• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li ber navenda CHPê mîtînga girseyî: Em ê destûrê nedin

Enqere / AW

22 GULAN 2026 - 22:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel anî ziman ku ew dê heta dawiyê ew dê li dijî biryarê li partiya xwe bimînê û got: “Yên ku hatine peywirdarkirin nikarin vê partiyê bi rê ve bibe. Baskên betalkirinê yên AKPê nikarin vê partiyê bi rê ve bibin. Em ê destûrê nedin.”

CHPê li dijî biryara “Batalkirina teqez” li ber navenda xwe ya giştî mîtîng li dar xist. Endamên partî, sazî û sendîqayên civakî û bi hezaran kes tevlî mîtîngê bû. Welatiyên tevlî mîtîngê bûn bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî biryarê dan û li dijî Kemal Kiliçdaroglu dirûşm berz kirin. Di mîtîngê de Ozgur Ozel li ser otobusê welatî silav kir û axivî.

Ozgur Ozel di axaftina xwe de bertek nîşanî biryarê da û got ku ew ê heta dawî xwedî li partiya xwe derbikevin. Ozgur Ozel anî ziman ku ne tenê partiya wan gelek partiyên siyasî piştgiriya wan kirine û beşdarî mîtîngê bûne û ji partiyên siyasî re ji bo piştgiriyê spas kir. Ozgur Ozel destnîşan kir ku desthilat bi sepanên li dijî hiqûqî êrişî partiya wan dike û wiha pêde çû: “Sûcê me ew e ku em di hilbijartinê de bi ser dikevin. Sûcê me ew e ku em nabin muxalefeteke maqûl. Sûcê me ew e ku ji bo welatiyan em desthilatbûnê armanc dikin. Mijar ne partiya me ye. Mijar hemû welatî ne. Mijar li dijî derketina AKPê ye.”

‘Baskên betalkirinê yên AKPê nikarin vê partiyê bi rê ve bibin’

Ozgur Ozel di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew mafê hilbijartinê yê welatiyan diparêzin û wiha axivî: “Yên ku hatine peywirdarkirin nikarin vê partiyê bi rê ve bibe. Baskên betalkirinê yên AKPê nikarin vê partiyê bi rê ve bibin. Em destûrê nadin. Dadgeha AKPê dê êrişî me bike û baskên AKPê yên betalkirinê jî dê werin partiyê rê ve bibin tiştek wisa nabe. Heta em xwe nedin ber êşe em nikarin pergala xirab a AKPê hilweşînin. Em ji êşe re jî hene û îşkence re jî hene. Di dawiyê de em ê bi ser bikevin. Êdî AKPê kal bû ye û ber bi têkçûnê ve diçe. AKPê êdî nikare di  hilbijartinan de bi serbikevê. Ji bo wê jî êrişî demokrasiyê dike û dixwaze welatiyan bê alternatif bihêle.”

‘Em bi firsendeke dîrokî re rû bi rû ne’

Ozgur Ozel bi lêv kir ku ew ji êrişa herî mezin re rû bi rû ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê heke em ji xwe bawerbin em bi firsendeke dîrokî re jî rû bi rû ne. Heke ew qada ku gelek cudahî li vir kombûne teslîm nebe Tirkiye jî teslîm nabe. Ez ê li dijî vê betalkirinê li vir bimînim. Li partiyê bimînim û li vir li ber xwe bidim û têkoşîna xwe bidomînim. Em bi rejim û aparatên wan re li hev nayên û tawîzê nadin. Ji bo wê em li vir in.”

Bi Kemal Kiliçdaroglu re li ser telefonê axivî

Ozgur Ozel da zanîn ku ew bi Kemal Kiliçdaroglu re li ser telefonê axiviye û wiha pêde çû: “Min jê re got ku tu kolanê dibîne û welatiyan dibihîze yan na. Min jê re got tu girseya li ber partiyê dibîne yan na. Tu bertekên hemû welatiyên Tirkiyeyê dibîne yan na. Tu bertekên partiyên siyasî, baro û sendîqayan dibîne yan na. Min jê re got hemû li benda helwesta we ne. Min jê re got em di demeke nêz de sindoqê dixwazin û kongreyê dixwazin. Min jê re got em tawîzê nadin. Yek sindoq wê were ber endamên CHPê û endamên CHPê dê bi xwe diyar bike. Ya din jî dê sindoqê were ber welatiyan û gel dê desthilata Tirkiyeyê biguherînê.”

Bang li welatiyan kir

Ozgur Ozel di dawiya xwe de bang li welatiyan kir û got: “Hûn hene ku her ku me bang kir li qadan kom bibin. Hûn hene ku hêza xwe ya dan û standinê bikarbînin û greve bikin. Hûn hene ku li her derê li ber xwe bidin. Berxwedan be berxwedan, boykot be boykot. Ez jî soz didim ku ez ê dev jî vê rêwîtiyê bernedim.”

Piştî axaftina Ozgur Ozel girse demeke dirêj dirûşm berz kirin.

Etîket: CHPEnqereMîtîngOzgur Ozel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

Li Enqereyê 7 şaredarên navçeyan ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

Mansur Yavaş ji CHPê îstîfa kir

23 ÎLON 2026
Bîranîna şehîdan ya li Colemêrgê bi serdanan didome

Li Enqereyê bîranîna şehîdan di roja 2emîn de didome

9 ÎLON 2026
Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

Karker û rêveberên sendîkayê hatin binçavkirin

25 TEBAX 2026
Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

Desteya Şopandin û Tespîtê civîna yekem li dar xist

24 TEBAX 2026
ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

ÎHD: Girtiyên nexweş ên giran Yanik, Maral û Aktaş berdin

22 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne