• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kongreya Awarte ya 23yemîn a KNK’ê wê sibê bidome

Navenda Nûçeyan / AW

24 GULAN 2025 - 19:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kongreya Awarte ya 23yemîn a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser yekîtiya neteweyî, diyaloga di navbera Kurdan de, lêgerînên çareseriya siyasî û pêşketinên herêmî nîqaş hatin kirin. Kongreya KNKê wê sibê bidome.

Kongreya Awarte ya 23yemîn a KNKê bi axaftinên delegeyan, nûnerên partiyên siyasî û beşdarên din îro berdewam kir.

Nûnerê YNKê Arêz Abdullah, nûnerê PJAKê Siyamend Muanî, nûnera Platforma Hewreman Jalane Hewreman, nûnerê Rojhilat Komel Adil Îlyasî û nûnerê Suryaniyan Yakup Mirza di kongreyê de axivîn.

Li ser navê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Arêz Abduulah peyama YNKê ya ku ji bo kongreya KNKê ya hatibû şandin xwend. Di peyamê de li ser girîngiya çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiye û Bakur rawestiya û daxuyand ku divê di asta siyasî û dîplomatîk de xalên hevpar bên avakirin. Di peyamê de ev tişt hatin parvekirin: “Divê maseya muzakereyan were avakirin û ji bo çareseriyek aştiyane îradeyek xurt were nîşandan.” Di peyamê de hat destnîşankirin ku YNK piştgirî da banga Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo avakirina hikûmeteke hevpar a neteweyî. Di peyamê hate bibîrxistin ku avakirina yekîtiya neteweyî û hevsengiya siyasî ya navxweyî ji bo parastina destketiyên gelê kurd pir girîng in û wiha berdewam kir: “Di vê pêvajoya dîrokî de, havpariya ji bo parastina maf û statuya gelê kurd pir girîng e. Destketiyên li her çar parçeyan tenê bi hevpariyeke xurt dikarin werin domandin.”

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya axivî û anî ziman ku banga RêberêmGelê Kurd Abdullah Ocalan a 27ê Sibatê ne tenê ji bo Bakur, ji bo tevahiya gelê kurd destpêka serdemeke girîng bû.

Bedran Çiya wiha got, “Eger me li Şamê dest bi muzakereyan kiribe, ev yek ji ber bandora banga Rêber Apo ye. Beşdarbûna gelek hêzên siyasî, rûspiyên civakê û partiyan di civîna neteweyî ya li Qamîşloyê de jî hêza vê bangê nîşan dide.” Bedran Çiya diyar kir ku gelê Kurd di 15 salên dawî de li Rojava têkoşîneke mezin daye, modelek çareseriyê pêşxistiye. Bedran Çiya anî ziman ki pêşengiya jinan di navenda vê pêvajoyê de ye û modelek bi nirxên demokratîk teşe girtiye. Bedran Çiya destnîşan kir ku têkoşîn û destketiyên li Rojava bi fedakariya ciwanên Kurd ên çar parçeyan pêk hatiye û wiha pêde çû: “Rojava bi xwîna ciwanên Kurd ên çar parçeyan gihîştiye vê rojê. Ev destketî ne tenê yên gelên wir in, yên hemû gelê kurd in.”

Bedran Çiya anî ziman ku modela li Rojava avaniyek demokratîk a ku gel û baweriyên cuda bi hev re dijîn derxistiye holê û destnîşan kir ku ev yek rasterast bi fikir û felsefeya Abdullah Ocalan teşe girtiye.

Çiya axaftina xwe wiha domand: “Têkoşîna me ne tenê ji kurdan re, ji hemû gelên Sûriyeyê re bûye hêvî. Divê yekîtiya neteweyî ya li Rojava pêşketiye ji bo hemû kurdan wekî mînak were girtin.” Çiya bi bîr xist ku rola KNKê di vir de pir girîng û dîrokî ye û biryarên ku di vê kongreyê de hatine girtin, nîqaşên ku hatine kirin hemû kurdan eleqedar dike.

Piştre li ser navê Tevgera Jinên Kurd Sultan Oger axivî. Sultan Oger Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Abdullah Ocalan nirxand û got ku pêvajoyên siyasî yên ku li ser bingeha vê bangê pêş ketin û guhertinên li Rojhilata Navîn ji bo Kurdan qonaxeke dîrokî ye. Sultan Oger anî ziman ku ji bo parastina destketiyên ku heta niha hatina bidestxistin û misogerkirina statuya gelê Kurd, yekîtî pêwîst e û got, “Divê em vê derfeta dîrokî ji dest nedin. Parastina destketiyên ku li çar parçeyan hatine bidest xistin û bikaranîna derfetên nû bi têkoşîna hevpar û yekîtiya neteweyî pêkan e.”

Sultan Oger destnîşan kir ku gelê kurd ji her demê bêtir rêxistinkirî û bihêztir e û got ku bi taybetî di warê rêxistinbûna jinan de qonaxek girîng bi dest xistiye. Sultan Oger da zanîn ku di vê pêvajoyê de divê xwedî hem bîranîna şehîdan û hem jî berpirsiyariya dîrokî were derketin û destnîşan kir ku kongreya KNK’ê di vê çarçoveyê de wê roleke dîrokî bilîze.

Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê Hîkmet Serbilind di kongreyê de axivî û anî ziman ku gelê Kurd bi têkoşînê û dayina bedelên mezin destketiyên mezin bi dest xistiye û bang li hemû partî û rêxistina kir ku ji bo parastina van destketiyan û misogerkirina yekîtiya neteweyî bi hev re tevbigerin.

Delegeyên Başûr, Rojava û Rûsyayê yên KNKê ku ji ber pirsgirêkên vîzeyê nekarîn beşdarî kongreyaê bibin, bi rêya telekonferansê beşdarî kongreyê bûn û axaftin kirin.

Kongre bi axaftin, nîqaş û pêşniyarên delege û beşdarên kongreyê berdewam dike.

Kongre wê sibe bidome.

Etîket: KNKKongrenîqaş
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

KNKê ji bo Mehdî Zana sersaxî xwest

30 TEBAX 2026
Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

Komîsyona Edaletê Qanûna Çarçoveyî nîqaş dike

7 TEBAX 2026
ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

ZIMAN-DERê li Colemêrgê kongreya xwe ya 1emîn bi coş li dar xist

30 TÎRMEH 2026
Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

Kurdan Peymana Lozanê protesto kir: Divê em bi stratejiya hevpar û yekîtiyê tevbigerin

25 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne