Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, li Şengalê di bin dirûşmeya ‘Edaleta Veguhêz, Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk’ de konferansek dîrokî li dar dixe. Konferans armanc dike ku nexşerêyekê ji bo parastina mafên civaka Êzidî, eşkerekirina hovîtiya DAIŞê û xurtkirina rêveberiya xwecihî li ser bingeha edaleteke rasteqîn ava bike.
Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan li Şengalê bi dirûşmeya ‘Edaleta Veguhêz, Wê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk’, konferansek berfireh li dar dixe. Konferans bi beşdariya rewşenbîran, oldar, serokeşîr, siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên ji derveyî Şengalê jî ji Silêmanî, Memxûr, Mûsil, Bexda, Kerkûk, Hewlêr û Dihokê, hate destpêkirin.
Bername bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên fermanê dest pê kir. Piştre ji aliyê oldarê Êzidî Mam Bedel ve, beytên ji qewlên Êzidiyan hatin gotin.

Hevserokê Meclisa Gel a Şengalê Azad Hisên axaftina destpêkê kir. Azad Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê konferansê û wiha got: “Konferanesek wisa li ser axa Şengalê were lidarxstin ev berhemê xwerêvebirin û xwe parastina gelê me ye. Em di qonaxeke dîrokî de ne. Ev konferans ne tenê ji bo bîranîna êşên me ye, di heman demê de ji bo avakirina edaletê û pêkanîna entegrasyoneke demokratîke ku civaka me biparêze. Edaleta veguhêz, kilîta çareseriya birînên me û bingeha jiyaneke azad e. Pêwîst e em bi hişmendiya demokratîk bersiva hovîtiya fermanê bidin û bi rêya vê konferansê, nexşerêya pêşerojeke bi rûmet ji bo gelê xwe diyar bikin.”

Hevseroka KNKê Zeyne Murad jî peyamek da, di serî de konferansê li tevahiya civaka Êzidî pîroz kir û destnîşan kir ku ev konferans di demekî gelek dîrokî de tê lidarxistin û wiha got: “Bi hatina salvegereke fermanê re birînên me carekî din xwe nû dikin. Di dîrokê de û niha jî em her dem bi êşên gelê xwe yê Êzidî re ne. Niha jî li ser axa Kurdistanê û Rojhilatan Navîn şer tên meşandin û amadekariyên şerên mezin tên kirin. Di nava van plan û şera de em daxwaz ji hekûmeta Iraqê dikin ku mafê gelê me yê Êzidî nas bikin ji bo ku carekî din fermanên nû jiyan nekin.”
Piştî axaftinan, sînevîzyonek derbarê ferman û kiriyarên li ser civaka Êzidî de, hat pêşandan.
Mijar û Panêlên Konferansê
Di konferansê de sê panelên sereke hatin diyarkirin ku tê de gelek pispor û lêkolîner beşdar in:
Panela 1: Rastiya Fermanê
*Heso Birahîm: Ferman di dîrokê de.
*Sara Şengalî (Endama Akademiya Jineolojî): Ferman û Jin.
*Eldîn Qûlo (Rewşenbîr û Nivîskar): Bandora fermanan li ser çandê.
Panela 2: Jenosîda 2014 û Lêgerîna Edaletê
*Nasir Kirêt (Şêwirmendê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê): Qanûna Jenosîda Navnetewî û sedemên ne tevlîbûna Iraqê ya deklarasyona Romayê.
*Xeyrî Elî Îbrahîm (Serokê Rêxistina Petrichor): Rewşa gorên komî, belgeyên hovîtiya DAIŞê û mafê malbatên qurbaniyan.
*Samya Şengalî (Rojnamevan û Aktîvîst): Bandorên jenosîdê li ser psîkolojiya civaka êzidî.
*Xelef Qasim (Hiqûqnas): Qirkirina êzidiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de.
Panela 3: Entegrasyona Demokratîk
*Kendal Şengalî (Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan): Entegrasyon, dewlet û civaka demokratîk.
*Besê Şengalî (Cîgira Hevserokatiya Meclisa Gel a Şengalê): Di entegrasyona demokratîk de rola jinan.
*Xwedêda Elyas (Hevserokê Komînên Şaredariyan): Demokrasiya xwecihî.
Konferans bi danûstandinên panêlan û xwendina peyamên ku ji derveyî Şengalê hatine şandin, berdewam dike.














