Kurdistaniyên ku di sala 103yemîn a Peymana Lozanê de li bajarê Lozan ê Swîsreyê civiyan, bal kişandin ser encamên peymanê û banga yekîtiya neteweyî û stratejiya hevpar li gelê Kurd hate kirin.
Peymana Lozanê ya ku bûye sedema çar parçekirina Kurdistanê, di sala xwe ya 103yemîn de ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hate protestokirin. Bi banga Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Lozan ê Swîsreyê bi sedan kes hatin ba hev û beşdarî çalakiya konê ya li ber Château d’Ouchy (Place du Vieux-Port) a ku peyman lê hatî îmzekirin, bûn. Bername ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê bi deqeyek rêzgirtinê û bi sirûda Ey Reqîp dest pê kir.
Çalakî bi dirûşma “Rewş, Berpirsyarî, Stratejiya Hevpar” hate lidarxistin. Ji çar parçeyên Kurdistanê nûnerên partiyên siyasî, akademisyen, hunermend, rêxistinên civakî yên sivîl û gelek Kurdistanî û dostên wan beşdar bûn. Di çalakiyê de bandora Peymana Lozanê ya li ser gelê Kurd, yekîtiya neteweyî, stratejiyên têkoşîna hevpar û asta hiqûqî ya navneteweyî ya pirsgirêka Kurd hate nirxandin.
Hevserokê KNKê Ahmet Karamûs axaftina destpêkê kir û bal kişand ser encamên dîrokî yên Peymana Lozanê. Karamûs diyar kir ku Peymanê Kurdistan kir çar parçe û gelê Kurd bêstatu hişt û destnîşan kir ku Kurd sed sal in li dijî vê peymanê têdikoşin.
Karamûs: Yekîtiya neteweyî meseleya hemû gelê Kurd e
Karamûs bal kişand ser geşedanên siyasî yên dema dawî li Rojhilata Navîn diqewimin û destnîşan kir ku ev dem ji bo gelê Kurd hem derfetên girîng hem jî xeteriyên cidî digire nava xwe. Karamûs bi lêv kir ku divê hêzên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê li dora stratejiya neteweyî ya hevpar bibin yek.
Karamûs diyar kir ku nîqaşên yekîtiya neteweyî tenê meseleya partiyên siyasî nîn e, meseleya hevpar a tevahî gelê Kurd e.
Karamûs di dawiya axaftina xwe de bang li hemû partiyên siyasî û tevgerên li çar parçeyên Kurdistanê kir û wiha got: “Divê diyalog û xebatên hevpar bên pêşxistin. Hemû hêzên siyasî divê berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin û li ser esasê berjewendiyên neteweyî stratejiyeke hevpar were avakirin. Siberoja gelê Kurd vê ferz dike.”
‘Divê hêzên navneteweyî ji vê şaşiyê vegerin’
Piştre Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê û Serokê Partiya Keskan a Lozanê İlias Panchard, Parlamenterê Partiya Sosyalîst a Kantona Vaudê Sebestien Kessler û Endamê Meclîsa Şaredariya Lozanê yê Partiya Karkeran Xavier Roth, axivîn û destnîşan kirin ku Peymana Lozanê sed sal in gelê Kurd bê statû hiştiye û rê li ber polîtîkayên înkar, zext û cihêkariyê vekiriye. Axavtvanan, bal kişand ku Kurd îro yek ji mezintirîn gelên bê dewlet in û diyar kirin ku aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn tenê bi nasîna mafên neteweyî û demokratîk ên gelê Kurd pêkan e. Her wiha bang li civaka navneteweyî kirin ku berpirsiyariya xwe ya li hemberî vê ne edaletiya dîrokî bi cih bîne.
Piştî axaftinan derbasî beşa panelê bûn. Di panela bi moderatoriya rojnameger Gulistan Îke de, Parlamenterê dema 4emîn a Parlamentoya Iraqê Blêse Cebar Ferman pêşkêşiya xwe ya bi sernavê “Piştî sed salî dê Peymana Lozanê bi dawî bibe?” pêşkêş kir.
Lêkolîner û rojnameger Meral Çîçek jî rola têkoşîna jinan a di avakirina serdemeke neteweyî ya azad de nirxand. Pisporê hiqûqa navneteweyî Prof. Naîf Bezwan jî rejîma Lozanê û doza Kurdistanê ji aliyê dîrokî û hiqûqî ve nirxand.
Zanyarê siyasî Dr. Azad Mihemedî dîtinên xwe yên li ser neteweperestiya Kurd û gotara neteweyî ya hevpar parve kir. Nivîskar û lêkolînerê îslama siyasî Dr. Tariq Hemo jî di salvegera 103yemîn a Peymana Lozanê de li ser parastina hebûn û nasnameya neteweyî ya li Rojavaya Kurdistanê nirxandinan kir.
Piştî panelê, “civîna gel” a ku rasterast beşdar nêrîna xwe bînin ziman, hate lidarxistin. Beşdarên ku ji çar parçeyên Kurdistanê û yên biyanî nêrînên xwe yên li ser encamên Peymana Lozanê, geşedanên rojane û stratejiyên têkoşîna hevpar parve kirin.













