Amed – Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken ê derûnnas destnîşan destnîşan kir ku zarokên 7 salî jî madeyên hişbirê bikar tînin û belavkirina madeyên hişbirê ne tenê wek pirsgirêkeke asayî ye û got ku di heman demê de polîtîkayeke taybet e. Şiyar Guldîken anî ziman ku bi taybetî li ser ciwan û jinan polîtîkayeke rizandinê tê kirin û got: “Ji bo ku ev polîtîka bêbandor bibe tenê şaredarî têrê nake û divê hemû civak bibe piştgirê têkoşîna li dijî wê.”
Tirkiye di desteserkirina rêjeya madeyên hişbirê de her çiqas di rêzên herî jor ên cîhanê de cih bigire jî, di rêgeza madeyên hişbirê yên sentetîk de wekî navendeke derbasbûnê û beşek jî navendeke xerckirinê xuya dike. Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê asta ciwanên ku madeyên hişbirê bikar tînin di qeydan de wekî ji sedî 16,2 derketiye holê. Ev tabloya ku tê de madeyên sentetîk belav dibin, nîşaneya qeyraneke kûr a civakî ye ku tenê bi destwerdanên tibî nayê ravekirin. Belavbûna madeyên hişbirê yên li bajarên herêmê parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e ku bi taybetî armanc dike ciwanan apolîtîze bike. Piştî serdema qeyiman ku navendên ciwanan û çandê hatibûn girtin, şaredariyên DEM Partiyê hewl didin bi van projeyan û xebatên civakî valahiya heyî tije bikin û li hemberî vê xetereyê piştgiriyê bidin hemû sazî û baroyan.
Pêngava ‘Rabin’
Platforma Têkoşîna Li Dijî Tiryakê ya Şiyar Be bi dirûşmeya “Li dijî hişbirê ji bo jiyaneke azad û aram rabin!” di 6ê Tîrmehê de li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê ya Amedê bi daxuyaniyekê pêngava “Rabin” ragihand û bang li hemû pêkhateyên civakê kir ku li dijî hişbirê plansaziya têkoşîneke hevpar bê amadekirin. Hevşaredarê Erxeniyê Şiyar Guldîken ê derûnnas derbarê pêngavê de ji ajansa me re axivî.
Şiyar Guldîken bal kişand ser belavkirina madeyên hişbirê û diyar kir ku ev yek tenê pirsgirêkeke asayî nîn e, di heman demê de polîtîkayeke taybet e. Şiyar Guldîken anî ziman ku bi taybetî li ser ciwan û jinan polîtîkayeke rizandinê tê kirin û wiha got: “Bi rastî tenê ne li Erxeniyê, li tevahiya Kurdistanê û li vê herêmê bi zanebûn hişbir hatiye pêşxistin. Bi zanebûn li ser ciwanan û li ser jinan polîtîkayeke rizandinê tê kirin. Qasî 10 sal in ev feraset hatiye pêşxistin. Tê xwestin ku ciwan ji têkoşînê, ji fikrandinê dûr bikevin û jin jî ji pergala demokratîk dûr bikevin.”
‘Temenê bikaranîna hişbirê daketiye 7 saliyê’
Şiyar Guldîken daneyên anketa ku di dawiya sala 2024an de li navçeyê hatiye çêkirin bi bîr xist û diyar kir ku xetere gihiştiye asteke fikarê. Şiyar Guldîken destnîşan kir ku di anketan de derketiye holê ku temenê bikaranînê daketiye heta temenê 7-9 saliyê û bi lêv kir ku ev rewş ji bo pêşeroja civakê û mirovan tişteke pir xetere ye.
Projeyên şaredariyê yên têkoşînê
Li hemberî vê xetereyê Şiyar Guldîken bal kişand ser projeyên ku weke şaredarî dane ber xwe û ev agahî parve kir: “Heta niha cihekî ku rasterast ji bo vî karî xebatê bimeşîne tune bû, me pisporekî dêrûnnasiyê îstîhdam kiriye, em ê avahiyekê çêbikin û ne tenê li Erxeniyê, li hemû bajaran projeyên rehabilitasyonê ava bikin. Em navendeke çand û ciwanan amade dikin. Em kî ne, ji ku hatine û em bi ku ve diçin, ji nû ve bipirsin û li ser vê bingehê civakê ji nû ve ava bikin.” Şîyar Guldîken ji bo xanî û avahiyên kevn jî destnîşan kir ku pêwîst e ew bi malbat û xwediyên wan xaniyan re karekî hevpar bi rê ve bibin û pêşiyê li kesên ku li wan avahiyan madeyê bikar tînin bigirin.
‘Pêwîstiya me bi têkoşîneke topyekûn heye’
Şiyar Guldîken di dawiya axaftina xwe de bang li hemû saziyan, muxtaran û malbatan kir û got: “Li hemberî vê xetereyê em bibin yek û êrîş bixwe gelekî mezin e, ji bo ku vê êrîşê bêbandor bikin tenê şaredarî têrê nake û divê hemû civak bibe piştgirê vê têkoşînê.”












