DYA û Îran careke din êrişên dualî li dijî hev pêk tînin. Trump ragihand ku ew ê êrişên xwe yên dijî Îranê berdewam bikin û stasyonên enerjiyê (tesîsên elektrîkê) ji bo qonaxa dawî hilanîne. Di navenda vê aloziyê de Tengava Hurmizê cih digire û peymana navbera her du aliyan êdî bêbandor maye.
Tevî peymana ku di 18ê Hezîranê de hatibû îmzekirin da ku şerê navbera DYA û Îranê yê di 28ê Sibatê de destpêkiribû bi dawî bibe û çareseriyeke mayînde bête dîtin, ev hefteyeke ku alozî hîn bêtir gur dibe.
Li gorî nûçeya ku RojNewsê berhev kiriye; li hemberî êrişên Îranê yên li ser keştiyên di tengavê re derbas dibin, Serokê DYAyê Donald Trump di 10ê Tîrmehê de ragihandibû ku agirbest bi dawî bûye, lê belê dê danûstandin berdewam bikin. Piştî vê daxuyaniyê êrişên dualî zêdetir bûn û ev sê rojin ku ev êriş bi awayekî sîstematîk birêve diçin.
Fermandariya Hêzên Navendî ya DYAyê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya operasyona hêzên DYAyê ya li demjimêrên şevê ku nêzî 5 saetan berdewam kir de, li Buşehr, Çabahîr, Cask, Konarek, Girava Ebû Mûsa û Bender Abbasê di nav de, li gelek hedefên leşkerî yên li seranserî Îranê xistine û pêla dawî ya êrişan bi dawî bûye.
Li hemberî vê yekê, Îranê jî ragihand ku wan li Kuweyt, Bahreyn û Urdunê êriş birine ser bingehên leşkerî yên DYAyê.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya CENTCOMê hatî parvekirin de hat destnîşankirin ku Îranê di 7 rojên dawî de êriş biriye ser heft keştiyên bazirganiyê û di encama van êrişan de nêzî dehan muretebatên sîvîl jiyana xwe ji dest dane, winda bûne yan jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê bi dehan muşek û balafirên bê mirov (ÎHA) ber bi welatên Kendavê ve avêtine û hat gotin; “Hêzên DYAyê, ji ber vê êrişa neheq a ku jiyana mirovên bêguneh dixe metirsiyê, Îranê berpirsiyar dibîne.”
Trump gefa êrişa li ser stasyonên enejeriyê xwar
Serokê DYAyê Donald Trump duh careke din ragihand ku êrişên li ser Îranê dê berdewam bikin. Trump di merasîma îmzekirinê ya ku li Oval Ofîsê hatî rêxistin kirin de, bersiva pirsên rojnamevanan ên derbarê rojevê de da. Trump wiha dibêje; “Dahateke me ya pir mezin heye. Em gihîştine astên ku bi salane me bidest nexistine, em pir giran li wan dixwin û ev yek dê berdewam bike.” Trump ê ku diyar kir ji bilî operasyonên leşkerî wan dorpêça deryayî ya li ser Îranê jî ji nû ve daye destpêkirin, got: “Em dorpêçê ji nû ve dixin dewrê. Ev dorpêç tenê ji bo Îranê derbasdare. Yên ku ligel Îranê kar dikin nikarin derbas bibin, lê her kesê din dê bikaribe derbas bibe.”
Trump destnîşan kir ku ew ji danûstandinan bi temamî venekişiyaye û nirxandina “Ez difikirim ku hîn jî peymanek gengaze” kir. Trump diparêze ku wan ziyaneke mezin gihandiye hêza leşkerî ya Îranê; eşkere kir ku wan di nav mehekê de hêzên deryayî yên Îranê bêbandor kirine, hêzên hewayî êdî “bi kiryarî nemane”, ji sedî 89ê hêza hilberîna moşekan û ji sedî 92yê hêza hilberîna balafirên bê mirov ji nav birine.
Donald Trump ji kanala Fox News re jî wiha axivî: “Min tesîsên enerjiyê yên Îranê bo qonaxa dawî hilanîne. Vê şevê, şeva din û şeva din a din em ê derbên giran li wan bixin û hefteya bê dê ji bo wan pir xirab derbas bibe. Hefteya bê dor dê bê ser stasyonên elektrîkê û piran.”
Tengava Hurmiz
Îranê, di şerê ku di 28ê Sibatê de ligel DYAyê destpêkiribû de, di pêvajoyên danûstandinê yên piştî agirbesta 8ê Nîsanê hate ragihandin de, Tengava Hurmizê wekî koza xwe ya herî girîng her tim derxiste pêş.
Tengava Hurmizê ya ku beriya şer ji pêncan yekê bazirganiya neft û gaza xwezayî ya şilekkirî ya cîhanî dabîn dikir, bi destpêkirina şer re ji aliyê Îranê ve li ber derbaskirina keştiyan hat girtin. Îran, piştî agirbesta 8ê Nîsanê jî nêzî vekirina tengavê nebû. Peymana ku di 18ê Hezîranê de ji aliyê Serokê DYAyê Donald Trump û Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve bi fermî hatibû îmzekirin jî, sernavekî wê yê girîng Tengava Hurmizê bû.
Danûstandin û îmzekirin
Tengava Hurmizê ku Îranê wekî kartek girîng bikar anî daku di asta cîhanî de bibe sedema zêdebûna mesrefên neftê û bi vî rengî zextê li ser DYAyê ava bike, di pêvajoya danûstandinan a 60 rojî ya ku peymanê pêşbînî dikir de, li benda gotûbêjkirina wekî sernavekî krîtîk bû. Lê belê di hefteya dawî de ji ber kontrolkirina tengavê pevçûnan ji nû ve serî hilda.
Egera şerek berfireh
Îran dixwaze li tengavê statuyeke nû ava bike û derbaskirina di tengavê re bike biheqdest. Ev yek di heman demê de tê wateya pejirandina serweriya Îranê ya li ser tengavê û bi vî rengî dixwaze nîşan bide ku Îran ji şerê ligel DYA-Îsraîlê bi qezenc derketiye.
Li hemberî vê yekê, DYA dixwaze statuya tengavê ya beriya şer bê parastin. Lê belê piştî pevçûnên hefteya dawî, Serokê DYAyê Donald Trump jî rewşeke nû ragihand. Trump diyar kir ku ewê derbaskirina di tengavê re biparêzin û di berdêla vê de, ji sedî 20 li gorî mesrefa barê her keştiyeke ku di welatên Kendavê re derbas dibe dê bacê bistînin. Lê belê piştre ragihand ku ji vê biryarê vekişiyaye.












