Rojnameger Bahadir Ozgur ê ku duh bi îdiaya “binpêkirina lêpirsîna veşartî” hatibû binçavkirin, bi biryara kontrola edlî hate berdan.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê krîza fonan û gendeliyê de lêpirsînekî dabû destpêkirin. Duh rojnameger Ozgur Bahadir duh bi îdiaya “binpêkirina lêpirsîna veşartî” parve kiriye hatibû binçavkirin.
Bahadir Ozgur îro piştî karûbarên îfadeyê sewqî Dadgeha Stenbolê ya Çaglayanê hate kirin. Dadgeh bi şertê kontrola edlî biryar berdana Bahadir Ozgur da û hefteyê du rojan jî şertê îmzedayînê da pêşiya wî.
Bahadir Ozgur di nivîs û bernameya xwe ya Halk TVyê de gelek qala gendeliya fonan de kiribû û bi raya giştî re parve kiribû.
Dema ku Bahadir Ozgur di binçavan de bû biryar hate girtin ku hesabê wî yê Xê jî were astengkirin.








