• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Zîhniyeta DAIŞê îro bi destê HTŞê didome

Şirnex / AW

3 TEBAX 2025 - 21:03
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Li Silopyayê ji bo 11emîn salvegera Komkujiya Êzdiyan daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin zîhniyeta DAIŞê îro bi destê HTŞê tê meşandin. 

Li navçeya Silopya Şirnexê ji bo 11emîn salvegera Komkujiya Êzdiyan di pêşengtiya Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, bi tevlîbûna Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Berdevka Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, aktîvîstên TJAyê, rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Şirnexê û endamên saziyên civaka sivîl ji ber avahiya DEM Partiyê heya Kolana Hunerê meş hat lidarxistin. Di meşê de dirûşmên, “Jiyan jiyan azadî”, “Şengal rûmeta me ye” hatin berzkirin.

Dema girse gihîşt Kolana Hunerê ji bo di kesên komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane find vêxistin û piştre Hevseroka Komeleya Çand ê Zinan a Cûdî Evîn Kûlja daxuyanî xwend.

Kûlja komkujiya 3yê tebaxa 2014an bi bîr xist û wiha axivî; “Di 3yê Tebaxa 2014an de, yek ji mezintirîn trajediyên sedsala 21an qewimî. Gelê herî kevnar ê Mezopotamyayê kurdên êzidî, ji aliyê DAIŞê ve rastî Fermana 73an hatin. Bi hezaran êzidî rastî komkujiyeke xedar û kuştinên hovane hatin. Şeş hezar û çar sed û hevdeh kes ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin revandin, zêdetirî 400 hezar kes neçar man ku ji malên xwe birevin û bi hezaran jî neçar man ku di kampan de bijîn. Aqubeta du hezar û heft sed jin û zarokan hîn jî ne diyar e. Mixabin cîhan li hember qirkirina ku ji aliyê yek ji rêxistinên çete yên herî radîkal û hovane yên serdema me DAIŞê ve pêk hatiye, bêdeng ma. Daxwaza êzidiyan a ji bo edaletê hat paşguhkirin.”

Kûlja di dawiya axaftina xwe destnîşan kir ku îro zîhniyeta DAIŞê bi destê hin hêzên din berdewam dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Ev siyaseta bêdengî û bêcezatiyê avahiyên cîhadîst, radîkal, selefî û îro, ev kom ku berdewamî û derdorên polîtîkayên tundrew, mezhebî û dijminê jinan ên DAIŞê ne –wek mînak, Heyetî Tehrîr el-Şam (HTŞ) tê xwestin ku li Sûriyeyê desthilatdariya dewletê bi dest bixe – gefê li mirovahiyê dixwin. Li Sûriyeyê, ev komên radîkal û cîhadîst di şeş mehên dawî de jinên elewî û durzî revandine, tecawiz kirine û kuştine. Ev kom dibêjin ‘eşîrên ereban ev kiryar pêk anîne’ û bi vî awayî dixwazin berpirsiyariya xwe veşêrin û bi hedefgirtina deverên ku kurd, elewî û durzî lê dijîn, sûcên nû yên qirkirinê pêk tînin.”

Piştî daxuyaniyê Berdevka Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu got ku ew îro ji bo bîranîna Komkujiya Êzdiyan hatine vir û wiha axivî; “Em hatine hesaba komkujiyê bipirsin, divê êdî jin xwe bi rêxistin bikin û ji bo pêşîgirtina van komkujiya bibin hêz.”

Turkoglu di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kesên di komkujiyê de hatine revandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; “Divê dewleta Îraqê hesaba vê komkujiyê bide. Divê Dewletên Yekbûyî hesabê vê yekê bide û êrîşa DAIŞê weke komkujî nas bike. Ji ber ku hesabê Komkujiya Êzdiyan nehat dayîn îro ev komkujî li ser gelên Sûriyeyê pêk tê. Em bang li hemû dewletan dikin ku xweseriya Şengalê û gelê êzdî were naskirin.”

Piştî axaftina Turkoglu girse bi berzkirina dirûşma, “Jin jiyan azadî’ dawî li çalakiya xwe anî.

Etîket: ÇalakîÊzidîKomkujîSîlopiya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

Li Îzmîrê ji bo Paula Maier çalakî: Bila sûcdarên bi unîforma bên darizandin!

21 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

‘Me dibînin û dibihîzin, lê pirsgirêkên me çareser nakin’

18 TEBAX 2026
Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

Li Îzmîrê bûn dengê Gimgim û Kanîreşê: Ji JESê re NA!

11 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne