• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
14 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Verkarê qanûnê çarçewa yeno eşkerakerdiş: Verkar 12 nuqtayan ra yeno pê

    Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

    DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Verkarê qanûnê çarçewa yeno eşkerakerdiş: Verkar 12 nuqtayan ra yeno pê

    Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

    Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

    DEM Partî: Divê perwerde bêpere û bi zimanê dayikê be

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Rojnameger Pinar Gayip tehliye bû

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Otobusa Amed-Stenbolê qeza kir: 2 mirî, 8 birîndar hene

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

    Li Suriyeyê li dijî bihabûna petrolê çalakiyên gel

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Mahmût Altintaş / AW

12 ÎLON 2026 - 09:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê Zagros Enderyarî bi lêv kir ku Ji destpêke heta niha tekiliya Amerîka û Îsraîlê bi hezên Kurd re ne di cihê baweriyê de ye û got: “Ji bo wê jî heta temînatek nebe hezên Kurd nikarin bikevin nava şer. Lê heta niha tu temînat nehatiye dayîn.”

Şerê di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de di 28ê Sibatê de destpêkir zêdetirî 6 meh in didome. Her çiqas di 17ê Hazîranê agirbest hatibe ragihandin jî Serokê Amerîkayê Donald Trump di Lutkeya NATOyê ya li Enqereyê de ragihandibû ku wan agirbest xera kiriye. Piştî daxuyaniya Trump di 7ê Tîrmehê de şerê di navbera Amerîka û Îranê de careke din destpêkir. Her çiqas şer bi awayekî berfireh û kûr nebe jî dem bi dem di navbera her du aliyan de pêvçûn çêdibin. Taybetî jî pêvçûnên li ser Tengava Hurmuzê berdewam dikin. Her çiqas tengav bi temamî ji keştiyan re nehatibe girtin jî pirsgirêkên li ser tengavê berdewam dikin.

Ji aliyê din ve jî tê gotin ku piştî hilbijartina demkî ya Amerikayê ku di meha Mijdarê de be kirin, dibe ku di navbera aliyan de hin hevpeymanên nû bên îmzakirin. Her wiha Rojhilatê Kurdistanê û Herêma Federê ya Kurdistanê jî ji êrişan bandor dibin. Dewleta Îranê bi dronan êrişî baregehên peşmergeyan dike û li Rojhilatê Kurdistanê jî gelek welatî hatin binçavkirin û girtin. Her wiha piştî şer darvekirin û binpêkirina mafê mirovan jî li Îranê zêde bûn. Berdevkê Dîplomasiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) yê Ewropayê Zagros Enderyarî ku geşedanan ji nêz vê dişopîne, tekildarî şerê di navbera Amerîka û Îranê û bandora li ser Kurdistanê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Îran lewaz bûye’

Zagros Enderyarî bi lêv kir ku Îsraîl di navberê de derketiye û şer zêdetir di navbera Amerîka û Îranê de ye û wiha axivî: “Piştî agirbestê şer careke din destpêkir û êriş dem bi dem di navbera aliyan de berdewam dike. Amerîka dixwazê bandor li ser Tengava Hurmuzê çêbike û Îran jî dixwazê keştiyên bazirganiyê li wir derbas dibin asteng bike. Amerîka jî dixwazê rêya avê be vekirin. Ji bo wê jî car caran pêvçûn derdikeve. Bi taxmîna min heta meha 11emîn ew şer wê bi vî awayî berdewam bike. Di meha 11 de piştî hilbijartinê jî ew şer bikeve qonaxeke nû. Yan bi awayekî berfireh berdewam bike an jî hinek be sekinandin. Armanca Amerikayê ku dixwast Îranê bi temamî lewaz bike pêk nehat. Lê Îranê ji aliyê din ve pir lewaz bûye. Îran ji ber ku rewşa hundirîn pir ditirsê û ji ber wê jî naxwazê şer bi dawî bibe.”

‘Dixuye ku Îran dê êrişên Rojhilat û Başur berfireh bike’

Di berdeqama axaftina xwe de Zagros Enderyarî destnîşan kir ku piştî êrişên Amerîkayê, Îranê bi awayekî berfireh êrişî Rojhilat û Başurê Kurdistanê kiriye û wiha got: “Piştî êrişan, di navbera 6 partiyên Rojhilatê Kurdistanê de hevpeymanek jî çebû. Ew tîfaq xebatên xwe didomînê. Îranê jî êrişî partiyên Kurd ku baregehên wan li Başurê Kurdistanê ne kir. Niha li Rojhilatê Kurdistanê rewşeke pir xirab heye. Girtin, binçavkirin û binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne. Her wiha cezayê îdamê zêde bûye û ji aliyê aborî ve jî rewş xirab e. Îran jî li Rojhilat û Başurê Kurdistanê bi awayekî berfireh êrişan dike. Her wiha balafir tên asteng kirin û hatin û çûyina Rojhilatê Kurdistanê gelek pirsgirêk e. Herî zêde Rojhilat û Başurê Kurdistanê ji vî şerî bandor bûn. Wisa xuyayê ku Îran êrişên xwe yên li ser Rojhilat û Başur berfireh bike. Hikûmeta Başurê Kurdistanê jî ya Iraqê jî nikarin pêşî li Îranê bigire.”

‘Zextên rejîma Îranê li ser civakê zêde bûne’

Zagros Enderyarî diyar kir ku piştî êrişan rejîma Îranê zexteke mezin li ser civakê dide meşandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi xwepêşandanên Jin, Jiyan, Azadî re li Îranê serhildaneke mezin destpêkir. Ew serhildan bi her awayî berdewam dike. Dihat texmînkirin ku ew serhildan dê hinek guhertinan bi xwe re bînê. Hinek guhertin jî bi xwe re anîn. Lê piştî vî şerî rewşeke nû derket. Polîs ketin her bajarekî û zexteke mezin li ser civakê kirin. Ji vî şerî bendewarî ew bû ku ew rejîm be ruxandin. Lê rejîme jî li ber xwe da û siyaseta Amerîka û Îsraîlê jî ne guhertina rejîmê bû. Dixwazin Îraneke lewaz bikin da ku di bin bandora wan de be avabikin û li Rojhilata Navîn hegemonyaya xwe berfireh bikin. Niha ji ber rewşa şer gel nikare derkevin kolanan. Rewşeke awarte heye û binpêkirineke mezin heye. Ji aliyê din vê jî hejmara Kurdan bi tenê nikare guhertinek li Îranê çêbike. Divê hemû opozîsyona Îranê re tîfaqe de bin û wisa guhertineke pêk bînin. Ji aliyekî ve kurê Şah û alîgirên wî ji aliyê din vê jî hezên cuda hene. Ji ber wê jî di nava opozîyonê de jî parçebûyîn heye. Hinek hezên demokrat hene û partiyên Kurd jî di nav de cih digirin. Hewldan hene ku li ser navê Kongreya Azadiya Îranê hevgirtineke çêbikin. Lê heta niha negihiştine asteke ku guhertineke mezin çêbikin. Ji aliyê din ve girtin û revandin, dervekirin û kuştin pir zêde bûne. Bi hezaran ciwanên Kurd û Îranî li kolanan hatin kuştin. Erê Îran lewaz bûye lê bi qastî bê hilweşandin jî lewaz nîne.”

‘Herî zêde di sala 2026an de darvekirin çêbûn’

Zagros Enderyarî bal kişand ser polîtîkaya zextê ya Îranê û wiha got: “Li Îranê herî zêde di sala 2026an de darvekirin hatin pêkanîn û wiha pê dê çû: “Her wiha bi sedan kes jî bi cezayê îdamê hatine cezakirin. Li gor rêxistinên mafê mirovan herî zêde îsal îdam pêk hatine. Li kolanan jî rewşa jiyanê pir zahmet e. Ji ber şer gelek kes neçarî koçberiya bajarên cuda bûne. Her wiha bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bûnê navendên leşkerî û gelek leşker li van deran hatine bi cihkirin. Zahmetiyeke pir zêde heye. Heta rewşa şer berdewam bike ne pêkan e serhildaneke mezin jî li Îranê pêk were. Dema xwepêşandanek çêdibe pêşengên xwepêşandanan dikin weke sîxurê Îsraîlê tê tewanbarkirin û tê darvekirin. Amerîka û Îsraîlê jî heta niha tu opozîsyoneke Îranê muxatap nagire. Ji bo wê jî rewşeke pir zahmet heye û ew zahmetî berdewam dike.”

‘Heta temînatek nebe hezên Kurd nikarin bikevin nava şer’

Di dawiya axaftina xwe de Zagros Enderyarî anî ziman ku heta temînatek neyê dayîn partiyên Kurd tev li şer nabin û wiha pê dê çû: “Ji destpêke heta niha tekiliya Amerîka û Îsraîlê bi hezên Kurd re ne di cihê baweriyê de ye. Hezên Kurd dibêjin heke guherîn li Îranê pêk hat divê be mîsogerkirin ku rejîmeke demokratîk pêk were û xweseriya demokratik ji bo Rojhilatê Kurdistanê be qebûlkirin. Lê Amerîka û Îsraîl naxwazin tiştek wisa bikin. Ji bo wê jî heta temînatek nebe hezên Kurd nikarin bikevin nava şer. Lê heta niha tu temînatek nehatiyê dayîn. Hin caran bi şerê taybet dixwazin bi ser Rejîma Îranê ve gefan li ser Kurdan bixwin. Helbet tekiliyên dîplomatîk hene. Weke hevpeymaniya partiyên Kurd me jî got heta temînatek çênebe, em ne parçeyekî vî şerî ne. Em dizanin tu carî bi rêya şer, demokrasî li Îranê çênabe. Rewşa Îranê hê nediyar e. Weke hevpeymaniya hezên Kurd em rewşe dişopînin û amadekariyên xwe jî dikin. Me gelê xwe jî bi rêxistin kiriye. Heza me jî heye ku em gelê xwe biparêzin û pêşeroja xwe jî mîsoger bikin.”

Etîket: Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKêdarvekirinpevçûnRejîma ÎranêşerŞerê Îran û AmerîkayêTemînata DemokrasiyêZagros Enderyarîzext
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

Rejîma Îranê lez da biryarên darvekirinê

31 TEBAX 2026
Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
Dadgeha Îranê 12 sal û 6 meh ceza da xwendekar Necmeh Emînî

Dadgeha Îranê 12 sal û 6 meh ceza da xwendekar Necmeh Emînî

30 TEBAX 2026
Rejîma Îranê di meha borî de 60 kes bidarve kir

Rejîma Îranê di meha borî de 60 kes bidarve kir

23 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Selçûk Mizrakli ji girtîgehê derket

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gelek bajaran roja yekem a bîranînên şehîdan bi dawî bûn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne