hestiyar de ne ku ji hemûyan dixwaze zimanê aqil û têgihitinê li pêş bixin. Ji provakasyonê, reaksiyonên bilez û ketina nav kaos û tundiyê dûr bisekinin û rê li ber her kesê ku dixwaze rewşa hêrsê ji bo xerakirina ewlekarî û aramiya civakê bikar bîne, bigirin.

Ji ber vê yekê, em dîsa daxwaza xwe ya eşkerekirina hemû rastiyê û hesabpirsîna ji her kesê ku berpirsiyariya wî ya sûc û binpêkirinan tê piştrastkirin, dubare dikin.

Em bang li hemû aliyan dikin ku aram bin, xwe kontrol bikin, aştiya civakî biparêzin, mal û milkên giştî û taybet biparêzin û berjewendiya giştî li ser hemû hesabên din bidin pêş.”

Etîket: KNKKongreya Neteweyî ya Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

25 TÎRMEH 2026
KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

KNKê nameya vekirî ji dewletên NATOyê re şand

23 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026
Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

Ahmet Karamus: Me ji bo statuya Kurdan serî li NYê da, em li benda biryarê ne

9 HEZÎRAN 2026
KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

KNK dê ji bo gelê Kurd ji NYê statuya neteweya çavdêr bixwaze

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne