• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
15 ÎLON 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî serdana birîndarên şewata zindana Kobanê kir

    Mazlûm Ebdî sersaxî da malbatên şehîdên Kobanê

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Li Manisayê piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê: Li dijî provokasyonan yekîtî

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    Ji bo zimanê Kurdî bang kirin: Divê mafê zimanê dayikê bê misogerkirin

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    ‘Li dibistanan çima dersên Kurdî nayên dayîn’

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    Bi hezaran şehîdên zindana Kobanê oxir kirin

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

    ‘Çareserî bi nasîna mafên gelê Kurd pêkan e’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kedkarê Çira FMê Mirad Mîrza li ser gora xwe hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

11 TÎRMEH 2026 - 21:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kedkarê Çira FMê Mirad Mîrza ku du sal berê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest da îro di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn.

Kedkarê Çira FMê Mirad Mîrza ku du sal berê di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk de birîndar bûbû û piştre jiyana xwe ji dest da, îro di duyemîn salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe hat bibîranîn. Hevalên wî yên rojnamevan û malbata wî amade bûn. Rojnamevanên Ragihandina Azad a Şengalê diyar kirin ku tu êriş nikare rê li ber wan bigire û ew  heta dawiyê li ser xeta heqîqetê ya şehîdan bimeşin.

Di 8ê Tîrmeha 2024an de, dema ku ekîba ragihandina azad a Çira TV û Çira FMê ji bo çêkirina çîrokên Fermana 3yê Tebaxê berê xwe dabûn Komelgeha Tilqest a Şengalê, dewleta Tirk wesayîta wan bombebaran kir. Di encama vê êrişê de nûçegihana Çira TVyê Medya Hesen, nûçegihanê Çira FMê Mirad Mîrza û kedkarê çapemeniyê Xelef Xidir birîndar bûbûn.

Mirad Mîrza ku birîna wî giran bû, rakirin nexweşxaneya Mûsilê. Piştî têkoşîneke çend rojan, Mirad Mîrza di derengiya şeva 11ê Tîrmehê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Îro, di duyemîn salvegera şehadeta wî de, endamên çapemeniya azad a Şengalê tevî malbata şehîd serdana gora wî ya li gundê Sikêniyê yê Şengalê kirin. Piştî danîna gulan, endamê Çira FM Xelîl Emo daxuyaniyek da û wiha got: “Ji bo bîranîna duyemîn salvegera şehadeta hevalê me Mirad Mîrza, em wekî heval û hogirên wî careke din li hemberî bîranîna wî ya pîroz serê xwe ditewînin û soza xwe ya şopandina xeta wî nû dikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi êrişeke hovane hevalê me Mirad Mîrza, kedkar û dengê Çapemeniya Azad, kir hedef. Armanca bingehîn a vê êrişê ew bû ku pênûsa heqîqetê bişkînin û ragihandina azad bêdeng bikin. Lê belê, dijminê faşîst di vê armanca xwe de ti carî bi ser neket û wê bi ser nekeve jî.

Em wekî hevalên wî yên dozê, di vê salvegera duyemîn de careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bibin deng û rengê çeperên wî yên nîvco mayî. Kameraya hevalê Mirad li erdê nema û tu carî nakeve erdê jî. Şehîd namirin!”

Etîket: BîranînKedkarê Çira FMê Mirad MîrzaSengal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

Li Amedê ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn

12 ÎLON 2026
Otomatik taslak

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026
Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

Kongreya rêxistina DEM Partiyê ya Amedê taloq bû

9 ÎLON 2026
‘Em bi wan serbilind in, minetdar û deyndarê wan in’

‘Em bi wan serbilind in, minetdar û deyndarê wan in’

9 ÎLON 2026
Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

Du xwişk, yek gotin: Em bi şehîdê xwe serbilind in

7 ÎLON 2026
Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

Bîranîna Şeyma Uludagê: Şehîdan em anîn vê astê

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Du bira, du şehîd: Agir Adar

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şehîdên tevgera azadiyê bi girseyî têne bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Bila daxwazên şehîdan neyên jibîrkirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Wanê şehîdên azadiyê tên bibîranîn: Ew rûmeta me ne

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li sê bajaran bîranînan dest pê kir: Em bi saya wan gihîştin van rojan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Kobanê çalakiya gel: 9 mirî, 17 birîndar hene

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi dawî bû: Em ê doza aştî û azadiyê bidomînin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Zana Farqînî: Hedefgirtina tabelayên bi Kurdî ne helwesteke mirovî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Duran Kalkan: Komînalîte cewhera azadiya mirovahiyê ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne