• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Konferansa Yekitiyê: Divê desthilat statuya Kurdan qebûl bikin

Amed / AW

26 TÎRMEH 2025 - 12:39
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Agirî – Kesên di rûniştina yekemîn a konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” de axivîn, destnîşan kirin ku armanca wan a yekane misogerkirina yekitiyê ye û diyar kirin ku divê desthilat di pergala nû ya cîhanê de statuya Kurdan qebûl bikin.

Rûniştina yekemîn ya Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li navçeya Bazîd a Agiriyê tê lidarxistin, dest pê kir. Di rûniştina yekemîn de nîvîskar Îhsan Colemêrgî, siyasetmedar Îkbal Dûrre û Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Cemîle Tûrhalli bi moderatoriya Îlhan Tan mijara “Di Dîrokê De Bêtifaqiya Kurdan û Encamên Wê” nîqaş kirin.

‘Ez dixwazim eniya niştimanî bê bilindkirin’

Ewilî nivîskar Îhsan Colemêrgî axivî û ji cîhanê mînak û gotinên şexsiyetên mezin ên li ser yekitiyê anîn ziman. Îhsan Colemêrgî da zanîn ku Kurdan di hemû jiyana xwe ya siyasî de bi eşîrtî tevgeriya ne û tifaqek ava nekirine. Îhsan Colemêrgî diyar kir ku yek ji sedema bindestiya Kurdan baweriya Kurdan û desthilatên wan e û got: “Ol, di têkoşîna navbera gelan de çekeke giran e. Heke baweriya bindest û serdestan yek be, çeka olî di destê serdestan de ye. Ez û malbata xwe piştevaniya vê pêvajoya nû dikin û ez dixwazim eniya niştimanî bê bilindkirin. Divê hemû siyasetmedar, DEM Partî û nûnerên partiyên din amadehiya kongreyeke neteweyî bikin.”

‘Armanca me mîsogerkirina yekitiyê ye’

Dû re siyasetmedar Cemîle Tûrhalli bi zaraveya Kirmançkî axivî û bal kişand ser sedemên bêtifaqiya Kurdan. Cemîle Tûrhalli wiha got: “Werin em tifaqa xwe ji hundir ve ava bikin. Tifaq li her derê hene; ew di xwezaya me de ne. Ger tifaq li her derê hebin, çima Kurd tifaqan çênakin? Kurdistan axeke bêsînor e. Me li Lozanê dît ku hêzên hegemonîk Kurdistan parçe kirin. Di seranserê dîrokê de, hemû Kurdan xeyala yekîtiyê kirine, lê ew qet pêk nehatiye. Armanca me ya yekane ew e ku em yekîtîya xwe misoger bikin.”

‘Cudahiyên me hêza me ya herî mezin e’

Herî dawî siyasetmedar Îkbal Dûrre axivî û diyar kir ku bêtifaqî ne tenê di nava Kurdan de, di nava gelek gelên cîhanê de heye. Îkbal Dûrre, anî ziman ku divê ev yek me bêmoral neke û got: “Her parçeyek Kurdistanê xwedî taybetmendiyên cûda ne. Li Rojava federalîzm tê xwestin, li Başûr ji bo serxwebûnê referandûm hat kirin û niha jî li Bakûr entegrasyona demokratîk tê nîqaşkirin. Ev yek li gorî demê ji bo parçeyên Kurdistanê pêwîst in û divê rêz bê girtin. Her wiha em nikarin niha entegrasyona demokratîk li ser Başûr û Rojava bikin, ew çi dixwazin divê em piştgiriya wan bikin. Divê Kurd piştgiriya hev bikin û fikir, îdeolojî û hişmendiya xwe deyne aliyekê. Şewitandina çekan, mînaka hevrejiyanê ye û pêkanîna wê ya li Silêmaniyê jî gelek watedar e. Dê pergala nû ya cîhanê de gelek têgehên niha tên bikaranîn bêwate bimînin. Pirsgirêka sed dused salî di du sê mehan de nayê çareserkirin. Di pergala nû ya cîhanê de rol û cihê Kurdan gelek mezin e û divê desthilat di pergala nû ya cîhanê de statuya Kurdan qebûl bikin. Heke qebûl nekin, dê ev dewlet bibin dewletên mafyawarî. Cudahiyên me hêza me ya herî mezin e.”

Etîket: Bazîdcemîle TurhalliÎhsan ColemêrgîÎkbal DûrreÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKonferansa Yekîtiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

Mehmet Kamaç: Qanûn dê bibe mifteya çareserkirina pirsgirêka Kurd

8 TEBAX 2026
Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

Înisiyatîfa Yekîtiya Demokratîk qurbaniyên Şengalê bi bîr anî

3 TEBAX 2026
‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

‘Înisiyatîfa Yekitiyê dîplomasiya naxweyî ya Kurdan e’

31 TÎRMEH 2026
‘Divê komkujiya Helebceyê weke Jenosîdê were pejirandin’

‘Xweparastina herî bi bandor yekîtiya neteweyî ye’

18 TÎRMEH 2026
Îhsan Colemêrgî: Heta statuyeke siyasî ava nebe ziman pêş ve naçe

Îhsan Colemêrgî: Heta statuyeke siyasî ava nebe ziman pêş ve naçe

5 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne