• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Erebistana Siûdî ji destpêka salê û vir ve 100 kes hatin darvekirin

Navenda Nûçeyan

24 HEZÎRAN 2026 - 12:10
Kategorî: CÎHAN
A A
Li Erebistana Siûdî, ji destpêka sersalê û vir ve 100 kes hatin darvekirin. Rêxistinên mafên mirovan di mijara darvekirinên bê adilan e de bi fikar in. Di bûyerên darvekirinê de piştî Çîn û Îranê Erebistana Siûdî di rêza sêyemîn de ye.

Wezareta Karên Hundir a Erebistana Siûdî bi daxuyaniyek ragihand ku roja sêşemê 7 kes hatin darvekirin û hat gotin ku ji kesên hatin darvekirin pênc jê bi sûcdariya bazirganiya narkotîkê hatibûn mehkûmkirin.

Bi vî rengî ji destpêka sala 2026an û vir hejmara kesên li Erebistana Siûdî hatine darvekirin gihîşt 100 kesî.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ev hejmar weke ‘Qonaxeke tarî ya asta dijberiya hiqûqê û bikaranîna cezayê mirinê ji aliyê otorîteran ve’ pênase kir.

Li gorî daneyên AFPê, ji 100 kesên ku ji destpêka salê û vir ve hatine darvekirin 65 ji wan ji sûcê narkotîkê hikum xwaribûn.

Hat ragihandin ku ji kesên hatine darvekirin 52 ji wan biyanî bûne. Mirovên ji Etiyopya, Pakistan, Sûdan, Yemen û Sûriyeyê di nava kesên hatin darvekirin de hebûn.

Amnesty International diyar kir ku biyanî piştî pêvajoyên darizandinê yên bi giranî ne adîl, bi cezayê mirinê hatine cezakirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya dawî de ragihand ku herî kêm 63 mehkûmên Etiyopyayî yên li girtîgeheke li başûrrojavayê Erebistana Siûdî têne ragirtin û bi sûcdariya narkotîkê hatine mehkûmkirin, dibe ku di demeke nêz de bêne darvekirin.

Rêxistinê bang kir ku cezayê darvekirinê bê rawestandin û doz li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî jinûve bêne nirxandin.

Piştî Çîn û Îranê di rêza sêyemîn de ye

Erebistana Siûdî di sala 2025an de 356 kesan darve kiribû û gihîştibû asta herî bilind a darvekirinên salên dawî.

Erebistana Siûdî li gorî hejmara darvekirinên çar salên dawî li cîhanê piştî Çîn û Îranê di reza sêyemîn de ye.

Etîket: darvekirinErebistana Siûdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

Tifaqa Mekkeyê dê li Riyadê bicive

4 COTMEH 2026
Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

Ji 46 welatan banga rawestandina darvekirinan

2 COTMEH 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Şerê Husî û Erebistana Siûdî: Piştî Hurmizê Bab el Mendeb jî bû qada şer

Şerê Husî û Erebistana Siûdî: Piştî Hurmizê Bab el Mendeb jî bû qada şer

12 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026
Şerê Husî û Erebîstana Siûdî: Hûsî Moheyê bi dest xistin

Şerê Husî û Erebîstana Siûdî: Hûsî Moheyê bi dest xistin

11 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne