Tekîrdag – Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MEDÎA-DER) li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Di kongreyê de hat gotin ku parastina zimanê zikmakî ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke mezin û jiyanî ye.
Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MEDÎA-DER) li navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê duyemîn kongreya xwe ya asayî pêk anî. Parlamenterê Partiya DEMê yê Agiriyê Sirri Sakik û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl ên herêmî bi cil û bergên kurdewarî beşdarî kongreyê bûn ku li avahiya komeleyê hat lidarxistin. Di kongreyê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. Di cihê kongreyê de pankarta “Statûya Kurdî Perwerdehîya Kurdî” ve “Zîmanê Kurdî Xeta me ya sor ê” hatin daliqandin.
Di kongreyê de aktîvîstê zimanê Kurdî Cevdet Zîlanli û parlamenterê DEM Partiyê yê Agiriyê Sirri Sakik axivîn.
Cevdet Zîlanli di destpêka axaftina xwe de şehîdên tevgera azadiyê yê Kurdistanê bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Divê ev yek baş were zanîn ku hemû daxwaz û xeyalên şehîdên Kurdistanê bêguman dê pêk werin û jiyaneke bi heybet were avakirin. Îro, aştî û aramî bi saya hewldanên we dê were pêkanîn. Parastina zimanê me yê zikmakî ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Di vê şer û zordariya ku 50 sal in berdewam dike de, fedakariyên mezin hatine kirin û kedeke mezin hatiye dayîn. Îro, di vê qonaxê de, xwedîderketina li ziman û çanda xwe li gorî paradîgma û felsefeya me, ji bo gelê Kurd jiyanî ye. Em Apê Musa Anter, ligel hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin. Bi vê kêliyê û sozên ku li vir hatine dayîn, pênûsa Apê Musa Anter îro di destê bi sedan kesan de ye û digihêje lûtkeyê.”
‘Bila gavên pêwîst bên avêtin’

Piştre Sirri Sakik axivî û diyar kir ku ew 50 sal in di nav şer û pevçûnan de mezin bûne, ji bo ziman û nasnameyê berdelên giranbiha dane û wiha got: “Îro em ji bo statûya zimanê Kurdî li vir in. Kurdan ji bo çand û zimanê xwe berdêleke gelek giran dan. Wan digot ku ew me nas nakin, lê me israr kir ku em hene û em ê hebûna xwe bidomînin. Şerek 50 salan hat meşandin, di nava wî şerî de me qet şehîdên xwe bi tenê nehiştin. Bi hezaran mirov qetil kirin û gundan şewitandin. Îro kurd hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê bi serbilindî li ber xwe didin û ji bo mafên xwe têdikoşin. Pêvajoyeke ku du sal in didome heye; pêvajoya aştiyê. Em ê piştrast bikin ku maf û statuya qanûnî ya Kurdan tê parastin. Çek hatine danîn. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gotibû ku dê dengê çekan bê birîn. Lê belê, Tirkiye tu gavan navêje; qanûnek hat derxistin lê hêj nehatiye bicihanîn. Diviyabû heta niha hemû girtî hatibûna berdan û yên li sirgûnê jî karibûna vegerin. Lê tu gav nehatine avêtin û em careke din dibêjin, bila êdî gavên pêwîst bên avêtin.”
Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û Aysel Hozan û Recep Denîz bûn hevserokên nû yên MEDÎA-DERê.
Kongre bi govendê bidawî bû.















