• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Perwerdehiya bi zimanê zikmakî mafê me yê bingehîn e’

Wan / AW

17 KANÛN 2025 - 16:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sekreterê DADSAZê parêzer Veysî Atay ku di panela zimanê Kurdî de axivî, bal kişand ser têkiliya di navbera perwerdehiya bi zimanê zikmakî û mafên mirovan de û got: “Perwerdehiya bi zimanê zikmakî weke hêmaneke sereke ya mafên mirovan hatiye destnîşankirini lewma mafê perwerdehiyê mafê me yê bingehîn e.”

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Wanê û Komeleya Pêşvebirina Çand û Zimanê Kurdî KÛRDÎGEHê di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de li Galeriya Hunerê ya Şaredariya Rêya Armûşê panela “Mafên mirovan û perwerdehiya bi zimanê zikmakî, nasname, wekhevî û dadmendî” li dar xist. Li eywanê pankarta “Ji bo zimanê Kurdî têkoşîn û xebat” û “Statuya Kurdî û perwerdehiya bi Kurdî” hatin daliqandin. Di panelê de Gokhan Işik weke moderator, Sekretera Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn û Sekreterê DADSAZê parêzer Veysî Atay jî weke axêver beşdar bûn. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, rêveber û hevserokên DEM Partiyê û nûnerên saziyên sivîl beşdarî panelê bûn.

Ewilî Moderator Gokhan Işik bal kişand ser giringiya perwerdehiya bi zimanê zikmakî û got ji bo bîreke Kurdistanî ava bibe hewceye mirov vegere zimanê xwe.

‘Ziman hêmaneke sereke ya mafê mirovan e’

Piştre Veysî Atay diyar kir ku bi rêyeke gelek mezin Kurd ji mafên xwe yên bingehîn hatine bêparkirin. Veysî Atay da zanîn ku peymanên navneteweyî mafê perwerdehiya zimanê zikmakî diparêze û got: “Li gor van peymanan li welatekî dadmend, demokratîk herkes dikarin bi zimanên xwe yên zikmakî perwerdehiyê bibînin. Dema em behsa perwerdehiya bi zimanê dayikê dikin, em di heman demê de behsa wekheviyê û demokrasiyê dikin. Ziman hêmaneke sereke ya mafên mirovan hatiye destnîşankirin. Lewma mafê perwerdehiyê mafê me yê bingehîn e û ev maf nasnameya me ye. Li gorî hiqûqa navneteweyî û peymanan divê dewlet mafê perwerdehiya zimanê dayikê qebûl bike û hewl bide ji bo zimanê dayikê dibistanan ava bike. Mesele tenê qebûlkirin nîne, her wiha divê ji bo cîhbicîhkirina vî mafî xebat bên kirin.”

‘Demokrasî tenê hêmaneke hilbijartinan nîn e’

Veysî Atay behsa avakirina civakeke demokratîk kir û wiha axivî: “Demokrasî tenê hêmaneke hilbijartinan nîne. Demokrasî naskirina mafên herkesî ye û cîhbicîhkirina van mafan e. Hertim netewek û zimaneke vî neteweyê yê serdest heye. Dewletên nedemokartîk tenê zimanê xwe weke zimanê serdest dibîne û mafên neteweyên din ên perwerdehiya bi zimanê zikmakî qebûl nakin. Li Tirkiyeyê jî ev yek heye û di Qanûna Bingehîn de dibêje ‘Hemû kesên li Tirkiyeyê dijîn Tirk in’. Ji ber vê yekê heke Tirkiye bixwaze civakeke demokartîk avabike, divê ev yek bê guhertin.”

‘Divê kesên Kurdî nezanin di nava siyasetê de cih negirin’

Paşê Dîba Keskîn mafê axaftinê girt û anî ziman ku ziman qebûlkirina vîna mirovan e. Dîba Keskîn diyar kir ku axaftina bi zimanê dê û bav bîra civakê diparêze û wiha pê de çû: “Heke em ji zimanê xwe qetîyan, em ji hêşê xwe û ji civaka xwe diqetin. Em dibin mirovên çêker û em ji ruh û hestên welatê xwe dûr dikevin. Em ji axa xwe û ji hest û dîroka axa xwe qût nabin. Dema em qûtnebûn em dikarin ji bo siberoja xwe tiştan biafirînin. Heke em nekaribin têkoşîna xwe raxînin li ber çavên zarokên xwe, dê zarokên me kêm bimînin. Her çiqas divê jin xwedî zimanê xwe derbikeve, lê belê divê mêr jî xwedî lê derbikeve. Zanîna zimanê zikmakî ne tenê tiştên rojane ne, zimanê zikmakî dîrok, gotinên mezinan, bîr, civak hwd. e. Heke em niha di saziyên xwe de, di şaredariyên xwe de hêj jî Tirkî biaxivin, nexwe ev têkoşîna heta niha hatiye meşandin ji bo çi ye? Em rica ji herkesî dikin bi Kurdî biaxivin. Em ji siyaseta Kurdan daxwaz dikim ku bila kesên Kurdî nezanin di siyaseta me de cih negirin. Kesên ku êş û elemên me fêm neke nikare ji bo me siyaset û polîtîkayan jî bimeşîne.”

Etîket: DADSAZHefteya Mafên MirovanÎHDa WanêMafê zimanZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne