Raporên mafên mirovan ên 6 mehên destpêkê yên sala 2026an nîşan didin ku tevî îdiayên Tehranê, zextên sîstematîk li ser jinan zêde bûne. Di nava şeş mehan de herî kêm 9 jin hatine darvekirin, zêdetirî 5 hezar jin hatine girtin.
Di demekê ku rayedarên Komara Îslamî her gav behsa başbûna rewşa jinan dikin de, raporên mafên mirovan ên nîvê yekem ê sala 2026an wêneyek cuda nîşan dide. Wêneyek ku behsa zêdebûna darvekirin, girtin, derxistina cezayên giran ên dadwerî, kuştina jinan û darvekirina bi sedan jinan di xwepêşandanan de dike û careke din fikarên li ser tundkirina polîtîkayên sîstematîk ên li dijî jinan zêde kirine.
Li gorî raporên ku ji aliyê saziyên mafên mirovan ve hatine weşandin, di 6 mehên yekem ên sala 2026an de herî kêm 9 jin hatine darvekirin ku 5 ji wan jinan jî hemwelatiyên Tirkiyeyê bûne, zêdetirî 5 hezar jin hatine girtin ku nasnameya 368 ji wan hatiye eşkerekirin, çar jinên çalakvan bi cezayê darvekirinê re rûbirû mane, bi dehan jinên çalakvan cezayê girtîgehê û qamçiyan xwarine, herî kêm 45 jin bûne qurbaniyên kuştina jinan, du jin bi guleyên rasterast ên hêzên hikûmetê can dane, her wiha herî kêm 250 jin di xwepêşandanên çileyê de hatine kuştin. Tevahiya van daneyan, nîşan didin ku zextên pergalî li ser jinan li Îranê giran bûne û binpêkirina mafên wan ên bingehîn berfirehtir bûye.
Tundkirina cudahiyên pergalî yên li dijî jinan
Çalakvanên mafên mirovan jî destnîşan dikin ku girtina berfireh a jinan, derxistina cezayên giran, bicîhanîna cezayê darvekirinê, sînordarkirinên civakî û zêdebûna tundiya li dijî jinan, beşek ji polîtîkayeke pergalî ye ji bo sînordarkirina hebûna jinan a di qada giştî de.
Saziyên mafên mirovan fikarên xwe li ser hejmara zêde ya girtinan, derxistina cezayên giran û zêdebûna dozên kuştina jinan tînin ziman, rewşa jinan li Îranê wekî xirab bi nav dikin û daxwaza baldarî û bertekên cidî ya civaka navdewletî li hemberî binpêkirina berdewam a mafên jinan di Komara Îslamê de dikin.













