Di pêşengtiya Platforma Şiyar Be de di çarçoveya rêzeçalakiyên pêngava ‘Rabin’ li taxa Mûradiyeyê ya navçeya Rezanê civîna gel hat lidarxistin. Ayla Akat Ata di civîna gel de axivî û got: “Hêza me heye. Ne tenê em divê hemû rayedar, rêveber, sazî û dezgeh rabin. Em bi hev re ne û em ê bi ser bikevin.”
Li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliyê Gerok Ma, Ma Music, Komeleya Jinê ya Çand Huner û Wêjeyê, Komeleya Çandê ya Dîcle Fıratê, Şano ya Bajar a Amedê, Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn û li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ji aliyê Sînebir û Konservatuara Aram Tigran ve ji bo zarokan kargeh hat lidarxistin. Di çalakiya ku bi “Bubble Show”ê zarokan demên xweş derbas kirin. Zarokên ku li ser perçeyên mezin ên qumaşê wêneyan xêz kirin, rûyên hevdu jî boyax kirin. Dîsa di çalakiya ku tê de stranên kurdî hatin gotin de, zarokan têra dilê xwe govend gerandin. Piştî kargeha zarokan bi pêşengiya Platforma Şiyar Be di çarçoveya pêngava ‘Rabin’ de bi tevlîbuna siyasetmedar û aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata, Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan, Hevşaredarê Rezanê Sîraç Çelîk, endam û nunerên saziyên civakî û şêniyên taxê civîna gel hat lidarxistin.
‘Em ne tenê ne, em bi hevrene û em ê serbikevin’
Ayla Akat Ata bi lêv kir ku ew di vê xebatê de ne tenê ne û divê herkesek li dijî vê pirsgirêkê berpirsyariya xwe bizanibe û wiha got: “Bi rastî hûn sedema hatine me dizanin. Em diçûn kîjan taxê gelê me dihatin digotin hûn tên xebatan dikin lê pirsgirêka me ya herî mezin tiryak, hişbir û fihûş di. Me jî dest bi xebatan kir û me got Rabin. Divê em tax û kolanên xwe paqij bikin. Heger dayîk jin û gel ê me bi dilekî ne rihet di tax û kolanê xwe de bigere belê em yek jî ne di ewleyê de ne. Em bawerin em ê bigihêjin armanca jiyanek azad û aştiyek rûmet. Em dixwazin derdê xwe bi hev re parve bikin. Em dixwazin di bajarê me de bila tu tiştên xirab û qirêj nebin lê mixabin ciwanên me yên ku li dijî hişbirê têkoşiyan hatin girtin. Dema mirov berê xwe dide girtîgehan, heke ji sedî heştê kes ji ber hişbir û fihûşê hatibe girtin li wî bajarî pirsgirêkek mezin heye. Wexta em çavên xwe negrin guhê xwe negrin bi hev re di nav xebatan de bin em ê bi ser bikevin. Li vî bajarî em ne bîst an sed kes in, em du milyon kes in û hêza me heye. Ne tenê em divê hemû rayedar, rêveber, sazî û dezgeh rabin. Tirsa wan kesan yekitiya gelê me ye lê em ne tenê ne em bi hev re ne û em ê bi ser bikevin.”
‘Em ê gelê xwe, ciwanên xwe, tax û kolanên xwe rizgar bikin’
Ahmet Dogan da zanîn ku ji ber polîtîkayên taybet li taxan gelek kêmasî derketine holê û wiha pê de çû: “Berê digotin zarê xwe neşînin partiyê lê hûn bi ku de diçin biçin. Lê niha ew bi xwe bi destê zarokên xwe digirin tînin partiye û alîkariyê dixwazin. Belê gelek kêmasiyên me çêbûn. Ji ber polîtîkayên deh salên dawî hêza me kêm bû lê em hatin û em ê gelê xwe, ciwanên xwe, tax û kolanên xwe rizgar bikin. Em dibêjin rizgarî û jiyana azad di fikrên Rêber Apo de ye.”
‘Em ê bi xebata hevpar têkoşîna xwe bimeşînin’
Sîraç Çelîk diyar kir ku ew ê ji bo taxên xwe têkoşîna hevpar bidin meşandin û ev tişt gotin: “Dayîkên me hemû dilşewatin, ji bo zarok û ciwanên xwe em ê bi xebata hevpar têkoşîna xwe bimeşînin û em ê her tim di nav gelê xwe de bin û guhdariya we bikin.”
‘Em li dijî polîtîkayên taybet tekoşîna xwe dimeşînin’
Aktîvîsta TJAyê Arzû Karaman anî ziman ku ew wek TJAyê di vê xebatê de cih digirin û daxwaza wan ew e ku bi jin û dayîkên taxê re rûnên û vê xebatê bi wan re bimeşînin û wiha axivî: “Ew kesên vî karî dimeşînin, ji aliyekê ve dixwazin jinê bikşînin di nav jiyanek bê exlaqî. Lê em li dijî polîtîkayên taybet û jiyana bê exlaqî tekoşîna xwe dimeşînin. Daxwaza me ew e ku em bi jin û dayîkên xwe re rûnên dan û standinan bikin û vê jiyana qirêj a ku li taxên me de rû daye bi hev re paqij bikin.”
Piştî axaftinan gel pirsgirêkên taxê û pirsgirêkên ku rojane dijîn parve kirin. Piştî civînê ji bo zarokan fîlmê anîmasyonê hat nişandan û bername bi dawî bû.


















