• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mamosteyê Komeleya Nûbiharê: Dema ku ziman tune bibe, gel jî tune dibe

Abdullah Esen / AW

9 GULAN 2026 - 11:14
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Êlih – Mamosteyê Şaxa Komeleya Nûbiharê ya Êlihê Abdûrrahman Aslan diyar kir ku axaftina Kurdî ya di malan de her ku diçe kêm dibe û got: “Gelek sedemên helandina ziman jî hene, berê miletê me li gundan bû û civat hemû bi Kurdî bûn. Ji ber ku bajarvanî zede bû, axaftina Kurdî ya bi zarokan re jî qels bû.”

15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî ji bo weşangeriya Kurdî û zimanê Kurdî rojeke taybet û girîng e. Di 15ê Gulana 1932yan de Mîr Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe cara ewil bi Kovara Hawarê bi alfabeya tîpên latînî dest bi nivîsînê dikin. Ji ber vê yekê 15ê Gulanê di sala 2006an de bi biryara Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP Kurdî) weke “Roja Cejan Zimanê Kurdî” hat ragihandin. Ji wê rojê ve 15ê Gulanê weke Roja Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Mamosteyê Şaxa Komeleya Nûbaharê ya Êlihê Abdûrrahman Aslan derbarê hatina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bang li kesên ku bi zarokên xwe re bi Tirkî diaxivin kir û got: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin û li pêş bixin.”

‘Ji ber Kurdî gelek kes hatin girtin û cezakirin’

Abdûrrahman Aslan anî ziman ku gelek sedemên siyasî, îdeolojîk û civakî hene û li pêşiya zimanê Kurdî dibin asteng û wiha got: “Dema ziman tune bibe, ew gel jî tune dibe. Di sed sala 20an de netewe dewlet li ser yekperestiyê hatiye avakirin. Ji sala 1920an heta niha jî mixabin zimanê Kurdî qedexe ye. Mixabin gelek caran kesên ku bi Kurdî xwendine û axivîne hatine girtin û ceza li wan hatiye birîn. Ji ber vê yekê ziman û wêjeya Kurdî qels maye û li pêş neketiye. Ji sala 91î vir ve hinek pêşiya ziman hat vekirin, li hin bajarên Tirkiyeyê saziyên ziman hatine vekirin. Hin berhem hatine derxistin û kovar hatine çapkirin. Weşanxaneya Nûbaharê jî di sala 91î de hatiye avakirin, heta niha nêzîkî 500 heb pirtûkên Kurdî çap kiriye. 35 sal in bênavber xebatên xwe didomîne. Di vê saziyê de gelek mamoste û wêjekaran perwerde dîtine û wan gihandiye asteke baş. Pişt re ji sala 2010an vir ve li Zanîngeha Artûklû ya Mêrdînê beşa zimanê Kurdî hatiye vekirin û gelek ciwanên me ji lîsansa bilind mezûn bûne. Her wiha ji sala 2012-13an vir ve dersên bijarte çêbûne. Ev ders gelek qels derbas dibin. Lê mixabin li gelek cihan pol û mamoste tune ne. Di vir de hinek kêmasiyên malbatan jî hene, ji ber ku ew jî li ser vê yekê nasekinin.”

‘Divê em bi dil û can xwedî li zimanê xwe derbikevin’

Abdûrrahman Aslan destnîşan kir ku ziman gelekî girîng e û xwedîderketina li ziman xwedîderketina li erkek pîroz e û axaftina xwe wiha domand: “Xwedê teala em wekî neteweyek afirandiye û di ayeta 22yan a sûreya Rûmê de dibêje; ‘rengê we û cudahiyên we ji ayetên min in.’ Her wiha di ayeta 4an a sureya Îbrahîm de jî dibêje; ‘Ji bo ku hûn baweriyên xwe baş fêm bikin, me ji bo her zimanî pêxemberek şandiye.’ Divê em jî bi wijdan û ola xwe xwedî li zimanê xwe derbikevin. Bedîûzeman jî dibêje; ‘ziman mohra qederê ya li ser mirovan e.’ Divê em bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin. Ji bo bişaftin zêdetir nebe divê em nava malê bikin dibistana Kurdî. Gelek sedemên helandina ziman jî hene, berê miletê me li gundan bûn civat hemû bi Kurdî bûn. Ji ber ku bajarvanî zede bû, axaftina Kurdî ya bi zarokan re jî qels bû. Zarokên zimanê dayîka pêşî fêr bibe zimanên biyanî zûtir fêr dibe û di zanistê de jî li pêş dikeve. Divê em bi dil û can xwedî li zimanê xwe derbikevin. Di sala 98an de, di raporên Îsmet Înonu de dide xuyakirin ku wîlayetên herî netewperwer Meletî û Erzîncan in. Lê mixabin niha em dinêrin li wir Kurd nemane. Bedîûzeman beriya niha 120 salan gotibû; ‘Xelîl Xeyalî bingeha vî zimanî daniye, hûn jî vî zimanê dewlemend mezin bikin’.”

‘Rojên girîng ên her milet û netewê hene’

Abdûrrahman Aslan bal kişand ser kar û xebatên xwe yên ku li Komeleya Nûbaharê dikin û got ku ew li wir dersên zaravayên Kurdî yên weke Kurmancî, Kirmanckî û Soranî jî didin û wiha qal kir: “Heta niha hezar û 500 kes ji vê saziyê hatine perwerde kirin û bawernameyên xwe stendine. Gelek kesên ku li vir perwerde dîtine bûne mamoste, nivîskar û ji vî zimanî re xizmet dikin. Komeleya Nûbiharê bi mehane di mijarên cuda de semîneran pêk tîne, em di 21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de bernameyan li dar dixin. Û 15ê Gulanê jî li ser pêşketina ziman konferans û bernameyên cuda li dar dixin. Niha jî ji bo 15ê Gulanê em ê dîsa panelek bi mijara ‘Keraset, bêdeng, asimilasyona çandî û zimanî’ li dar dixin. Dema ku materyalên Kurdî di medya dîjîtal de kêm bin, gelek keç û xortên me û zarokên me dê bi zimanên din temaşe bikin û guhdar bikin. Ev jî dibe sedema li paş ketina zimanê Kurdî. Her milet û her netewe rojên wan ên girîng hene, 15ê Gulanê jî ji bo me Kurdan rojeke gelekî girîng e. Di sala 1932yan de Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Nûreddîn Zaza, Osman Sebrî û Cegerxwîn Kovara Hawarê cara yekemîn bi tîpên latînî derxistin. Ji ber vê yekê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.”

Abdûrrahman Aslan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em bang li hemû gelê xwe dikin ku bi zarokên xwe re bi zimanê xwe biaxivin û li pêş bixin. Lê bi tenê axaftin jî têr nake, xwendin û nivîsandin jî hewce ye. Divê em bi hestan tevbigerin û em xewnên xwe jî bi zimanê xwe bibînin.”

Etîket: 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê KurdîKomeleya NûbiharêMamosteyê Şaxa Komeleya Nûbiharê ya Êlihê Abdûrrahman AslanStatuya Kurdî Perwerdehiya bi KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

Kongra Star banga perwerdeya bi zimanê Kurdî kir

29 ÎLON 2026
Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

Her sal ji nav axaftina rojane 338 peyv winda dibin!

22 ÎLON 2026
MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

MEDÎA-DERê duyemîn kongreya xwe ya asayî li dar xist

20 ÎLON 2026
Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

Zimannas Nejbîr Elî: Divê Kurdî di destûra bingehîn de bibe zimanê perwerdeyê

20 ÎLON 2026
Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

Li Rihayê daxwaza perwerdehiya bi Kurdî: Statu û mafê fermî mercê bingehîn e

18 ÎLON 2026
Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

Serlêdanên ji bo kargehên ANKA-DERê dest pê kir: Fêrbûna Kurdî sparteka her Kurdî ye

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne