• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê: Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e

Mansur Kuyumcu / AW

22 TEBAX 2026 - 09:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Îzmîr – Endamê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê Erhan Morkoç diyar kir ku di serdema Aştî û Civaka Demokratîk de polîtîkayên şerê taybet bi rêya hişbirê li ser civakê li dar in û da zanîn ku ji bo parastina ciwanan û têkoşîna li dijî vê sîstemê, divê gel li her qadê komînên xwe ava bike.

Di vê serdema Aştî û Civaka Demokratîk de, dema ku nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêkan zêde dibin, xetereyên li ser civakê jî di rojevê de ne. Di vê pêvajoyê de, belavbûna sîstematîk a madeyên hişbir wekî amûreke polîtîkayên şerê taybet tê bikaranîn. Ev rewş ji aliyekî ve rê li ber lawazkirina îradeya civakî vedike, ji aliyê din ve jî bandoreke neyînî li ser ciwan û jinan dike; yanî hêza guherîn û veguherîna civakê tê jehrî kirin û bêbandor kirin. Di vê çarçoveyê de gelek platform hatin avakirin û van platforman gelek çalakî û rêzeçalakî li dar xistin û pêngavên nû dan destpêkirin.

Derbarê van metirsiyan ku ev metirsî li taxên Kurdan ên Îzmîrê roj bi roj zêdetir dibin, em bi Endamê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrê Erhan Morkoç re axivîn.

‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mifte ye, xelasî bi rêxistibûnê pêkan e’

Erhan Morkoç diyar kir ku heta niha ji ber şer û pevçûnan gelê Kurd nedikarî pirsgirêkên xwe bîne ziman û destnîşan kir ku ev nêzîkî du sal e, ‘Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk’ dest pê kiriye, bi pêvajoyê re êdî gelê Kurd hêdî hêdî pirsgirêk xwe tîne ziman. Erhan Morkoç da zanîn ku ev pêvajo çiqasî domdar be, wê ewqasî pirsgirêk jî çareser bibin û wiha got: “Ne tenê dewleta Tirkiyeyê hemû netewe-dewlet ji bo kes ji wan re nebe sedema metirsî û talokeyan di nav gel de madeyên hişbir belav dikin û bi vî rengî gel dixin bin kontola xwe. Ev polîtîkayên şerê taybet in û ev polîtîka, heta niha di nava gelê Kurd de jî bûn xwedî tesîreke mezin. Dewlet ji xwe re dibêje: Ji dêvla li pey pey ziman, çand û îradeya xwe bikeve bila hişbirê bi kar bîne û bikeve ber deste min. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk mifteyek bû; deriyek li ber me vekir. Tenê bi rêxistinbûnê rizgarî pêkan e.”

‘Divê gel bi rola xwe rabe’

Erhan Morkoç anî ziman ku tekane çareserî ew e ku divê gel komînên xwe li tax û navendên xwe ava bike û divê xebata xwebexş û fikra rêxistinbûnê bê mezinkirin û wiha axivî: “Wekî ku tê dîtin, di vî warî de dewlet bi tena serê xwe li dijî çeteyan nikare bisekine. Yanî divê gel bi rola xwe rabe. Dema em diçin bi malbatan re diaxivin, gel ji me re dibêjin ‘Werin me ji vê mirinê xilas bikin’. Lê tişta ku tê meşandin tişteke sîstematîk e û ancax bi awayeke sîstematîk mirov têbikoşe wê demê mirov dikare xwe jê xelas bike.”

‘Mijar, mijara jiyaneke bi rûmet e’

Erhan Morkoç diyar kir ku divê gel bizanibekesên ku bûne tiryakî ne dijmin in û wiha pê de çû: “Ew mirovên me, ciwanên me ne; divê em wan rizgar bikin. Çimkî em nikarin jiyana xwe teslîmî çeteyan bikin. Divê em hemû bibin yek û xwedî li jiyana xwe derkevin; mijar, mijara jiyaneke bi rûmet e.”

‘Digotin neçin partiye, niha ji bo xelasiya zarokên xwe li deriyê partiyê didin’

Erhan Morkoç anî ziman ku ew li dijî tundiyê ne, lê xweparastin jî ferz e û wiha got: “Berê hinek malbatan ji zarokên xwe re digotin, ‘neçin partiye, dê partî we bibe serê çiyê’. Pere didan zarokên xwe digotin, ‘Çi kar û barê we li partiyê heye, biçin li kêfa xwe binêrin’. Niha ew malbat tên partiyê li deriye me didin û dibêjin, ‘Werin me ji vê jehrê xelas bikin’. Yanî çareserî xwe birêxistinkirin e; ne tenê di nava partiyekê de, li her qada ku gel lê hebe, divê mirov xwe birêxistin bike.”

Etîket: Erhan Morkoçhişbirİzmirmansur kuyumcuPêvajoya Aştî û Civaka DemoktatîkPlatforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê ya Îzmîrêtiryak
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
‘Seba veradîyayîşê Mehmet Saît Yildirimî qanûnê neweyî hewce nêkenê’

Tehliyeya Mehmet Saît Yildirim cardin hate astengkirin

7 ÎLON 2026
Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

Li Îzmîr û Manîsayê 3 kes hatin binçavkirin

3 ÎLON 2026
Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

Li dijî tiryakê banga piştevanî û xwedîderketina pêşerojê

29 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne